Ticker

10/recent/ticker-posts

HRE: 6 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku li Babê li leşkerên Artêşa Tirk û çeteyên wê xistine. HRE’yê da zanîn ku di çalakiyê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker û 3 çete hatin kuştin, 7 dagirker jî birîndar bûn.


Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên di çarçoveya parastina rewa de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li heremên Bab û Marê yên bakurê Helebê li dar xistine, daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye: 

“Di roja 11’ê Tebaxê de, li herêma Marê di encama çalakiyekê de 3 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn. Her wiha seyareyek Jîp hat rûxandin.

Di roja 12’ê Tebaxê de, li herêma Babê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Di encama van çalakiyên 2 rojan de bi giştî 3 leşker û 3 çete hatin kuştin, 5 leşker û 2 çete jî birîndar bûn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar