Ticker

10/recent/ticker-posts

Berpirsên polîsan ên Mexmûrê serdana konê sersaxiyê kirin

Berpirsê Navenda Polîsan ya li Wargeha Mexmûrê Emîd Eyand, serdana konê sersaxiyê yê Şehîd Ebûzêd Abdullah kir. Piştre li cihê êriş pêkhatî lêkolîn kir. Hevserokê Meclîsa Gel Yusuf Kara ji berpirsê ewlehiyê re got, “Ev bû çend car lêdanên bi vî awayî li nava wargehê çêdibin, lê kes ji we nehatine, wek pîvanên yasayî jî we pirsa van bûyeran nekirine. Ji ber van sedeman em ji we pir dilgiranin.”


Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk malek penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû. Ji bo Ebuzêd li ber der malê konê sersaxiyê hatiye danîn.

Berpirsê Navenda Polîsan ya li Wargeha Mexmûrê, Emîd Eyad hem ji bo lêkolîna cihê bûyerê û hem jî ji bo sersaxî li malbata Ebûzêd re bixwaze serdana konê sersaxiyê kir.

Hevserokê Meclîsa Gel a Wargehê Yusif Kara ji berpirsê polîsan Emîd Eyad re helwesta gel ya li hemberî hikumeta Iraqê anî ziman û got: “Hûn jî dizanin em di bin gefên dewleta Tirk a faşîst de ne û hûn jî parêzvanên me ne, her çiqas rastîbe yan jî ne rastî be em we wisa dizanin. Ev sê rojin ev bûyer pêk hatî, pêwîst bû ku lijneyek ya hikumî, ya parêzvanî, ya şurte yan jî ya îstixbaratê serlêdana cihê bûyerê bikirba ka çi bûye. Ji ber ku xaka Iraqêye û 300 km dûrî xaka Tirkiyê ye û tê êrîş dike, di van aliyan de em wek gelê wargehê em vê qebûl nakin. Ez wek berpirsê vê wargehê gomana min ji van bûyerên ku çêdibin de heye. Ez dibêjim wê demê hikumeta Iraqê, polîs, şurte û îstixbareta Iraqê destê wî di vî karî de heye. Ev bû çend car lêdanên bi vî awayî li nava wargehê çêdibin, lê kes ji we nehatine, wek pîvanên yasayî jî we pirsa van bûyeran nekirine. Ji ber van sedeman em ji we pir dilgiranin. Emê wek gel jî wê helwesta me hîn cûdatir be. Di vê hun wek berpirsên hikumetê vê daxwaza me bigihînin navenda xwe.”

Piştî axaftina Hevserokê Meclîsa Wargehê Yusif Kara, bi hevre li wan malên ku zerer dîtîn geriyan, destpêkê çûn mala Ebûzeyd Abdula lêkolîn kirin û ji hevjîna şehîd û zarokên wî re gotin: “Em hatine cihê bûyerê lêkolîn bikin, emê vana hemûyan bikin dasyayek û bişînin cihê peywendîdar ku hun bikaribin dewaya vê bûyerê bikin. Ezê rojekê werim îfadeya we bigrim û şikayeta we li ser kê hebe ezê ji bo hakim bişînim. Hun mirovên bê çekin çawa dibe ku bi balefiran êrişî we bike? Ev li gorî qanûnan jî nabe. Ev 20 salin asîmanê Iraqê ji bo wan vekiriye tiştek ji destê me jî bê nîne. Kî li kuderê be mafê wî heye ku li hemberî êrişan mafê xwe bipirse. Emê van parçeyan bibin lêkolîn bikin ka çi cure çekeke. Gelê Kurd gelekî mexdûre heqê kesekî nîne êriş bike ser wan.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar