Ticker

10/recent/ticker-posts

15’ê Tebaxê di xebatê me de gavek e - Beşa 2

Tu çiqas xwe pêk bînî, tu dê ewqas li hember dijminê xwe bisekinî. Dibêjin wiha girt wiha kuşt. Bi rastî parçe parçe dike. Hûn vê bizanibin, dijminê xwe nas bikin, çi wehşet hebe wê dike. Pir mirovên me hay jê nîn e, xafîlin, nizanin dijmin bi çi awayî lê dide. Di xewê de gelek çûn. Hûn baş dibînin ku ronahiya me çêkiriye, naskirina dijmin a me deraniye holê bê mînak e. Lê belê dîsa jî nikare hişyar be. Mirovên me di xiyanet û xefletê de ye. Mirov ji zeyifbûna we jî direve, ditirse. Ev meseleyeke mezin e, arê niha jî ne arekî weke berê ye. Ku cesareta we hebe jî ne bese, aqil jî hebe ne bes e. Ji aqil û cesaretê bêhtir jî tişt ji mirov tên xwestin. Li hêlekê sebir, li hêlekê lezgînî û bez, li hêlekê berxwedan, li hêlekê dil; tu dê van tevan weke hev derxî. Ku tu yekî kêm bikî, ne di dem ê de bimeşî, tu dê bikevî. Tabî yên weke we hay ji van tiştan tine ne, sed salan jî li ser xwe bisekinin ez texmîn nakim xwe pê gihînin, nikarin. Berdin hûn, hevalên me yên 10-20 salan di nava xebatê de nikarin meseleyan ji hev derxin. Tabî hinekî hesasiyeta me heye. Di çi dem ê de bi çi awahî çêbibe, di ser vê de hesasiyet heye. Gava di cih de mirov dikare çêbike. Me heta niha çêkirin. Li paş nakeve. Ew gavên me avêtin qetiyen paşketin çênebû. Ew kurdên weke din, heta dewletên hene li hember vî dijminî çiqas dikarin bisekinin? Serokên wan berê me dîtin; Talabanî, Barzanî dijmin dike kongreya xwe ya dawiyê de. Çawa tenezûlî dijmin dikin ewqas kêfa xwe xweş dibin, ketine, bi dijmin re têkiliya çêdikin. Hevalê me lawaz in, hîn nikarin xwe biparêzin. Em naxwazin dilê wan bişkînin. Di çil û pênc salên me de yên bîstsalî di nava we de pirin, weke miriyanin. Her roj deh caran ez nebêjim wiha wiha bikin, nikarin du gava bavêjin. Hebûna gel, li hember dijminekî pir wehşî di şer de dilê mirov di rojekê de diçire. Yek were mala te çendekan li te bixe û çendekan ji te bikuje tu dêhn bibî. Yê we, ne her roj çendek, ne di cihekî de li we dixe, dikuje. Ku xwe girîkin, badin şerma mezin e, ji me bêhtir jî tiştek tune ye. Li dor xwe dinêrim, li hevalên xwe dinêrim tev bê çare ne. Demekê em xwe sist bikin nizanim wê bi xwe çibikin. Ne pir hişk ne pir nerm. Yanî wiha şêwazekî bişopînin ku bila bimîne. Li gorî halê we ji we çi hate xwestin hûn ê wê bikin. Ji me tevan, ji we çi hat xwestin, kêfa we, quweta we çiqas rakir wiha bikin. Bi sebreke mezin, ji vê bêhtir jî bi çêbûnê li gorî we mirov xwe ayar bike. Ku nebe nabe. Ne wiha be hûnê çi bikin. Ne hûn dikarin me bişopînin û ne jî mecala we heye hûn bimeşin. Her roj van hesaban dikin, ev şer çawa dimeşe, hûn jî niha meraq dikin. Şere, hûn jî nezîk bûne, bi çi awahî meşiya, ji vê şûn de wê bi çi awahî bimeşe? Dixwazim li ser vê hinekî we ronahî bikim. Ji bo vê ez van tiştan dibêjim.

DAWΠ

RÊBER APO

Yorum Gönder

0 Yorumlar