Ticker

10/recent/ticker-posts

PKK: WEKÎ ÇIRÛSKEKE LI HEMBERÎ TARÎTIYÊ RONÎ KIR

Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi wesîleya salvegera 39’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand û diyar kir berxwedana azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kiriye, îro li her dera Kurdistanê li ser rêya serfiraziyê didome.


Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi bîr xist ku Pêngava 15’ê Tebaxê yekemîn fîşeka azadiyê ya ku bera tarîtiya 12’ê Îlonê hate dayîn û bandor li her çar aliyê Kurdistanê kiriye û got “Em mizgîniyê didin her kesî ku em li ser xeta Pêngav û Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê dimeşin û ji her demê zêdetir em nêziktirî azadiyê ne.”

Komîteya Rêvebir a PKK’ê bi wesîleya salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê peyameke nivîskî weşand û diyar kir ku Pêngava Gerîla ya Şoreşger a di 15’ê Tebaxa 1984’an de ku qedera Kurdistan û gelê Kurd guherand, dîroka ku ber bi tunebûnê ve diçe da sekinandin û dîroka azadiyê da destpêkirin, sala xwe ya 38’emîn qedand û dikeve sala 39’emîn.

Di daxuyaniyê de ya ku bi ‘Ji bo gelê me yê welatparêz û hêzên demokratîk re’ dest pê kir û ev tişt hate diyarkirin:

“Em gelê Kurd 38 sal in têkoşîna herî mezin û watedar a dîrokê dimeşînin. 38 sal berê berxwedana serxwebûn û azadiyê ya ku bi çalakiyên Dihê û Şemzînanê dest pê kir, îro Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li her dera Kurdistanê bi çalakiyên me gerîla yên ku li her çar parçeyê Kurdistanê derba kuştinê li dijminê faşîst û qirker dixe û bi çalakiyên gel didome û li ser rêya serfiraziyê didome.

Em di salvegera 38’emîn de Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya ku rêveçûna dîrokê guherand, silav dikin. Di serî de ya Rêber Apo Cejna Vejîn û Gerîla ya 15’ê Tebaxê ya hemû hevrêyan, hêzên gerîlayên qehreman, tevgerên me yên jin û ciwan, gelê me yê welatparêz û dostên me yên şoreşger û demokratîk pîroz dikin. Di şexsê hevrê Egîd ê ku fermandarê nemir ê pêngavê ye, em hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em şehîdên xwe yên 15’ê Tebaxê yên ku bi Seyfettîn Zogûrlû û Mûstafa Yondem re dest pê kir û heta hevrê Atakan Mahîr, Zekî Şengalî û Agît Garzan ve tê, bi hurmeteke kûr bi bîr tînin. Em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê armanca wan pêk bînin û bîranîna wan bidin jiyîn. Di sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê de em ji hemû kesên ku têkoşîna azadî û demokrasiyê re dimeşînin re serkeftineke mezin dixwazin.

WEKÎ ÇIRÛSKEKE LI HEMBERÎ TARÎTIYÊ RONÎ KIR

Wekî ku tê zanîn Pêngava Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya 1984’an Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an anî çiya û nav gerîlayan, ew xist nav jiyanê û gihand ber destê gelê li her çar parçeyê Kurdistanê. Wekî fîşeka azadiyê ya bera tarîtiya 12’ê Îlonê hatiye dayîn, bandor li ser her çar parçeyê Kurdistanê kir. Wekî çirûska li hemberî tarîtiyê hemû Kurdistan û dinya ronî kir. Bi derbên ku li feraset û siyaseta mêtinger û qirkerê xist, ji gel û mirovan re bû hêvî. Her cure koletî, teslîmiyet, xizmeta dijmin û îxanet serûbin kir, fikra serbixwe û jiyana azad afirand. Wekî pêkanîna serkeftî û bi bandor ya fikr û tarza Apoyî, di warê dîrokî de rastiya Xeta Şoreşger a Apoyî îspat kir.

Gelekî zelal e ku Kurdan hemû tiştên li ser navê serxwebûn, azadî û demokrasiyê, li ser esasê Biryara Berxwedana li Zindanê û Pêngava Gerîla ya Şoreşger a 15’ê Tebaxê ya ku ev tişt xistiye meriyetê bi dest xistin. Her cure bîr, rêxistinbûn û çalakî li ser vî esasî pêk hat. Avabûna ji nû ve ya PKK’ê, pêşengtiya gerîlayên qehreman, rêxistinbûna jin û ciwanan, wêrektî û fedakariya dikare her tiştî pêk bîne li ser vî esasî derket holê. Li ser vî bingehî serhildanên gel ên 1990’an derketin holê. Şoreşa Vejîna Neteweyî ya Dîrokî li ser vî esasî hate serxistin û Şoreşa Azadiya Jinan li ser vî esasî hate destpêkirin. Statuya Kurdan a li Başûr ji ber vê pêngavê ava bû û Şoreşa Azadiyê ya Rojava wekî encama yekser a vî tiştî pêk hat.

FERASET Û TARZA JIYANÊ YA NÛ DERKET HOLÊ

Bandora feraset û siyaseta qirker a li ser Kurdistanê tê ferzkirin şikand, ji bo Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn tevgereke ronakbûnê ava kir. Bi ser de hemû dîrok û dinya ronî kir. Wekî berhemeke Rêber Apo, şoreşa feraseteke nû û tarza jiyanê geş kir û careke din mirovayetî û heqîqeta wê anî ba hev. Li ser vî esasî ji bo mirovayetiyê rastiyeke Rêbertiyê ava kir. Bi paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan diparêze, bi projeya xwe ya konfederalîzma demokratîk a ku xwe dispêre xweseriya demokratîk, ji bo hemû pirsgirêkên ku pergala desthilatdarî û dewletê derxistiye holê, rêya çareseriya demokratîk ava kir. Êdî li ku dera dinyayê dibe bila bibe tu pirsgirêkeke civakî ne bêyî çareserî ye.

XETA APOYÎ JI DU QONAXÊN GIRÎNG BI SERKEFTÎ DERBAS BÛ

Pêngava Gerîlayên Şoreşger a 15’ê Tebaxê û xeta Apoyî ya ew ava kiriye, di nava pêvajoya dîrokî de ji bo qonaxên girîng bi serkeftî derbas bû. Yek jê parçebûna Yekîtiya Sovyetê û ya duyemîn jî komploya navneteweyî ya li ser Rêber Apo bû. Rêber Apo ev her du pêvajoya dîrokî, li ser esasê Şoreşa Feraset û Wijdanê ya ku her dem kûr dike, bi serkeftî derbas kir. Ji bo hemû mirovayetiya bindest rêya rizgariya demokratîk û jiyana azad nîşan da û bû çavkaniya hêviyeke nû. Êdî hêviya azadiyê ji her demê zêdetir xurt e.

Tevgera me û gelê me ji aliyê rastiya Rêbertî ya wisa hate perwerdekirin û bi azweriya jiyana azad hate girêdan û bîr, cesaret û fedakariya têkoşîna ji bo azadiyê ya ji bo her şertî bi dest xist. Bi taybetî jinên kurd û ciwanên Kurd xwe li ser xeta fedaî ya Apoyî ava kirin, bû hêzeke ku her cure dijwariyê têk dibe û astengiyan derbas dike. Têkoşîna gerîla ya ku ciwanên Kurd dimeşîne, ji bo hemû mirovayetiyê bû mînak û hêvî, têkoşîna azadiyê ya ku jinên Kurd li ser xeta fedaî geş kirine jî, li dinyayê coş û heyecaneke nû afirand. Vê bîr û rêxistinkirina  xweparastinê ya ku li ser bingeha gerîlatiya jin a YJA Starê geş bû, nîşan da ku li hemberî feraset û siyaseta mêrserwer têkoşîneke serkeftî dikare were kirin.

BERXWEDAN LI SER XETA SERFIRAZIYÊ DIDOME

Kurdan koletiya xwe li ser vî esasî şikandin û qelsiyên xwe bi vî awayî derbas kirin. Berxwedana qehremaniyê ya ku 38 sal in li hemberî serweriya TC’ya faşîst, mêtinger û qirker didome, li ser vî esasî derxistin holê. Hemû lîstikên li ser Kurdistanê û her cure berjewendiyên li ser wê li ser vî esasî xera kirin. Di şertên herî neyînî de têkoşiyan û hêza afirandina geşedana serkeftî li ser vî esasî nîşan dan. Li hemberî êrîşên komploya navneteweyî ya li ser esasê pergala êşkence û tecrîdê ya 24 salan didome, li ser bingehî li ber xwe dan.

Di sala 39’emîn a Pêngava Mezin de berxwedan li çiya, deşt, bajar, li her çar parçeyê Kurdistanê û li derveyî welat, li her qadê û li ser xeta serfiraziyê didome. Gerîlayên azadiya Kurdistanê Zap, Metîna û Avaşîn di serî de li qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê li Bakur û Başûr, li metrepolên Tirkiyeyê bi qehremanî şer dike, destana berxwedanê ya herî watedar a dîrokê dinivîse. Xwe di bin fermandariya Egîd û Zîlan de perwerde dike û êrîşên AKP û MHP’ê yên bi piştgiriya NATO û PDK’ê yeko yeko dişkîne û Kurdistanê ji faşîzmê re dike goristan. Em li ser xeta Pêngav û Serfiraziyê ya 15’ê Tebaxê dimeşin û mizgîniyê didin ku em ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ne. Li ser vî esasî em careke din berxwedana gerîlayên qehraman ên Zap, Avaşîn û Metîna di serî de ya li her qadê tê kirin, silav dikin. Em serkeftina wan a dîrokî ji dil pîroz dikin, di şexsê hevrê Guven Doza û Vorîn Welat de yên ku şehîdên wan ên dawîn bûn, hemî şehîdên qehreman bi rêzdarî bi bîr tînin. Em her dem serkeftineke mezin ji gerîlayan re dixwazin û bawer dikin wê bi ser bikevin.

GELÊ ME DI XETA 15 TEBAXÊ DE BI LEHENGÎ LI BER XWE DIDE

Eşkere ye ku dijminê faşîst û qirker li gel Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Dîsa di her firsendê de hewl dide êrîşî herêmên weke Şengal û Mexmûrê bike. Li ser vê bingehê dixwazin gelê me yên li Rojava û Başûr bitirsînin û van parçeyên Kurdistanê jî dagir bikin. Ji bo vê jî ji DYA heta Rûsyayê bigirin, ji bo bazariyê bike bazdide her deverê. Lê diyar e ku êdî weke berê nikare firsendê bibîne û asê maye û di pêvajoya hilweşînê de ye. Em di wê baweriyê de ne ku hêzên azadiyê û gelên li van hemû qadan wê bibin yek û xwe bi rêxistin bikin û bi lehengî li dijî van êrîşên dagirkeriyê li ber xwe bidin û lez bidin hilweşîna faşîzma AKP-MHP’ê. Em bi vê yekê bawer in, em dixwazin ew jî bizanibin ku hemû piştgiriya me û yê tevahî mirovahiyê bi wan re ye.

Pir eşkere ye ku gelê me li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat li ser xeta qehremaniya 15’ê Tebaxê li dijî êrîşên dagirkerî û qirkirinê bi lehengî li ber xwe dide. Berxwedana gerîlayên me yên leheng ji bo wan çavkaniya moral û hêzê ye. Li ser esasê têkilî û tifaqên ku bi gelên din û hêzên şoreşger û demokratîk ên li Tirkiyeyê û derveyî welat re ava kirine, berxwedana xwe her tim xurt dikin. Em berxwedana leheng a gelê xwe û dostên xwe yên li her qadê bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo silav dikin û serketinên mezin ji wan re dixwazin.

AKP-MHP  WÊ HESABÊ SÛCÊN XWE BIDIN

Gelê me û raya giştî jî baş dizane ku, weke Rêbertî, tevger û gel her tim em alîgirê çareseriya pirsgirêkan bi rêyên demokratîk bûne û ji bo vê jî me hewldaneke gelekî xurt û fedakarî kiriye. Lê belê dîktatoriya AKP-MHP'ê li dijî Kurdan derveyî terora faşîzmê,  faşîst, qirker, komkujî, êşkence, çewisandin û dagirkeriyê pê ve tiştekî din nizanibû. Ji bo vê jî hemû derfetên Tirkiyeyê derxist bazarê û bi her kesî re şerê li dijî Kurdan kir. Ji NATO heta PDK’ê gelek hêz jî piştgirî dan van êrîşên qirkirinê û bûn hevparê sûcên qirkirinê. Bi vê munasebetê em careke din her kesên destekê didin qirkirina faşîst a AKP-MHP’ê, di serî de hêzên PDK û NATO’yê hişyar dikin. AKP-MHP’ê wê hilweşe û hesabê sûcên li dijî mirovahiyê kiriye bide. Ev teqez e. Lewma divê her kes bala xwe bide û kes nebe şirîkê vî sûcê mirovahiyê û destê xwe di xwîna Kurdan de nebîne. Di vê çarçoveyê de daxuyaniyên 300 rewşenbîrên li Tirkiyeyê û 70’ê kesên demokrat li ser navê ‘Kolektîfa Piştevaniya Kurd a Navneteweyî’ gelekî girîng in. Em vê helwestê silav dikin û bang li hemû kesên ku xwe demokrat dibînin, dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirina Tirk helwestê nîşan bidin û li ser vê bingehê dengê xwe bilind bikin.

Dema ku em dikevin sala 39’emîn a pêngavê û serketinê, diyar dibe ku em weke tevger û gel li ser esasê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî ji bilî têkoşîn û serketinê ti rêyek din tine ye. Bi pêşengiya partî û gerîla, weke tevgerên jin û ciwanan, weke hemû gel û dostên xwe vê yekê ji kûr ve dizanin û em ê pêngava xwe ya ber bi Dem Dema Azadiyê û Têkoşîna xwe ya 50’î salî di xeta 15’ê Tebaxê de teqez bi ser bikevin û geş bikin. 39’emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê wê ji her demê bêhtir bibe sala têkoşîn û serketinê.

Li ser van esasan em 15’ê Tebaxê di serî de li Rêber Apo li hemû hevrêyên xwe, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin; em bang li hemû gel û dostên xwe, di serî de jin û ciwanan dikin ku têkoşîna xwe ya azadiyê hîn geştir bikin û 15’ê Tebaxê bi coş pîroz bikin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar