Ticker

10/recent/ticker-posts

Sedan kes serdana taziya Şehîd Mardîn dikin

Şênî û xebatkarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) serdana taziya ji bo gerîlaya YJA-STAR Mardîn Penaber hatibû danîn kirin.


Şênî û xebatkarên Wargehê penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) serdanê konê sersaxiyên yê gerîlaya YJA-STAR Merdîn Penaber a ku di 4’ê Tîrmeha 2022’yan li Gîrê Hekkari yê Metîna tevî 4 rêhevalêb xwe şehîd bibû kirin.

Di serdanên de ji bo giyanê tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Li ser wate û girîngî şehîd Endama Meclîsa Îştar Leyla Arsu Îlhan axivî.

Arsu Îlhan di destpêka axftina xwe de balkişand li ser berxwedan li çiyayên azad yên Kurdistanê tê meşandin û wiha got: “Vê civakê bi hezaran lehengên wek heval Mardîn afirandîne ku li hember talan, desthildarî û dagirkeriyên tê meşandin serîhildan. Heval Mardin ji yek ji wan kesayetane ku li hember politikayên dijim serîhilda û berşdarî nava refên gerîlayan bû. Em her roj bedelên giranbiha yên wek heval Mardin ji dest bidin jî em ti caran ji dijmin re serî ne tewînin. Em soza bilind kirina têkoşîna wan didin.”

Piştî axaftina Leyla Ersu Îlhan bavê Şehîd Cemîl Kara axivî û got: “Ez bi keça xwe ser bilindim. Ser Serokatî û rêhevalê wî yên ku niha di çeperan de li hember dagirkeran şer dikin saxbe.”

Her wiha dirûşmên, “Şehîd Namirin”, “Bijî Berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok Apo” hatin bilind kirin.

Herî dawî ji bo şehîd mewlût hat dayîn.

Yorum Gönder

0 Yorumlar