Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 1. Komxebata Komîteya Perwerdeyê hat li dar xistin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 1’emîn komxebata Komîteya Perwerdê bi diruşmeya ‘Her mamostayek xwendekarek, her xwendekar cîhanekî diguhere’ hat li dar xistin.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) 1’emîn komxebata Komîteya Perwerdeyê ya Mexmûrê bi diruşmeya ‘Her mamostayek xwendekarek, her xwendekar cîhanekî diguhere’ hat li dar xistin. Komxebat bi tevlîbûna dehan endamên Meclîs û tevahî saziyên wargehê, bi deqeyek rêzgirtin derstpê kir.

Piştî rêzgirtinê mijarên ku hatin axaftin û nîqaşkirin wiha ne:

– Di sîstema dewletê de perwerde.

– Di Modernîteya Demokratîk de perwerde.

– Sîstema dibistanên demokratîk.

– Pirsgirêkên ku di qada perwerdê de tên jiyan kirin.

– Çareseriya pirsgirêkên tên jiyankirin.

Têkildarî vê komxebatê Mamosta Hisên Kara ji me re axivî û di serî de 1’emîn komxebata Komîteya Perwerdê li Rêber Apo, şervanên serê çiya û tevahî gelê Kurd pîroz kir û got: “Ev yekem care ku em komxebatek wisa li dar dixin. Armanca me ji vê komxebatê ewe ku em bizanin pirsgirêk çine û li gor wê çareseriyan peyda bikin. Beriya niha komîsyonek hatibû li dar xistin û têkildarî vê komxebatê, xebatên pêwîst dabûn meşandin. Ev rastiyeke ku dijmin qada perwerdê ji xwe re kiriye armanc û dixwaze li her derê êriş bike û vê sîstemê vala derbixe. Li wargehê kesayetên azad tên afirandin, ji ber wê yekê jî timî di armanca Erdogan de ye. Lê ti caran nikarin tifaqa me bişkînin, ji ber ku em civakek perwerdekirî ne. Evder platformek azad e, her kesê ku bixwaze dikare nêrînên xwe bide. Gelek nîqaşên bi nirx tên kirin û em bi vê yekê kêfxweşin.”

Hisên Kara

Herî dawî pêşniyar û nêrîn hatin girtin û komxebat bi awayekî serkeftî bi dawî bû.










Yorum Gönder

0 Yorumlar