Di berbanga sibehê de deriyê dilê bêdeng hat lêxistin. Mifta ku ser deriyê hest, raman û xeyalan hat şikandin. Mêvanê ku ji dûr hatî îro dibû xwediyê mala dilê bi hesret û serhildêr. Çavê xwe digerand guh dida dengê bêdengiya di hindir de. Destê xwe dirêjî wêneyê ser dika dilê serfiraz û şewat dikir. Qêrînek ji kûr ji dika dil dihat û digot; “Min baş guhdar bike û nas bike. Ji ber ku îro pênase û lêvkirina xeyalên min yê zaroktî û hêviyê zarokên wek min dikî”. “Giyana min wek bayê Biharê her sibeh û êvar ber bi ew sineya ku di hemî hebûna min de dijî ve hêl dibe û diçe ber deriyê dilê wê û hêlîna xwe di nava dû xwişkên ku hevre dilîzin de cih dike. Heta ku bayê xewin û xeyalên min digihêje wan kêliyan, ez hemî jan û êşê ya ku di qefesa singa min de xwe lêdide, dihesim”. Mêvan piştî van gotinan guhdar dike tekoşerên têkoşîna Kurdistan carek din nas dike.
Hevala
Cîhan Zagros ango bi nas nav Besna, emê ji xwişka wê Helîm guhdar bikin. Heval
Cîhan di sala 1980’an de li Geverê kînerêş, di nava malbatek welatparêz de dayîk
dibe. Ew hestên welatparêziyê dihişt ku Cîhan ji zarokên temenê xwe cûdatir
mezin bibe, di heman demê de jî dibû sedem ku Cîhan hîn zûtir bikeve nava
lêgerînên jiyanê. Hîna di zaroktiya xwe de heskirina xwe ya bi xwezayê û
lawiranre bala malbat û civakê dikşîne. Bi taybetî jî heskirina wê ya bi hesp û
siwarbûna hesp weke ku tevahî rengên gerdûnê li ser tabloyêke hatibe neqişandin
xwuya dikir. Cîhan ji keç û xortên derdora xwe cûdatir tevdigeriya. Her çiqas
zanebûnek kûr nebe jî, lêgerînên wê, ew weke li ser pişta hespê azadiyê
dibezand ber bi rasteqiniya jiyanê ve. Kar û xebatên ku di nava malbatê de
dikir ew têr nedikir û bi bav û mamên xwe re tevgerînên ji temenê xwe mezintir
û ji rastiya civaka ku bi pergala feodalîzmê hîn cûdatir hebû. Heman demê heval
Cîhan çûyîna dibistanê jî qebûl nedikir û digot; ‘ez ferdek ji civaka Kurdim û
dixwazim bi zimanê xwe bixwiynim û binivsînim.’
Xwişka
hevala Cîhan, dema qal dikir û digot, me zaroktiyek hem ji milê temen hem jî ji
ber êrişên neyaran wek dû hevalên zaroktî hevre ne jiyan kirina xwe bi xemgînî
gotinên xwe de jî dida diyar kirin. Weke her malbatek xwedî rûmet û xaka xwe ve
girêdayî beramberî êrişên dijmin serî natewînin û jiyana li ser singa welatê
xwe penabertî jiyan kirinê hildibijêrin. Hevala cîhan pêvajoyên penabertiyê
heya dema Wargeha Etrûş jiyan dike. Gerîlatiya herî zor û zehmet di temenê xwe
yê biçûk de jiyan dike. Êrişên dijmin yên bi hovane, girêdanbûna civaka xwe, ji
bo rûmeta xwe têkoşîna malbata xwe ji nêz ve dibîne û jiyan dike. Dema ku
tevahî rastiyên jiyana civaka Kurd dibîne dest bi xebatê dike. Ji bo ciwan rast
werin perwerdekirin û tevgerandin xebatê ciwanan de cîh digre. Lê piştî demek
şûnde dibîne ku ev yek ji bo bûyîna bersiv kême, biryarek nû dide. Heval Cîhan
li Wargeha Etrûş biryara têkoşînê, rûmet û serkeftinê dide û bi komek hevalên
xwe re 05.05.1995’an tevlî nava şoreşa azadiyê dibin. Piştî tevlîbûna hevala
Cîhan malbat carekê diçin serdana wê û keça xwe di nava jiyana gerîla de
dibînin û hestên ku rûmeta welat heskirinê ji kûr de jiyan dikin. Her wiha
dibînin ku hevala Cîhan xwe ferî xwandin û nivîsandinê kiriye û xwe pêş xistiye.
Rêheval Cîhan di qadên gelîla de, di demek pir kurt de xwe pêş dixe û dibe
fermandara mangê.
Her
çûyîn nabe çûyîn, nabe xatir xwestin û nabe dûrketin. Ji ber ku pir çûyîn hene
ku bê wextin. Şopên gavên mayî li ser patîkayên gerîla niha dibe rênçber, rênas
û rêheval. Her çiqas
çûyîna hevala Cîhan jî bê wext bû, lê şopên jiyana wê serkeftina mîsoger a
Kurdistanê ji bo me kiriye erk û berpirsyarî. Hevala Cîhan 1997’an li Gare di nava
şerê îxanetê de bi komek hevalê xwe ra ketin nava karwanên lehenga.
0 Yorumlar