Ticker

10/recent/ticker-posts

ÇEWLIK: 15'Ê TEBAXÊ BERSIVA MIROVAHIYÊ YE

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik ji 15'ê Tebaxê heta YJA Starê qala gerîlatiya jinê kir.


Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya dîrokî ya Rêber Apo, wekî gava herî mezin a ku gelek wê xwe ji xweliya xwe biafirîne ku bi fermandariya heval Egîd pêk hat, sala 38’an dadigire. Gerîlayên YJA Starê  yên ku pêşengtiya gerîlatiya modern a sedsala 21’emîn dikin, li ser xeta serfiraziyê ya Egîd û Zîlanê bûne hêz. Bi pêşengiya hevalê me Egîd (Mahsûm Korkmaz) yê ku fermandarê nemir ê pêngava dîrokî ya 15’ê Tebaxa 1984’an e, 38 sal in bi berdêlên mezin têkoşîneke azadiyê ya mezin tê kirin. Bi biryardariya ku bi nirxên vê têkoşînê ava kirine em dahatûyê li ser bingeha azadiyê ava bikin û têkoşîna geş a mîsogerkirina wekî serkeftineke teqez, em dikevin sala 39’emîn a berxwedanê. Ev rastî teqez e ku em ji her demê zêdetir nêzî vê hedefê ne ku em xeta azadiyê ya Rêber Apo bigihînin serfiraziyê. Ez Rêber Apo yê ku berê jinên bi hezaran salan in mehkûmî koletiyê bûbûn û berê gelê Kurd ê mazlûm da serfiraziya berxwedanê bi rêz û hezkirin silav dikim. Di şexsê heval Egîd de ez hevalên me yên ku li ser vê xetê her dem li pêş meşiyane, tişta dijwar pêk anîne û ji bo vî tiştî canê xwe dane, hemû şehîdên şoreşê bi rêz û hurmet bi bîr tînim. Girêdana bi şehîdan şertên ku jin û gel karibin bi hev re bijîn, pergala wê were avakirin û mayîndekirinê pêk tê. Ez careke din li ser navê hêzên YJA Starê diyar dikim ku di sala berxwedanê ya 39’an de ev jiyan tekane hilbijêrka me ye.

JI BO JINÊN KURD JÎ DÎROKÎ YE

Di dîroka gelê Kurd de him ji ber ku li hemberî mêtingerî û Kurdê klasîk fîşeka pêşîn e, Pêngava 15’ê Tebaxê ya 1984’an xwedî nirxeke dîrokî ye û ji bo jinên Kurd jî xwedî heman wate û çawaniyê ye. Jin hatine çiyayan, li ser bingeha gerîlatiyê ev tişt hatiye rêxistinkirin, derfetên têkoşînê bi dest xistiye û ev tişt bi saya tecrubeyên pêşîn ên di pratîkê de pêk hatine. Li ser vî esasî çalakiyên têkoşîna azadiyê yên 15’ê Tebaxê wekî destpêkirina têkoşîna jinan a li hemberî serweriya mêran, li hemberî avadaniya wê ya dewletê ya faşîst ku sazîbûna wê ye û li hemberî rastiya civakî ya klasîk, kevneşopî û koleker e. Heke Pêngava 15’ê Tebaxê pêk nehata gerîla gava lêdana li dijmin neavêta û ev tişt di nav geşedaneke bi pergal çênekira, bêguman wê îradeya azadiyê geş nebûya, wê Têkoşîna Azadiyê ya Jinan di wateya xwe ya rastîn de, xwedî şertên geşedanê bi dest nexista. YJA Star a ku di warê îdeolojîk, rêxistinî û leşkerî de li dinyayê tevgera gerîlayên jin a herî mezin a azadîxwaz e, wê wisa geş nebûya. Ji ber vê jî metoda herî bandor a xwegihandina Şoreşa Azadiyê ya Jinan, têkoşîna gerîla ya li ser bingeha feraseta xweparastinê ye ku 15’ê Tebaxê di vî warî de helwesta pêşîna artêşbûna jinan a ku Şoreşa Azadiyê ya Jinan  ji xwe kiriye armanc li hemberî serweriya mêran û wekî gava wê ya pratîk mîrateya me ya bingehîn e ku Têkoşîna Azadiyê ya Jinan xwe dispêre wê. Bi saya pêşengiya îdeolojîk û rêxistinî û teşvîka pratîk a mezin a Rêber Apo, Tevgera Azadiyê ya Jinan derfeta geşbûnê bi dest xistiye, çil sal in li çiyayan e û ji çalakiya 15’ê Tebaxê û vir ve li hemberî feraseta mêrserwer, zayendiya civakî û avadaniya dewleta faşîst, dîrokeke têkoşînê ya çalak bi dest xistiye.

HER ROJ MÎNA ŞOREŞEKÊ YE

Di nav rastiya civakî ya Kurdan de ya ku bûye mêtingeh, jin a ku di nav xeleqa namûsê ya sixte de ji jiyanê hatiye qutkirin, bi fikra azadiyê û bi pêdiviya ku wê pêk bîne, bi cesareta ku ji bo wê gavan biavêje, bi îradeya ku wê mêtingeriyê pênase bike û li hemberî wê serî hilde, li ser vî esasî hatiye çiyayan û rahiştiye çekê, tê wateya ku geşedanên mezin ên ku her roja wê wekî şoreşê ye. Li hemberî dijminê jinan ê mêtinger û qirker meşandina têkoşîna ‘Parastina hebûna xwe û pêkanîna azadiya xwe’ û him jî li hemberî feraset û çanda paşverû û kevneşopî li ser bingeha nirxên azadiyê li gorî jiyaneke nû û guherîna civakî û çandî geşkirina civakbûnê bêguman îradeyeke mezin dixwest. Hevrêtiya Rêber Apo ya bi jinan re û bersiva bi regez a ku jinan daye vê hevrêtiyê û bi azweriya azadiyê di nav van zehmetiyan de meşa gav bi gav îradeya azadiyê şênbertir bûye û ev tişt ne bi tenê li Kurdistanê li Rojhilata Navîn û dinyayê jî bûye çawaniyeke ku wê ji azadiya jinan re pêşengtiyekê bike. Îrade tê wateya ku pêdiviyên xwe baş tespît bike, biryara bidestxistina wê bistîne û li ser vî esasî karibe gavê biavêje. Li ser esasî di warê geşedana îradeya azadiya jinan de û ji bo pratîkbûna armanca azadiyê 15’ê Tebaxê wekî mîrateya me ya dîrokî û pratîka têkoşînê cihê me yê destpêkirinê ye. Ji dêvila ku mirov diyar bike bê ka di nav vê çalakiyê de jin hene yan na, artêşa ku çalakî kiriye di nav wê de jin jî hebû û Rêber Apo yê ku çavkaniya vê rêxistinê bû, di warê stratejîk de azadiya jinan ji xwe re kiribû armanc.  15’ê Tebaxê gava destpêkirina têkoşîna xweparastinê ya vê îdeolojiyê ye, ji ber vê berê xwe daye azadiya jinan, xwedî wateya destpêkirina pratîka têkoşîna artêşbûna jinan e jî. Li ser vê rastiyê hevrê Egîd wekî fermandarekî gerîla, li ser bingeha îdeolojiya azadiyê û girêdana wê ya bi armancê, bi pêşengiya vê gavê, berê xwe daye nasnameya hevrêtiya jinan û mêrê azad û ev pîvan di nava xwe de ava kiriye û xwedî wê cewherê ye. Ji ber vê jî çawa ku di dîroka têkoşîna me de nasnameya jina azad xwe li ser rastiya ‘Zîlan’ pênase dike, nasnameya mêrên azad jî li ser rastiya ‘Egîd’ ji xwe re pênase û pîvanê bi dest dixe.

15'Ê TEBAXÊ BERSIVA MIROVAHIYÊ YE

Pêngava 15’ê Tebaxê ya ku bi pêşengiya heval Egîd (Mahsûm Korkmaz) dest pê kiriye, li ser bingeha gerîlatiya li Kurdistanê ji serhildanên di dîroka Kurdan de cihêtir e, pêvajoyeke ji wan zêdetir xwedî îddîa û çawaniyê daye destpêkirin.  Dewlemendî, bedewî û bereketa axa Kurdistanê bi ruhê Egîd û Zîlanan re bûye yek û bûye navenda berxwedanê. Di şexsê Egîd, Zîlan, Bêrîtan, Sara, Sûltan Yavûz, Hanim Yaverkaya, Ozan Mizgîn, Çîçek Selcan, Binevş Egalan de yên ku pêşengtî ji vê berxwedanê re kirine, ev rastî şênber bûye ku fedaîtî û berxwedan serfiraziyeke teqez pêk tîne. Bêguman çawaniya erdnîgariya ku vê gava têkoşînê lê hatiye avêtin jî gelekî girîng e. Axa Kurdistanê ji zayîna mirovayetiyê re bûye dergûş, di vî warî de li ser bingeha Çanda Xwedawendiyê bi hezaran salan bi azadî jiyaye û xwedî wê çawaniyê ye ku nirxên bingehîn ên mirovayetiyê di vê pêvajoyê de teşe stendine. Ji ber vê sedemê hêzên hegemon ên kapîtalîst herî zêde li ser vê asê şer, talan, mêtingerî û hîçbûna mirovan ferz kiriye. Pêngava 15’ê Tebaxê li hemberî van tiştan xwedî bersiveke nirxên mirovatiyê ye û divê wekî xweparastin û bidestxistina cewhera xwe ya hemû mirovayetiyê a li Rojhilata Navîn were dîtin. Di vî warî de ev mekan bi pêşengiya azadiya jinan, gelên Rojhilata Navîn li hemberî mêtinger, zordest, talankar û mêrbûna derewîn bersiveke herî xurt daye, ji vê rastiya dîrokî re malovantî kiriye û di warê mekanî de jî derfet bi dest xistiye ku hesab ji feraset û saziyên 5000 salî bipirse. 

Bi hezaran Egîd û Zîlan ên ku ji Botanê heta Zagrosê ji bo parastina jiyana mirovayetiyê ya hêzê ji çanda xwedawendiyê digire û dixwaze têkoşînê bide hemû mirovayetiyê, xwe dispêrin nirxên mezin ên li ser vê axê şax vedane û wisa li ber xwe didin. Artêşbûna jinan a niha wekî YJA Starê ji xwe re pênaseyek bi dest xistiye û ev pênase wekî nasnameya rêxistinkirî ya têkoşîna ku xwe dispêre kokên dîrokî û wekî berhevbûna berxwedana mezin û qehremaniyên mezin e yên li ser vê rêyê hatine kirin. Yekûna vê qehremanî û berxwedanê ye ku ji dîrokê heta niha hatine kirin.

ÊRÎŞ DEMKÎ NÎNIN

Di van rojan de em ketine sala 39’emîn a 15’ê Tebaxê hêzên me yên gerîla li ser xeta Egîd û Zîlanan şerekî didin meşandin. Sala 38’emîn a têkoşînê tevî xwe geşedan û hêzeke têkoşînê derxistiye holê ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê xwe rêxistin kiriye û ji azadiya jinan a dinyayê re bûye îlham. Di nav şerê cîhanê yê 3’emîn de li hemberî rastiya sîstematîzekirina xeta azadiyê ya jinan û gelan a paradîgmaya Rêber Apo, dewleta Tirk a faşîst ku bi pêşengiya hêzên hegemon bûye maşik, li ser axa me bi metod û kûrahiya ku exlaqê şer ji zû ve bin pê kiriye, êrîşan dike. Di vî warî de tê xwestin destkeftiyên gelê me ji holê were rakirin û li ser axa Kurdistanê nirxên xwedawendiyê careke din were têkbirin. Di vê serdemê de em ketine sala 39’emîn a berxwedanê şerê ku li hembêza Zagrosan tê kirin, êrîşên li ser Rojava û hemû gelê Kurd û axa wê dibin hedef. Ev êrîş ne serdemî ne, li gorî armancên çawaniyên dîrokî yên avadaniyên dewleta faşîst e feraset û sazîbûna mêrserwer e. Wekî ku Rêber Apo gelek caran pênase kiriye divê mirov van tiştan wekî êrîşa li dijî Paradîgmaya Şaristaniya Demokratîk û di çarçoveyeke berfireh de bibîne. Li ser vî esasî têkoşîna ku hêzên YJA Starê dikin, wekî çalakiya 15’ê Tebaxê xwe dispêre armanceke îdeolojîk, tê wateya hewldan û xîreta ku jin û gelên me xwedî li azadiya gelan derkevin û wê wekî pergala jiyanê ava bikin. Li ser vî esasî temsîla paradîgmaya Rêbertî ye. Li ser vê bingehê gerîlayên YJA Starê xwedî li mîrateya Rêbertî û şehîdan derdikeve û li her çar parçeyên Kurdistanê mînakên mezin ên qehremaniyê nîşan didin.

YJA STAR HESABÊ DIPIRSE

YJA Star wekî temînata hêza serfiraziyê û azadiyê, di nav vî şerî de her roj bi taktîkên afirîner bi çalakiyên xwe serkeftinên nû bi dest dixe û datîne holê jineke ku baweriya xwe bi azadiyê aniye bûye rûmeta herî mezin û îradeyeke berxwedanê ya ji qaweta mirovan wêdetir nîşan dide. Wekî her carê bi taybetî jî di vê demê de bi performaneke mezin di şexsê YJA Starê de careke din hêza jinên Kurd derketiye holê, helwesta îradeyî ya ku vê hêzê ava kiriye, di warê azadiya jinan de careke din nirxên moral zêde kiriye û bûye kabûsa dijmin û xayînan. Di şexsê  Mizgîn, Ronahî, Nalîn, Tolhildan, Avzem, Şervîn û Şaristanan de ev rastî hatiye îspatkirin. Li Bakurê Kurdistanê di şexsê Nûjîn, Diljîn, Amara, Nûda û Semayan û dîsa li Rojavayê Kurdistanê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hatiye, wekî îradeyeke rastîn a şoreşê xwe datîne holê. Feraseta faşîst a ku ji vê rastiyê ditirse, her roj jinan dike hedef û li jinan dide. Herî dawîn li qada şoreşê ya Rojava bi van êrîşan re hevrê Jiyan, Avesta û Barîn ên ku pêşengên jinan bûn şehîd bûne. Bi van êrîşan re tê xwestin hêza Tevgera Jinên Azad û artêşbûna jinan were astengkirin.  Dema ku jin dibin hedef, ev tê wateya ku şoreşa jinan dibe hedef.  Li ser vî esasî serweriya mêran di şênberiya dewleta Tirk a faşîst de hewl dide û dixwaze îradeya jinan tune bika ya ku pêşengiyê ji geşedana azadiyê ya gelan re dike. Milîtaniya YJA Starê ya ku bi cewherê Egîd û Zîlana xwe rêxistin kiriye, bi zanebûna vê rastiyê li hemberî êrîşan li ber xwe dide û li hemberî mêrantiya derewîn, bê esl û qirker di şexsê dewleta Tirk a faşîst de hesap dipirse.  Em jinên Kurd hêzê ji îdeolojiya Rêbertiya xwe digirin û li ser xeta Egîd, Zîlan û Bêrîtanan ber bi serfiraziyê ve dimeşin. Li ser xeta Sara û Delal Amedan îro careke din di asta herî bilind de derketiye holê ku jinên Kurd di nav refên gerîlayan roleke çawa bi cih tînin.

NÛNERTIYA RASTEQÎN A NASNAMEYA KURD Ê AZAD

Di 17’ê Nîsanê de li ser Zap, Avaşîn û Metînayê operasyoneke dagirker hatibû destpêkirin, vê operasyona dagirker ketiye meha çaremîn û her roja wê bi hewldan û berxwedaneke mezin hatiye rêxistinkirin, di warê geşedana azadiya jinan nirxên azadiyê temsîl dike, rastiyeke wisa diyar dike ku helwesteke li lûtkeyê şênbertir dike. Li hemberî êrîşên dagirker ên dijmin ku xwe spartiye teknîkê û metodên wê yên şerê dermirovahiyê, hevalên me bi behremendiyeke mezin a leşkerî di şertên giran de hêza kirina çalakiyan dike û di wan şertan de ku hemû pêdiviyên mirovî gelekî kêm in jî bi şênber dike ku jiyaneke li ser îradeyê jî dikare pêk were. Hevalên me berxwedana herî mezin a dîroka mirovahiyê datînin holê. Ev hevalên me bi azweriya jiyanê îspat dikin ku ew dikarin bibin hêza têkoşînê ya herî mezin. Ev rastî bi gava 15’ê Tebaxê re ya li hemberî paşverûtiya xwe, bêçaretî, stûxwariya xwe û li hemberî jiyana ku rê li ber dijmin û pergaleke wisa vedike jî, xweavakirina xwe pêk aniye û teqeziyê bi dest dixe ku îradeya azadiyê dikare dijmin têk bibe. Vê geşedana ku hêzên me yên gerîla bi pêşengiya jinan datîne holê, temsîla rastîn a Nasnameya Kurdên Azad ava dike, li hemberî vê rastiyê di şexsê PDK’ê de ya ku êdî nikare xwe veşêre, tu derfetên wê nemaye û bi hemû qirêjiya xwe derdikeve holê, tê wateya îflasa nasnameya Kurd a xayîn û kole. Bi vî şerî re rastî bi hemû aliyan derdikeve holê, ji ber ku di vî şerî de rastiya îradeya azadiyê dibe hêza ku her tiştî zelal dike. Li hemberî rastiya 5000 salî ya ku dîroka berevajîkirin û veşartina heqîqetê ye, diyarkirina rastiyê û zelalkirina wê bêguman çalakiyeke dîrokî ye û ji bo mirovayetiyê destkeftiyeke mezin e. Li ser vî esasî hêzên me yên azadiyê yên ku kelepora 15’ê Tebaxê bi berxwedana xwe anîne heta îro, li ser bingeha azadiya jinan û gelan serfiraziya wê teqez bûye. Di warê serdemî de dibe ku çeper guherîne lê rastiya azadiyê ya xwe ku daye der, zelal bûye û bi destkeftiyan xurt bûye,îradeya wê ya azadiyê wê tu carî bi paş ve neyê kişandin û ew ê têk neçe. Di têketian sala 39’emîn de em serfiraziya vî tiştî pîroz dikin.

Berxwedanên îsal hatine kirin li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê û xeta PDK’ê ya îxanetkar û di şexsê wan de wê li hemberî hêzên navneteweyî bibe bersiveke mezin.  Fermandar û şervanên HPG û YJA Starê di vê serdemê de ku hêzên hegemon ên faşîst ên dinyayê digotin dawiya gerîlatiyê hatiye, li ser esasê gerîlatiya demokratîk û modernîteyê bi çalakiyên xwe yên xurt û bi bandor ên li hemberî hêzên faşîst, rastiyeke wisa derxistiye holê ku hêzên dijberî pergalê dikarin feyzê jê bistînin. Di pratîka şerê me yê 38 salan de û tarza gerîlatiya şerê gel a şoreşgerî ya ku di deh salên dawîn de tarza şerê klasîk hatiye derbaskirin, bi pratîka xwe ya şênber derxistiye holê ku ew ê karibe dijmin û teknolojiyên herî bilind têk bibe. 

SERKETINEKE KU LI DÎROKÊ TÊ

Bi pêşengiya dîrokî ya Rêber Apo û bi fedakariya şehîdên me yên mezin ku em bi hurmeteke mezin wan bi bîr tînin, bi hewldana mezin a milîtanan û bi xwedîderketin û berxwedana jinan, gelan û gelê me, ji 1984’an heta 2022’an rastiya 15’ê Tebaxê kelepora têkoşîna ku azadiyê bîne vê axê ava kiriye, li ser vî esasî jî gelek nirx ava kiriye ku wê karibe bi îradeyeke azad pêşerojeke azad ava bike. Serbilindbûn û hildana rûmeta vî tiştî bêguman bi teqezkirina serfiraziya hêjayî vê dîrokê mumkun e. Li ser vî esasî bi temsîla rast a nirxên me yên azadiyê em berê xwe didin pêşerojên azad ên bi Rêber Apo re û bi biryardariya serkeftina teqez a ku bi ruhê 15’ê Tebaxê em dikevin sala 39’emîn. Pêşengiya YJA Starê ya ku pêkhateya Sara, Zîlan, Sema, Gulan, Delal û her roj yeka din lê zêde dibe, wê li hemberî rastiya mêr û dewletê ya faşîst û Kurdbûna klasîk û xayîn, heta bidestxistina serkeftinê wê şer bike û li vê axê dîsa bi dilpakiya xwedawendan bi jiyanê re bike yek.

Yorum Gönder

0 Yorumlar