Ticker

10/recent/ticker-posts

Dewreyek Perwerdeya mamosteyên jin ên Mexmûrê hat li darxistin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewreya perwerdeyê ya di bin sêwana Akademiya Şehîd Jiyan bi navê Şehîd Avînar ji bo mamosteyên jin ên wargehê di 18’ê Tebaxê hatî destpêkirin bi dawî bû.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) beriya ku dibistan vebin, di bin sêwana Akademiya Şehîd Jiyan de dewreyek perwerdeyê ya bi navê Şehîd Avînar ji bo mamosteyên jin ên wargehê ku di 18’ê Tebaxêd de li avahiya Mala Gel hatibû desetpêkirin bi dawî bû. Merasîma dawîlêhatina dewreya perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê avaftina girtinê ji aliyê Mamosteya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Îşlek ve hat kirin.

Bêrîvan Îşlek di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser tûndiya li ser jinê û got: “Dijmin herîzê de ji perwerdekirina civakê bi taybet perwerdekirina jin ditirse, ji bo wê li kuderê perwerdeyek a jin dema tê dayîn êrişî wêderê tê kirn û nahêle jin bên perwerde kirin. Em wek gelê Kurd bi taybet yê ku bi salan e bi penabertiyê jiyan dike bi hêviyên Rêbertî, perspektîfên Rêbertî ku ji wan dixwaze jiyana xwe dide berdewam kirin û rêxistina xwe didin çêkirin. Ji bo wê taybet pêwîste jin em kêlî bi kêlî di nava çalakiyan de bin, ji bo em hîn zêdetir Rêbertiya xwe bêxin rojeva xwe. Ev perwerdeya ku me dîtî jî em nebêjin perwerdeyeke ji rêzêye ku her sal tê pêkanîn e. Ji ber ku her perwerdeya ku tê destpêkirin çalakiyeke li hemberî êrîşên dijimin e. Em spasiya hemû mamosteyan dikin û ji bo dema nû ya perwerdeyê jî em serkeftinê dixwazin.”

Dewreya perwerdê ya Şehîd Avînar bi gerandina govendê bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar