Ticker

10/recent/ticker-posts

Şandek YNK’ê serdana konê sersaxiya li Wargeha Mexmûrê kir

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê ji bo hemwelatiyê bi navê Ebûzêd Abdullah ku di encama êrişa balafira dewleta Tirk de şehîd bû, hatiye danîn. Şandek YNK’ê serdana kon kir û sersaxî ji malbatê re xwest.


Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk malek penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû.

Duh cenazeyê Ebuzêd bi girseyî hate veşartin. Ji bo Ebuzêd li ber der malê konê sersaxiyê hatiye danîn. Xelkê wargehê kom bi kom serdana kon dikin û sersaxî ji malbatê re dixwazin.

Di vê çarçoveyê de şandek Malbenda 20 ya Qereçox ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê serdana konê sersaxiyê kir û sersaxî ji malbatê re xwest.

Fermandarê Xwebexş ê Pêşmergeyên YNK’ê Xazî Feysel ku pêşengtiya şandeyê dikir axivî û got; “Em bi vê bûyerê pir xemgînin, emê hertim piştevanê we bin, hûn li hember van bûyeran ti caran bêdeng nebûne. Pêwîste kes li hember vê bûyerê bêdeng nemîne, çi ji destê me were emê bikin, serkeftin ya gelê Kurde.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar