Ticker

10/recent/ticker-posts

Dîmenê çalakiya Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya 24'ê Gulanê

Gerîla TV dîmenê çalakiya Operasyona Tolhildana Şoreşgerî ya 24'ê Gulanê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro hate lidarxistin û çek û cebilxaneyên leşkerî yên hatin rakirin, weşand.


Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê ev agahî dabû:



"Di 24’ê Gulanê de saet 09.30’î dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Şemdîn ê Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bûn, tîmên me yên nîvtevger ji du milan ve xwe bera nav dagirkeran dan û li dagirkeran dan. Hêzên me taktîkên serdema nû di nav hev de bi xurtî bi kar anîn. Kitekitên li ser van çalakiyan jî wisa ye:

Şaxa yekemîn a operasyonê ji nêz ve li çepereke dagirkeran da. Di vê çeperê de 2 dagirker hebûn û her 2 dagirker hatine cezakirin, çeper jî hatiye îmhakirin. Baskê duyemîn ê operasyonê jî çepereke din kir hedef û bi bombeyên destan û çekên ferdî li vê çeperê da. Bi lêdana pêşîn re dagirkeran dev ji çeperên xwe berdan û reviyan. Hêzên me çepera li vir îmha kirin. Dagirkeran dema ku xwestin mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûn hedefa hêzên me, li vir jî 4 dagirker hatin cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok çûn ser çepera dagirkeran, 2 dagirkerên din jî ceza kirin. Hêzên me li vir çekeke BKC, 150 fîşekên BKC û dûrbîneke termal desteser kirine. Hêzên me li çepereke din jî dan û ew çeper jî hatiye îmhakirin.

Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de ya ku tîmên me yên nîvgerok wekî birûskê kirin, 8 dagirker hatin cezakirin, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC, dûrbîneke termal hate desteserkirin û 3 çeper hatin îmhakirin."

Yorum Gönder

0 Yorumlar