Ticker

10/recent/ticker-posts

NPG: PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BAWERIYA BI AZADIYÊ AFIRANDIYE

NPG: Em sala 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê û Cejna xwe ya Vejînê bi serbilindiyeke mezin pêşwazî dikin. Li ser bingeha nirx û destketiyên şerê me yê rewa yê çekdarî, bi baweriyeke hîn mezintir em ber bi serketinê ve dimeşin.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera Pêngava 1%'ê Tebaxê daxuyaniyek weşand. Fermandariyê got, "Salvegera 38'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ku Cejna Vejîna Neteweyî ya gelê Kurd e, di serî de li mîmarê vê vejînê û kedkarê herî mezin li Rêber Apo, li malbatên me yên şehîdan, li gelê me, li dostên gelê me û hevrêyan hemûyan pîroz be."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Pêngava 15'ê Tebaxê ya Mezin, ji bo gelê Kurdistanê pêngaveke nû, bidawîkirina serberjêriya dîrokê, destpêkirina paşerojeke berz, jinûve afirandina nirxên esîl, mîlada destpêkirina têkoşîna bidestxistina nasname û azadiyê ye. Gelê me ku kûrahiya girîngî û wateya vê roja pîroz a dîrokî têgihişt, 15'ê Tebaxê her sal bi coş û kelecaneke mezin weke Cejna Vejîna Neteweyî pîroz dike. Destpêkirina têkoşîna me ya vejîn û rizgariyê, afirandina nirxên herî mezin ji bo gelê me û xwegihandina vê serdemê bi saya şerê şehîdên me yên leheng bû, ku canê xwe feda kirin. Di şexsê afirîner, fermandar û sembola pêngava me ya 15'ê Tebaxê fermandarê me yê mezin ê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) de şehîdên me hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînin, li pêşiya bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, soza xwe dubare dikin ku li ser xeta şehîdan bêyî ku tawîzê bidin em ê bimeşin û armancên wan teqez bi ser bixînin.

PÊNGAVA 15'Ê TEBAXÊ BAWERIYA BI AZADIYÊ AFIRANDIYE

Atmosfera ku Pêngava 15'ê Tebaxê lê destpê kir, her wiha rojên beriya wê ji bo gelê Kurd tarîtiyeke welê bû ku navê gelê Kurdistanê nedihate bilêvkirin, nasnameya we dihate înkarkirin, nirxên xwe hemû hatibûn talankirin, Kurdistan bi temamî di bin dagirkeriyê de bû. Ji bo şikandina mêtingeriya giran a li ser gelê Kurd, pêngava dîrokî û meşa azadiyê ya Rêber Apo bi PKK'ê şênber bû. Hevrê Mazlûm Dogan bi sê derbikên niftikê agirê berxwedanê dada, Çaran û Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê geş kirin û bi pêşengiya Fermandar Egîd di 15'ê Tebaxa 1984'an de Fîşeka Destpêkê hate teqandin. Ev yek bû mîlada destpêkirina şerê me yê hebûn û azadiyê. Di demekê de ku kesî xeyal nedikir ku fîşekekê jî berde dewleta Tirk a faşîst û cûntaya 12'ê Îlonê, pêkanîna çalakiyeke bi vî rengî leheng û destpêkirina têkoşîna gerîla bû sedem ku gelê Kurd ji her alî ve rabe ser xwe. Li gel aliyê leşkerî yê encamgir û serketî yê Pêngava 15'ê Tebaxê her wiha ji aliyê îdeolojîk, neteweyî, civakî û çandî ve jî rê li ber vejînê vekir, hêvî û baweriya bi azadiyê afirand. Li ser bingeha vê bawerî û hêviyê têkoşîna çekdarî hate meşandin û li Kurdistanê şoreşa civakî, şoreşa jin a azad, şoreşa mejî û şoreşa çandî pêk anî.

Hêzên hegemonîk ên navneteweyî û dewleta Tirk a qirker ku hîn jî dest ji înkarkirina gelê Kurd bernadin û naxwazin Kurdistan ji statuya mêtingeriyê rizgar bibe, di vê helwesta xwe de hîn jî bi israr in. Gelê Kurd ku di sedsala dawî de ewqasî kiryarên înkar, îmha û qirkirinê lê hatin kirin, êşên gelekî giran kişand û berdêlên mezin da. Tevî vê yekê jî mêtinger dixwazin ku sedsaleke din jî bi gelê me bidin windakirin. Di çarçoveya vê armancê de teknîka şer a herî hov, çekên kîmyewî yên qedexekirî, bombeyên qedexekirî didin dewleta Tirk û dewleta Tirk jî bi van çekan êrîşî gelê Kurd dike. Dewleta Tirk a mêtinger qirker û rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku ji bilî koletiyê jiyaneke din hêjayî gelê Kurd nabînin, çavê xwe sor bûne û bi rengekî dîn û har êrîşî gelê me û tevgera me dikin, sûcên giran ên li dijî mirovahiyê dikin û bi vî rengî dixwazin siyaseta qirkirinê bi ser bixînin. Bi taybetî êrîşên dagirkeriyê yên berfireh ên çar mehên dawî li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê hatin kirin, asta herî bilind a vê yekê ye û dewleta Tirk hêza xwe bi temamî seferber kiriye.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi sûd û baweriya ji Berxwedana Îmraliyê ya dîrokî ya Rêber Apo wergirtî, li dijî van hemû êrîşan bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Li dijî êrîşên heft salên dawî bi taybetî jî çar mehên dawî, sînga xwe kirin çeper, planên dagirkeran têk dibin û ji bo gelê me neyê qirkirin bi rengekî destanî li ber xwe didin. Bi ruhê fedaî yê Apoyî gerîlatiya modernîteya demokratîk bi taktîkên afirîner dixin meriyetê, bi rêbaza şer a tîmên bi tevger û çeper-tunelan, planên dagirkeran hemû xera kirine. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi asta xwe ya berxwedanê, bi fedaîtiya bilind a ku afirandiye, bi îradeya xwe ya ji pola û baweriya xwe ya mezin ji niha ve serketin misoger kirine. Di şexsê hevrêyên me Rohat, Şevîn, Agir, Fedaî, Şaristan, Mizgîn, Viyan, Mîrza, Mahir, Nalin, Siyabend, Binevş, Rustem, Bager, Avzem, Dîdar, ÖOzgur, Zemanî, Qehreman, Zerdeşt, Berfîn, Adil û Ahmed Rûbar de ku bi şerê li ser xeta fedaî bûn Egîdên vê serdemê, em hemû şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin ku derba herî giran li armancên dagirkerî û qirkeriyê ya dewleta Tirk xistin. Em hevrêyên xwe yên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê, Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê û li her herêmên Bakurê Kurdistanê îradeya berxwedana dîrokî nîşan didin, silav dikin.

GERÎLAYÊN AZADIYÊ YÊN KURDISTANÊ BÛN HÊVIYA GELÊN BINDEST

Em sala 39'an a Pêngava 15'ê Tebaxê û Cejna xwe ya Vejînê bi serbilindiyeke mezin pêşwazî dikin. Li ser bingeha nirx û destketiyên şerê me yê rewa yê çekdarî di nava 38 salan de hatin afirandin, bi baweriyeke hîn mezintir em ber bi serketinê ve dimeşin. Êrîşên dewleta Tirk a faşîst ku ti ji rê, amûr û rêbaza têkoşînê ji gelê Kurd re nehiştiye, tenê bi têkoşîna li rewa ya çekdarî hatine pûçkirin. Ji ber vê yekê Gerîlayên Azadiye yên Kurdistanê ji bo gelê Kurd û gelên bindest hemûyan bûne hêvî. Pêngava PKK'ê ya ku tarîtî ji holê rakir, têkoşîna wî ya nîv sedsalê; têkoşîna çekdarî, şerê azadî û hebûnê yê rewa, nîşan da ku berxwedana bi rêbaza gerîla ji bo gelê me û gelên bindest hemûyan çiqasî pêwîstî ye. Ji ber vê yekê dewleta Tirk her roj bi xwînxwarî êrîşî gerîla dike û bi rengekî hovane ji bombeyên taktîk nukleer heta bi çekên kîmeywî hemû çekên qedexekirî bi kar tîne. Beriya niha bi 40 salî jî hin kes hebûn ku bi devê dijmin diaxivîn û bêbaweriya bi têkoşîna gerîla belav dikirin, niha jî kesên bi heman rengî hene. Lê belê baş tê zanîn, têkoşîna azadiyê ya ku bi xwêdan û xwîna bi deh hezaran şehîdan hate afirandin û artêşa gerîla, îro hebûn û nirxên me diparêzin. Eger rastiya dijmin eniya faşîst a ku dixwaze çokê li me bide tewandin îro bi xwe hatibe ber çoktewandinê, bêguman ev yek ji ber şerê fedaî û berxwedana lehengî ya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê ye.

Lewma têkneçûna Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, rastiya meşa ber bi serketinê ve ya bi rêbaza Egîd, rastiya Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî û encamgiriya gerîlatiya serdema nû ispat kiriye. Şerê ku îro gerîla li Zap, Avaşîn, Metîna û her devera Kurdistanê dimeşîne, fedaiyên leheng ên ku berdêlan ji doza azadiyê re didin, şênberiya vê rastiyê ne. Em dixwazin bibêjin ku weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê, sala 39'an a 15'ê Tebaxê bi hêviyeke mezin, baweriya bi serketinê û biryardariya têkoşînê pêşwazî dikin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser şopa fermandarê me yê mezin hevrê Egîd em ê baweriya bi gerîlatiya serketinê mezin bikin û bersivê bidin bendewariyên Rêberê me û gelê me.

Bi vê hêvî û baweriyê em Cejna Vejînê ya 15'ê Tebaxê careke din pîroz dikin, ji hêzên ku ji bo azadiyê li ber xwe didin û têdikoşin re serketinê dixwazin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar