Ticker

10/recent/ticker-posts

Nasnameya du şehîdên QSD’ê hatin eşkere kirin

QSD’ê diyar kir di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de li Qamişloyê şervanên wan Dijwar Kobanê û Bawer Ridwan şehîd bûne.



Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê nasnameyên du şervanên xwe ku duh li gundewarê bajarê Qamişlo di encama êrişeke balafirên bêmirov ên biçek yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di çarçoveya têkoşîna me ya rewa ya li dijî terorê û dagirkeran de, hêzên me di oxira parastina nirxên gel û axa xwe de bê dudilî canê xwe feda dikin.

Îro jî em du hevrêyên xwe vedişêrin. Hevalên me ji gefên dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên terorîstane li dijî herêmên me netirsiyan û hîn zêdetir vîna wan xurt bû ku rêya hevalên xwe yên şehîd bişopînin. Her du hevrêyên me duh di encama êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker li gundewarê bajarê Qamişlo şehîd bûn.

Hevrêyê me Dijwar Kobanê di şerê li dijî terora DAIŞ’ê de pêşengtî kir û tev li gelek operasyonên paqijkirina herêman û rizgarkirina gel ji çeteyan bû. Her wiha li dijî êrişên dagirkeriya Tirk jî li ber xwe da û zêdetirî nîvê temenê xwe di oxira parastina herêmê û gelê wê de bihurand. Ji lew re, cihê xwe di dil û wijdanê gel de girt.

Hevrêyê me şehîd Bawer Ridwan Eniz (Çiya Qamişlo) jî di nava malbateke welatparêz a xwedî dîrokeke têkoşînê de rabû û bi armanca parastina xakê û niştecihên wê tev li hêzên me bû. Şehîd Bawer di pêkanîna erka xwe de tu carî neket nav dudiliyan.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê yên terorê yên li dijî herêmên me wê têkoşîna me kêm neke, berovajî wê îsrara me ya têkoşîna li hember dagirker û sîxurên wê zêdetir bike.

Li ser vê esasî, em ji malbatên şehîd Dijwar û Çiya û ji tevahî hevrê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin. Em teqez dikin ku heta têkbirina dijmin û rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî em ê têkoşîna hevrêyên xwe bidomînin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar