Li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê 3 teqînên li pey hev pêkhatin.
Li gor nûçeya MA’yê, li Fermandariya Tugaya Cendirmeyên Komando ya Çakirsogut a Şirnexê li pey hev 3 teqînên mezin pêk hatin. Piştî teqînê dûman ji tugayê bilind bû. Nehat zanîn bê ka ev teqîn ji ber çi çêbûne.
Piştî teqînê li herêmê liv û tevgera leşkerî dest pê kir.
Têkildarî teqînê heya niha tu daxuyanî nehatine dayîn.
0 Yorumlar