Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi sedan kes diçin taziya Şehîd Ebûzêd Dêrhînî

Bi sedan şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çûn taziya Ebûzêd Abdullah Ubeyd  Dêrhînî ku di 29’ê Tebaxê de di encama êrişa balefirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd ketibû.


Di 29’ê Tebaxê de balafirek bê mirov û bi çek ya dewleta dagirker a Tirk malek penaberên wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encama êrişê de welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd şehîd bû. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) konê sersaxiyê ji bo Ebûzêd Abdullah ku di encama êrişa balafira dewleta Tirk de şehîd bû, hate danîn.

Şêniyên wargehê û saziyên wê bi awayek girseyî serdana konê sersaxiyê kirin. Di kesayeta şehîd Ebûzêd de ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin, piştî rêzgirtinê li ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê Yusif Kara axivî.

Yusif Kara di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatê, Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û tevahî gelê Kurd re xwest û got: “Emê şopdarê rêya heval Ebûzêd bin, emê wisa nekin dijmin bêje min çavê wan tirsand, ew nikarin êdî di wargeha şehîdan de liber xwe bidin û wê têk biçin. Em vê sozê didin em ji hemû gelê xwe re dibêjin pêwîste em ruhê wî di mala xwe de, di kolanên xwe de, di cîranên xwe de bidin avakirin ku em bikaribin bi dijmin û xayînan re çok bidin danîn.”

Li ser navê malbatê jî Şahîn Dêrhînî axivî û destpêkê xêrhatina gel kir û wiha axivî: “Me û heval Ebûzêd de demên zor û zehmet de gelek kar û xebat bihev re meşand. Heval Ebûzêd ticaran ji bo berjewendiyên xwe yên kesî û malbatî tiştek nekiriye. Hertim ji bo berjewendiyên gel, welat û doza ku di nav de cih digirt xebat dimeşand. Serê Serokatiya me, gelê me û kesên ku di bin şert û mercên zor û zehmetiyan de li berxwe didin sax be.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namirin”  hatin avêtin.

Tazî berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de îro şandek Malbenda 20 ya Qereçox ya Yekîtiya Nîştimana Kurdistan YNK’ê jî serdana konê sersaxiyê kiribû û sersaxî ji malbatê re xwestibû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar