Komîteya Hevgirtina bi Malbatan Şehîdan a re ya PKK’ê diyar kir gerîlayê azadiya Kurdistanê Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo) di 19’ê Îlona 2019’an de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd ketiye.
Komîteya Hevgirtina bi Malbatan Şehîdan a re ya PKK’ê
derbarê şehadeta Delîl Welat ev daxuyanî da.
“Li hemberî êrîşên dewleta Tirk, mêtingeriya modernîteya
kapîtalîst û hevkariya xayîn ji bo gelê Kurd qir bike û Kurdistanê dagir bike,
gerîlayên azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metîna û Botan di serî de li her
axa welatê me berxwedaneke destanwerî dike ku qehremaniya deman derbas dike. Di
vê serdema dîrokî bîranîna şehîdên me yên nemir, parçekirina qirkirinê ya li
ser rêberiya wan û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dibe pêdiviya sereke ya
girêdana bi bîranîna wan. Şehîdên me afirînerên sereke yên jiyaneke bi rûmet
in. Li ser vî esasî di her kêlîka jiyana xwe de divê em li hemberî qirkirin û
dagirkeriyê têkoşînê geştir bikin, em şehîdên xwe bikin jiyanê û têkbirina
dijmin çawa ku ji bo me rêgezeke exlaqî ye, bi qasî wê jî peywireke mezin a
rêhevaltî û welatparêziyê ye. Wan di şertên herî giran de canê xwe li hemberî
qirkirin û dagirkeriyê kirin mertal.
Li her bihusteke axa Kurdistanê ya ku mala gelan e, wan
xwîna xwe herikandin, bûn hêvî û ruhê jiyaneke azad.Gelê me yê welatparêz
zarokên xwe yên herî bijart ji bo azadiya welat ber bi nemiriyê ve şandin. Em
serbilind in ku em hevrêyê wan in. Em bawer in malbatên hêja yên şehîdên me yên
qehreman wê hemû gelê me yê welatparêz baweriya jiyana azad a ku wan ji me re
mîrate hiştine û li hemberî bawerî û qirkirinê israra wan a berxwedanê,
bidomînin û ji ber vî tiştî serbilind in. Li ser vî esasî di 19’ê Îlona 2019’an
de di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de hevalê me Delîl Welat (Hasan Mahmûd Bozo)
tevlî nav karwanê nemiran bûye. Em di şexsê hevrê Delîl de hemû şehîdên şoreşê
bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbata Bozo û gelê xwe yê welatparêz re
dişînin.
Di nav xebatên çandê yên şoreşê de cih girt
Hevrê Delîl Welat di sala 1993’an de di nav malbateke
welatparêz de ji dayik dibe. Di salên pêşîn ên geşedana têkoşîna azadiya
Kurdistanê ya ku bi pêşengiya PKK’ê hate destpêkirin, malbat û derdora wî
têkiliyê bi têkoşîna azadiyê re datîne. Di 15’ê Tebaxa 1984’an de piştî pêngava
gerîla ya mezin li her dera Kurdistanê tevlêbûna nav refên gerîlayan çêdibe, ji
Rojava jî ya ku hêviya jiyana azad a dinyayê ye jî bi hezaran jin û mêr ji bo
ku Kurdistan ji dagirkeriya dijmin rizgar bibe, tevlî nav têkoşînê bûne.
Ji bajarê Amûdê jî yê ku berê berxwedaneke mezin tê de hebû,
gelek kes tevlê bûne û zarokên nû ji dayik bûne bi van çîrokên tevlêbûnê mezin
bûne. Heval Delîl Welat di nav rastiyeke wisa de mezin bûye. Li ciha ku lê
mezin bûye bi taybetiyên xwe yên li ser biryara xwe, ji bo baweriyên xwe heta
dawiyê têbikoşe bal kişandiye ser xwe. Dema ku gihişt ciwaniya xwe, axa ku ew
lê ji dayik bûye malovanî ji şoreşeke mezin a civakî re kiriye. Şoreşa neteweya
demokratîk a Rêber Apo li Rojava zindî dibe. Di sala 2012’an de dema ku li
Rojava pêvajoya şoreşê dest pê kir, hevalê me Delîl Welat jî tevlî nav xebatên
çandê yên vê şoreşê bû. bi hezkirin, hêviya jiyana azad, coş û kenê li ser rûyê
xwe bû kessê herî bi biryar û ciwan ê şoreşê.
Di pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo de cih girt
Heval Delîl ji bo rizgarkirina welatê xwe û ji bo ku gelê wî
di hewirek azad de bijî, ji Rojava tevlî dibe û kedek mezin dide. Xwişka wî ya
mezin beriya wî tevlî têkoşîna azadiyê dibe.Her çiqas ev coş bandor li Delîl
kiribe jî, bandora sereke girêdana wî ya mezin a ji bo şehîdan bû. Di wê
baweriyê de bû ku divê ji bo her şehadetê tol bê hildan û li gorî wê jiya. Li
ser vê bingehê şehadeta hevalê me Delîl Hesekê bû sedema herî mezin ku hevrêyê
me Delîl di nava têkoşîna azadiyê de cih bigire. Piştre di sala 2013’an de dema
ku hevalê Welat Botan ê ku pê re xebitî şehîd ket, biryar da ku bibe têkoşerê
azadiyê û navê xwe weke Delîl Welat diyar kir. Heval Delîl ê ku di hemû jiyana
xwe de karîbû bibe kesekî cuda, bi tevlîbûna xwe jî ferqeke mezin çêkir. Heval
Delîl ê ku bûye nîşaneya girêdanbûna bi şehîdan û welat re, tevlîbûna xwe ya
PKK’ê, bi coşek mezin tevî malbata xwe pîroz dike. Coşa ku wî ji bo tevlîbûnê
hîs kir, di meşa wî ya pêş de jî tu carî neguherî.
Hevrêyê me Delîl Welat di sala 2013’an de li dijî çeteyên
DAÎŞ’ê yên ku dewleta Tirk a dagirker û mêtîngerên modernîteya kapîtalîst ew
xwedî kirine, bi awayek çalak tevlî Pêngava Şehîd Rûbar Qamişlo bû û ji bo
rizgarkirina Rojava rolek mezin di têkbirina çeteyan de lîst. Hevrêyê me Delîl
ku piştî di şer de birîndar bû di qada tenduristiyê de dest bi xebatê kir, bû
xwediyê pratîkeke ku di rêhevaltiyê de kûr bû, li ser esasê kûrbûna di
felsefeya Rêbertiyê de jiya û têkoşîna li dijî dijmin ji xwe re weke erkeke bingehîn
dît. Ji bo heval Delîl rast jiyîn, her tim bûye pîvan ji bo wî. Ruhê wî
serkeftinê ku tu astengiyan nas nake, bi jêhatiya xwe yê pratîkî gelek
pêşketinan pêk tîne.
Li Xinêrê bû gerîlayekî serkeftî
Heval Delîl Welat ku di sala 2017’an de ji bo bibe têkoşerek
azadiyê yê bi hêztir, di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û PKK’ê baştir nas
bike, li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan perwerde dibîne. Hevrêyê me Delîl
Welat ê ku encamên xurt ji perwerdeyê girt, ruhê mezin ê 15’ê Tebaxê qezenc
dike û li Qada Xinêrê dibe gerîlayekî jêhatî.
Heval ku ji kêliya yekemîn heta şehadeta xwe di dilê
hevrêyên xwe de cih girt, felsefeya Rêber Apo di jiyanê de zindî girt. Hevrêyê
me Delîl Welat ku heta Îlona sala 2019’an bêyî ku ji coş, heyecan û meşa xwe ya
biryardar paşve biçe, bi hezkirineke mezin ber bi her xebatê meşiya. Di 19’ê
Îlona 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya ji aliye dewleta Tirk a dagirker li
Herêma Parastinê yên Medyayê pêk anî, tevlî karwanê nemiran bû. Weke hevrêyên
têkoşer em careke din di şexsê rêhevalê xwe Delîl Welat de hemû şehîdên şoreşê
bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku em ê xeyalên wan pêk
bînin û bi têkbirina dijminên qirker ên faşîst re bigihêjin Rêbertiya azad û
Kurdistana azad.”
Agahiyên nasnameya şehîd Delal Welat wiha ne:
Navê kod: Delîl Welat
Nav paşnav: Hesen Mehmûd Bozo
Cih û Dîroka Ji Dayikbûnê: 1993/Amûdê
Navê Dayikê: Alya
Navê Bav: Mehmûd
Dem û Cihê Beşdarbûnê: 2013 /Amûdê
Dem û Cihê Şehadetê: 19’ê Îlona 2019 / Herêmên Parastinê yên
Medyayê
0 Yorumlar