Ticker

10/recent/ticker-posts

Balafirên keşfê li ser Mexmûr digerin

Balafirek keşfê ji danê siharê ve li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê digere.


Balafirek keşfê di van kêliyan de bi nizmî li ser asîmanê wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê digere. Nayê zanîn bê ka balafira keşfê girêdayî koalîsyona navnetewî ye, yan jî yadewleta Tirk a dagirkere.

Lê li gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, balafir tenê li ser asîmanê wargehê digere, ev jî derdixe holê ku balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker be.

Hêjayî gotinê ye di 29’ê Tebaxê balafira bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk a dagirker xaniyek penaberên Mexmûrê kiribû hedef. Di encama êrişa hovane de welatiyê bi navê Ebuzêt Abdullah şehîd ketibû. Ebuzêt Abdullah bavê 6 zarokan bû..

Yorum Gönder

0 Yorumlar