Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Roja aştiyê heye lê aştî nîne’

Dayikên gerîlayên azadiyê yên li wargeha penaberan a Mexmûrê destnîşankirin ku roja aştiya cîhanê heye, lê li cîhanê aştî bi xwe nîne û gotin: “Yên ku çekên kîmyawî qedexe dikin, bi rêya dewleta Tirk li ser gelê Kurd dibarînin. Divê Kurd xwedî li Kurdbûna xwe, zarokên xwe û bi taybet li Rêberê xwe derbikevin, ji ber bi azadbûna Rêber Apo re wê aştî û azadiya gelan jî were.”

FARQÎN KARA - ROJEV

Di 1’ê Îlona sala 1939’an de artêşa Elman di bin fermandariya Adolf Hîtler de Polonya dagir kir û Şerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kir. Ev şer bû sedema mirina 50 mîlyon mirovan. Piştî vê yekê ev roj, li hemû cîhanê weke ‘Roja Aştîyê ya Cîhanê’ hat îlankirin. Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ye de jî li dijî gelê Kurd li her derê êriş tên kirin û komkujî pêktên. Bi taybet dewleta Tirk dijî Şengal, Mexmûr, Rojava û Başûrê Kurdistanê êrîşên xwe di vê rojê de jî berfirehtir kiriye. Her roj bi dehan mirov têne kuştin û bi hezaran mirov ji cih û warên xwe dibin.

Dayikên gerîlayên azadiyê yên li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li ser 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bi rêya ajansa me peyamên xwe parvekirin.

‘Roja aştiya cîhanê heye, lê li cîhanê aştî nîne’

Dayika du gerîlayan Fatma Yusif di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku roja aştiyê ya cîhanê heye, lê ji bo Kurdan ti aştî nîne û wiha axivî: “Li deverên din yên cîhanê dibe aştî hebe, lê ji bo me ti aştî nîne. Ji bilî şer, zordarî heta kîmyabaranê zêdetir tiştek din neketiye para me Kurdan. Ma xweda Kurdan bê ax û bê maf daye? Mane wan jî xwedî ax, welat û maf daye. Lê gelê Kurd di vê cîhanê de bê par hatiye hêlan. Qala mafê mirovan tê kirin, lê di cîhanê de ti mafê mirovan nîne. Em mafê xwe, aştî û biratiyê dixwazin.”

Fatma Yusif

‘Em dibêjin bese’

Fatma di dewama axaftina xwe de destnîşankir ku bi salane zordariya dewleta Tirk li ser gelê Kurd tê meşandin û domand: “Em dibêjin bese. Bila êdî her Kurdek xwedî li Kurdbûna xwe derbikevin. Di dawiyê de çi dibe bila bibe, dewleta Tirk her dijmine. Kurd bi xwe dijminê xwe ye. Ger ku hemû Kurdan bi hevre yekîtiya xw avakiriban û daxwaza aştî û biratiyê bikiriban, wê demê emê jî xwedî maf, ax û welatbûna. Xaka me dagirkirine, em li ser axa xwe koçberbûne.”

‘Di ber kulmek pere de zarokên xwe înkar dikin’

Fatma balkişand li ser bêdengiya dayîkên Tirk û got: “Ma dayîkên Tirk nabînin, zarokên wan tên li serê çiyan tên kuştin. Lê dayîkek na rabe bêje, hun zarokên me dibin ku, çi li zarokên me dikin. Cenazeyên hemûyan li wir mane, lê pirsa zarokên xwe nakin. Di berdêla kulmek pere de înkara zarokên xwe dikin. Em di welatek azad de bi zarokên xwe re jiyankirinê dixwazin.”

‘Divê hemû dayîk dest bidin destê hev’

Fatma Yusif di dawiya axaftina xwe de daxwaz li tevahî dayîkên Kurd, Tirk û Ereb kir ku bila dest bidin destê hev û divê roja aştiyê de aştî û azadiyê bixwazin: “Dilê hemû dayîkan dişewite. Ji aliyê din yê cîhanê tên di nava me de şer dikin şehîd dibin. Dilê wan dayîkan jî dişewite. Ne zarokên Kurdan ne yên Tirkan ne yên kesê bila neyên kuştin.”

‘Dixwazin koka Kurdan wêran bikin’

Her wiha Cemîle Osman ku kurek û keçek wê di nava refên gerîla de ne di derbarê heman mijarê de axivî.

Cemîle Osman da zanîn ku 1’ê Îlonê weke roja aştiya cîhanê îlan kirine, lê li cîhanê aştî nîne û wiha pêde çû: “Dema em li Kurdistanê binêrin, zilm, kuştin, girtin her cure tengavî li ser me heye. Ji meha Nîsanê ve li ser çiyayên Kurdistanê bombebaran tê kirin. Çekên qaşo qedexekirine ku pêwîste li ser mirovan neyê bikaranîn, li çiyayên Kurdistanê li ser gerîlayan, xwezayê û her tiştên zindî û ne zindî dibarînin. Her cure zilm li ser Kurdan tê ferzkirin. Li Rojava jinên Kurdan, zarokên Kurdan tên qetilkirin. Ti mirovahî, merhamet û wijdan nîne, her kes her tiştek dibêje, lê dema mijar dibe Kurd hemû dest didin destê hev û li dijî Kurdan dibin yek. Ji bo Kurdan ti maf nehatiye dayîn ji bilî komkujiyan. Dixwazin koka Kurdan wêran bikin.”

Cemîla Osman

‘Yên çekên kîmyayî qedexekirîn, bi xwe didin Tirkiyê’

Cemîle Osman eşkerekir ku li pêş çavê cîhanê rojê bi dehan car çiyayên Kurdistanê tên kîmyabarandin û dibêje: “Emerîka, Rusya û Elmanya bi xwe wan çekan didin dewleta Tirk û Tirkiye tîne li ser zarokên Kurdan dibarîne. Bi xwe wan çekan qedexe dikin, lê bi rêya dewleta Tirk li ser Mexmûr, Şengal û Rojava dibarînin. Ma çi heqê wan heye? Ti heqê wan nîne wisa dikin. Ma mafê mirovan eve? Rêber Apo ewqas sale di girtîgehê de ye, lê heta niha jî bi fikir û îradeya xwe gelê Kurd rêve dibe. Ne tenê gelê Kurd, tevayî gelên cîhanê fikir û felsefeya wî diparêzin û piştgirî didin. Dewletên zordar hêza Rêber Apo dibînin, naxwazin xweşî û aştiyek bikeve cîhanê bi taybet Kurdistanê. Lewma Rêber Apo di girtîgehê de digirin.”

‘Aştî û azadî di azadbûna Rêbertî de ye’

Cemîle di dawiya axaftina xwe de ev bang li tevayî gelê Kurd kir: “Xwedî li Kurdbûna xwe, zarokên xwe û bi taybet li Rêberê xwe derbikevin. Bi azadbûna Rêber Apo re wê aştî û azadiya gelan jî were.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar