Ticker

10/recent/ticker-posts

Nasnameya 3 şehîdan hatin eşkere kirin

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir û got, "Di bin fermana şehîdan de, li ser xeta şehîdan em ê bênavber têbikoşin û doza xwe ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixînin.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 3 gerîlayên şehîd bûne, daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li çar aliyên welatê me li dijî dagirkeran tê kirin, her roj mezintir dibe. Polîtîkaya dewleta Tirk a mêtinger a ji bo qirkirina gelê me, bi saya vê berxwedana destanî hatiye şikandin. Di şikandina polîtîkayên qirkirinê û têkbirina dijmin de bêguman berxwedana dîrokî ya Rêber Apo diyarker e. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku milîtanên Rêber Apo ne, hem ji bo hêjayî vê berxwedana dîrokî ya Rêberê me bibin, hem jî berpirsyariyên xwe bi cih bînin, bi rengekî bêeman têdikoşin. Ev têkoşîna ku bi ked û îradeyeke mezin tê kirin, bêguman bi şehadetan tê meşandin. Hevrêyên me Jiyan, Argeş û Çekdar jî li bakurê Kurdistanê di nava pratîka şerê giran de li qada Wanê pêşengî ji vê têkoşînê re kirin. Her sê hevrêyên me ku 6'ê Tîrmeha 2022'an di şerê dijî dijmin de bi rengekî fedaî şer kirin, bi sekneke lehengî şehîd bûn. Şehadeta di têkoşîna azadiyê ya gelê me de, ji bo gelê me û hevrêyên xwe fermana serketina berxwedanê dide. Em soz didin ku di bin fermana şehîdan de li ser xeta şehîdan bênavber têbikoşin û doza me ya azadiyê ya pîroz teqez bi ser bixînin. Di şexsê hevrêyên me Jiyan, Argeş û Çekdar de soza ku me dane şehîdên xwe hemûyan dubare dikin û diyar dikin ku em ê armancên şehîdên xwe teqez pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Jiyan Çekdar
Nav paşnav: Şehmîran Karahan
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Guler-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tîrmeha 2022'an / Wan

Nasnav: Argeş Botan
Nav paşnav: Osman Yildirim Çakar
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Saniye-Mehmet Zekî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tîrmeha 2022'an / Wan

Nasnav: Çekdar Cîlo
Nav paşnav: Bahtiyar Kirdag
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Xezal-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Tîrmeha 2022'an / Wan

 

JIYAN ÇEKDAR

Artêşa Tirk a dagirker û hikumetê faşîst di salên 1980'î û 90'î de li hemberî têkoşîna gerîla nekarîn bi ser bikevin û nekarîn pêşî li pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bigirin. Ji bo gelê me yê her roj bêhtir xwe bi rêxistin dikir ji tevgera me qut bike, di dîrokê de gelek caran polîtîkaya koçberkirina Kurdan xistin meriyetê. Dewleta Tirk a qirker bi hezaran gundên me bi zext û gefxwarinê kir cerdevan. Gundên nekarî vê yekê li wan bide ferzkirin jî şewitand, gelê me neçar hişt ku koç bike. Dagirkeran xwest gelê me yê welatparêz li metropolên Tirkiyeyê asîmîle bike, ji tevgera me û nirxên xwe qut bike. Lê belê dijmin kete nava wê xefletê ku jê hebû, têkiliya gelê me ya bi PKK'ê re tenê li qadekê ye. Gelê me yê welatparêz ê koçberî metropolên Tirkiyeyê hate kirin, ji nirxên xwe tawîz neda, hem çanda xwe ya civakî qedîm parast, hem jî nasnameya xwe ya welatparêziyê parast, ev yek gihand zarokên xwe. Rastiyeke eşkere ye ku polîtîkaya qirkirina çandî ya dijmin di şexsê jina Kurd de li dijî tevahiya gelê Kurd tê meşandin. Dayikên Kurd jî li dijî van kiryarên li hemberî mirovahiyê, zarokên xwe bi rûmet mezin kirin û kirin bîrdariya berxwedanê. Ji ber vê yekê em gelekî deyndarê dayikan e ku şehîdên me yên ezîz ên têkoşîna me ya azadiyê ji dayik kirin, li ser bingeheke rast mezin kirin, tevlî nava refên azadiyê kirin û xwedî li bîranîna wan derdikevin.

Hevrêya me Jiyan li malbateke ji Dihê li Mersînê ji dayik bû. Hevrêya me Jiyan li nava nirxên welatparêziyê weke jineke Kurd a bi rûmet hate mezinkirin. Hevrêya me Jiyan ku bi vê têgihiştinê mezin bû, hîn di zarokatiyê de Rêberê me û tevgera me nas kir. Dest ji xwendina li dibistanên asîmîlekirinê yên dijmin berda, di nasnameya Kurd de israr kir. Demekê tevlî nava karên ciwanan bû û derfet dît ku xwe baştir nas bike. Hevrêya me Jiyan jiyaneke ji rêzê û koledarî ya li metropolên Tirkiyeyê li xwe neanî û di sala 2014'an de biryar da tevlî nava refên gerîla bibe ku navê vegera li cewhera xwe ye.

Dema ku tevlî nava refên greîla bû li çar aliyên welatê me li ser destketiyên gelê me êrîşên giran hebû. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan ji aliyê leşkerî xwe ve bi pêş ve bibe. Li ser vê bingehê tevlî perwerdeyên pisporiya leşkerî bû û bû gerîlayeke şareza ya YJA Starê. Piştî ku perwerdeya xwe qedand, derbasî qada şerê germ Zapê bû û tiştên di perwerdeyê de hîn bû firsend dît ku bixe pratîkê. Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk tevlî gelek çalakiyan bû, derbên giran li dagirkeran xist. Bi rêya her fîşekeke ku di teqand, hewl da tola hemû jinan ji mejiyê serweriya mêr ê hezaran salî hilîne. Hevrêya me Jiyan li qada leşkerî bû xwedî tecrûbeyên mezin û zû bû fermandar. Ji aliyê îdeolojîk ve jî xwest xwe bi pêş ve bibe û li ser vê bingehê kete nava hewldaneke mezin. Hevrêya me Jiyan hîn di zarokatiya xwe de bi mîsyon û qîmetê jinê ya di nava îdeolojiya Apoyî de zanî bû û bi vê têgihiştinê ji bo hêjayî Rêber Apo bibe kete nava hewldan xurtkirina asta têkoşînê. Hevrêya me Jiyan li çiyê tevlî nava jiyana azad bû û bi Îdeolojiya Rizgariya Jinê re li cewhera xwe vegeriya. Hevrêya me Jiyan diyar dikir ku naskirina Rêber Apo û PKK'ê ji bo wê destketiyên mezin e û di vê oxirê de bû xwedî sekneke bi biryar. Ji Besêyan heta Azîmeyan, ji Bêrîtanan heta Zîlanan, ji Delalan heta Nûjînan xeta jin a azad temsîl kir û weke fermandarekê ev mîrate dewam kir. Hevrêya me Jiyan bi mîrateyeke bi vî rengî ya bi heybet xwe perwerde û xurt kir û derbasî qada Bakur bû ku xeyala her gerîlayî ye. Hevrêya me Jiyan mîsyona xwe ya dîrokî ya gerîlayê Bakur baş fêhm kir û li qada Wanê têkiliyeke germ û ji dil bi hevrêyên xwe re danî, derbasî nava pratîkê bû. Li cihê ku dijmin qet ne li bendê bû dixwest derbên mezin lê bide û hewl da vê yekê pêk bîne. Hevrêya me Jiyan bi tevlîbûna xwe ya bi pêşengî, fedakar û ji dil zû hînêı qadê bû, heta kêliya ku şehîd bibe bi performansa nîşan da baweriya bi xwe vala dernexist û wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî.

ARGEŞ BOTAN

Hevrêyê me Argeş bi çanda kevnare ya hezaran salî li Wanê ji dayik bû û mezin bû. Bajarê me Wan ku di têkoşîna me ya azadiyê de navendeke sereke ye, piştî ku tevgera me li herêmê bi cih bû, hêviyên xwe yên azadiyê ji nû ve şîn kir û bi hezaran ewladên xwe yên hêja di vê oxirê de şehîd da, li dora tevgera me civiya. Hevrêyê me Argeş ku ji avaniyeke civakî ya ewqasî xurt hat, li pêşberî pirsgirêka azadiyê û hebûnê ya gelê me yê kevnar nekarî bêdeng bimîne. Hevrêyê me Argeş bi rol û mîsyona ciwanan a li nava civakê baş zanî bû û li gorî vê mîsyona dîrokî xwe bi rêxistin kir û perwerde kir. Hevrêyê me Argeş fêhm kir ku li welatekî mîna Kurdistanê bêyî meşandina têkoşîna çekdarî azadî nikare bê bidestxistin û welat ji dagirkeran bê rizgarkirin. Lewma sala 2014'an li Wanê tevlî nava refên gerîla bû.

Piştî ku li Wanê perwerdeya bingehîn wergirt, dest bi pratîkê kir û bû xwedî wê şensê ku li herêma xwe gerîlatiyê bike. Hevrêyê me Argeş exlaq û çanda partiya me zû pejirand. Bi sekna xwe ya bi daxwaz û bi biryar li Bakurê Kurdistanê ma, pratîk kir û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Ev baweriya bi xwe jî bi tevlîbûna bi biryar û fedakar a li her karî ispat kir û heta kêliya şehîd bikeve baweriya bi xwe parast. Hevrêyê me Argeş di nava pêvajoyeke giran û dijwar a têkoşînê de gelek karên zehmet kir, bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kir. Zor û zehmetî fêhm kir û çareser kir. Bi bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd bûne her tim dilsoz ma, bi vî rengî tevlîbûna xwe mezin kir û şehadet ji bo xwe kir hinceta tolhildanê. Her tim kete nava wê hewldanê ku 'çawa dikarim derbê li dijminê qirker bixim'. Gelek karên cuda bi rengekî hêja û serketî meşand û li qada ku lê ma, cihê xwe diyar bû. Hevrêyê me Argeş ku namzetekî fermandariyê bû, ji bo bibe xwe baştir perwerde bike û bibe fermandarekî serketî gelek caran pêşniyar lê hate kirin ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bibe, lê belê wî timî israr kir ku li Bakurê Kurdistanê bimîne û têbikoşe. Hevrêyê me Argeş ku di hevrêtiya PKK'ê de xwe kûr kir, bi gotina 'Hevrêtiya hevrêyan tê wateya wergirtina parekê ji rastiyê' ya Rêberê me tevgeriya û ne tenê parek ji rastiyê wergirt, bi sekna xwe ya fedaî bû rastiya me ya herî hêja. Bi qîmeta ku dida hevrêyên xwe, hevrêtî mezintir kir. Hevrêyê me Argeş di mezinkirina têkoşîna me de hewldaneke bêhempa da, li her qadê xwe xurt kir û bû fermandarekî me yê şareza.

ÇEKDAR CÎLO

Hevrêyê me Çekdar li Payîzava ya Wanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Alan de hatiye dinê. Hevrêyê me Çekdar ji ber welatparêziya malbata xwe di zarokatiya xwe de tevgera me nas kir. Hevrêyê me Çekdar piştî ku bavê wî ji doza PKK’ê hat darizandin, ji nêz ve bû şahidê polîtîkayên rejîma faşîst. Bû yek ji hevrêyên me yên ku weke bi hezaran zarokên Kurd ji bo doza ku jê bawer dikirin, neçar mabûn bê welat, bê bav û dayik mezin bibin. Ev rewş bandor li qerekterê hevrêyê me Çekdar kiriye. Li dijî dewleta dagirker û qirker her roj hêrsa tolhildanê mezin dibû. Hevrêyê me Çekdar ku li rêyên têkoşîneke watedar digeriya, di temenê biçûk de pê hesiya ku divê ji polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk ên li ser Kurdan hesab were pirsîn. Dema hat temenê ciwaniyê baweriya wî bi xwe zêde bû û ji bo hesabê komkujiyên ser gelê me bixwaze derbasî pratîkê bûye. Hevrêyê me Çekdar ê ku ji malbatek şehîdan ku gelek tevlîbûn jê çêbûne tê, heman kevneşopiyê domandiye û biryar daye ku tev li doza pîroz a azadiyê bibe. Hevrêyê me Çekdar ku li ser vê bingehê xwe bi rêxistin kir, bi tevlîbûna kurê mamê xwe ya li nava refên gerîla bandor bû û di sala 2015’an de ew jî tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Çekdar derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û şahidiya jiyan û hevrêtiya PKK'ê ku di zarokatiya xwe de çîrokên lehengiyê bihîstibû kir û zû adepteyê jiyanê bû. Ji ber ku hevrêyê me Çekdar ji çanda berxwedanê hatibû, ev yek di nava refên me de zêdetir xurt kir û bi vîna Apoyî re bi ser xist. Ji bo tola komkujî û qirkirinên ku bi sedan salan e pêk tê hilîne, di warê bîrdozî, leşkerî û felsefî de xwe pêş xistiye û bê hesab beşdar bûye. Ji bo bibe milîtanekî fedaî yê Rêber Apo, xwe feda kiriye û li gorî pîvanên milîtaniya Apoyî têkoşiya ye. Hevrêyê me Çekdar ku dilpakî û zelaliya xwe li hember pergala qirêj parastiye, bêy ku zehmetî bijî bûye parêzvanekî xurt ê nirxên exlaqî û polîtîk ên civakê. Li hemberî zehmetiyên ku dijiya her tim bi rûyek ken û bi hêvî helwestek şoreşgerî nîşan daye. Ji bo bibe Gerîlayê Modernîteya Demokratîk a profesyonel çû akademiyên leşkerî û bi performansa xwe li gorî çarçoveya taktîkî ya serdema nû xwe pêş xist. Hevrêyê me Çekdar ku êdî ti astengiyan ji bo gerîlaya Bakur nabîne, bi tevlîbûn, helwest û jêhatiya xwe hevrêyên xwe îqna kir, bawerî bi dest xist û derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Bajarê Wanê ku lê ji dayîk bû û mezin bû, vê carê weke gerîla vegerîya ser wan axan. Lê bi qasî çiyayan di navbera wan de ferq heye. Hevrêyê me Çekdar êdî di warê leşkerî de gerîlayekî rêxistinkirî, bi zanebûn û profesyoneltir e. Di têkoşîna azadiya gelê xwe de milîtanekî fedakar e. Di vê çarçoveyê de di demeke kin de bi hevrêyên xwe yên li qadan re têkîliyek bi dest xist. Bi cewhera xwe ya bi enerjî û coş jî moral û heyecan dixist nava hevrêyên xwe. Hevrêyê me Çekdar bi tevlîbûna xwe ya bi îrade û dilxwazî ya di her xebatê de bi ser ketiye û di têkoşîna me de şopek hiştiye.

Em sersaxiyê ji malbatên bi rûmet ên hevrêyên me Jiyan, Argeş û Çekdar ên afirînerên jiyana azad û hemû gelê Kurdistanê yên welatparêz re dixwazin û diyar dikin ku em ê ti carî xeta şehîdan û rastiya wan bernedin û dibêjin teqez dê bigihêjin armancên şehîdên me.

Yorum Gönder

0 Yorumlar