Serdana Nancy Pelosî ya li Tayvanê ji 24 saetan kêmtir domiya. Pelosî di serdana xwe de diyar kir ku gefa Çînê li ser giravê heye û ew ê giravê neterikînin.
Di 25 salên dawîn de cara pêşîn rayedareke payebilind a DYE diçe serdana giravê.
Artêşa Çînê li gorî saeta herêmî di dahnê nîvro de li heft qadên nêzî rêyên bazirganî yên Tayvanê tatbîkateke mezin a leşkerî kir.
Kanala CCTV ya Çînê diyar kir wê tatbîkat heta roja Yekşemê bidome.
Artêşa Tayvanê jî diyar kir ‘Ew li şer nagerin û amadekariyên şer kirine’
Hinek qadên tatbîkat lê hatine kirin, 20 kîlometre dûrî peravên Tayvanê ne.
Rayedarên Pekînê diyar kir piştî serdana Pelosî ev tatbîkat ‘hewce ne û tevdîreke rewa ne’.
Nûnerê Bilind Polîtîkaya Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell jî tatbîkat şermezar kir.
Pekîn girava Tayvanê wekî axa xwe dibîne û diyar dike heke hewce bike wê ‘tundiyê pêk bîne.’
0 Yorumlar