Ticker

10/recent/ticker-posts

DÊRSIM: DI DÎROKA AZADIYÊ DE BI BERXWEDANA GERÎLA RE RÛPELEK NÛ HAT VEKIRIN

Fermandar Bawer Dersim anî ziman ku gerîlatiyeke bêhempa tê kirin û bi rêbaza lêdanê, biryardarî, dilsozî û encamgiriyê, gerîlatiya sedsala 21'ê tê meşandin.


Yek ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Bawer Dêrsim diyar kir ku çalakiyên dîrokî yên ku cihê rast, dema rast û encamên civakî tê de tên yekkirin ruhekî cuda û xeteke cuda ji çalakiyên asayî diafirîne û got: “15’ê Tebaxê bi van taybetiyan ruhek, xet û qonaxek e.”

Ji Fermandarên Navenda Parastina Gel Bawer Dêrsim bi wesîleya 38’emîn salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê ji ANF'ê re axivî.

Dêrsim bibîr xist ku ew weke tevgera azadiyê û gelê Kurd ev sîh û heşt sal in li dijî TC’e yê dagirker, mêtînger û faşîst şerekî bê hempa dimeşînin û got, “Divê tu carî neyê jibîrkirin ku ev şer di şert û mercên gelek nebaş ên dîrokî û civakî de dest pê kir. Têkoşîna azadiyê ya ku bi berdelên giran tê meşandin, îro li tevahî cîhanê gihiştiye asteke bi bandor. Gerîla weke hêza afirîner a destkeftiyên azadiyê yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn, bûye dînamîka herî bingehîn a têkoşînê ku di dîrokê de kêm mirov rast lê hatiye. Têkoşîna me ya bi armanca afirandina rastiya gelên şerker, di bin êrîşên qirker ên dagirker de dest bi pêvajoya hebûn û jiyana azad kir. Ji ber vê yekê bû zayîn.”

RUH, XET Û ZAYÎN E

Dêrsim diyar kir ku çalakiyên dîrokî ji ber ku pirsgirêkên herî jiyanî û girîng ên civakan nîşan didin an jî çareseriya van pirsgirêkan di dem û cihê ku tên kirin de, xwedî karaktereke dîrokî ne û wiha dewam kir, “Her çalakî ne zayîn e û nayê wateyê pêngavek nû. Çalakiyên dîrokî yên ku cihê rast, wextê rast û encamgiriya civakî tê de cih digirin, ji demên asayî ruh û xeteke cuda diafirînin. Pêngava 15’ê Tebaxê ji ber van taybetmendiyan ruh, xet û zayîn e. Ev ruh û vê xetê ji xwe re esas girtin, di her şert û mercî de karakterê berxwedan, têkoşîn û domandina tevgera me ya azadiyê û Gerîlaya Azadiya Kurdistanê daye. Ev rastî ji bo gelên ber bi tinebûnê ve çûyîn wek gelê Kurd ji bo vejîn, rizgarî û avabûnê têbikoşin xwedî nirxek mezin e. 15’ê Tebaxê baweriyeke mezin û dilsoziyeke bi kelecan a azadiyê ava kir. Hêviya azadî û serketinê zindî kir. Serkeftin çarenûsa Kurdan diyar kir. Di bin fermandariya hevdem û şûrê tûj yê gelê me heval Egîd de rastiya gel a şerker hate afirandin. Bingehên artêşa gel hatin avêtin.”

DI DÎROKA AZADIYÊ DE BI BERXWEDANA GERÎLA RE RÛPELEK NÛ HAT VEKIRIN

Dêrsim anî ziman kulLi Kurdistanê şêweyê şerê gerîla yekem car bi PKK’ê re derketiye holê û ev tişt got, “Welatê me Kurdistan cihê şer e. Ev ax, ev erdnîgarî bê şer nehatiye hiştin. Lê piştî Pêngava me ya 15’ê Tebaxê şêwazê şer ê gerîla bû pratîk. Stratejî û tektîkên şerê gerîla li gorî êrîşan diyar dibe. Armanca şerê ku hêzên gerîla dimeşînin, dijmin zeyîfkirin û têk birine. Tecrûbeyên şer ên mirovahiyê bûne sedem ku amûrên şer werin pêşxistin û li gorî vê jî stratejî û taktîkên şer û şêwaza şerê gerîla li gorî pêşketinên zanistî û teknolojîk xwe ji nû ve binirxîne. Dema ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku di şerê çînan de, di şerên pêşketina neteweyî û rizgariya gelan de şêweyên yekemîn ên gerîlatiyê hatine pêkanîn. Di encama pêşketinên têkoşîna çîn û neteweyan a sedsala 19’emîn de, gerîla jî weke şêwazê şer hate sîstematîzekirin û di sedsala 20’an de bû yek ji şêwazên şer ên herî bi bandor. Gerîla di sedsala 20’an de bû yek ji rêbazên herî bingehîn ên çîna karker û gelên bindest têkoşîna li dijî bûrjûwazî û emperyalîzmê. Bi taybetî jî di têkoşîna li dijî mêtîngerî û dagirkeran de, ji bo gelan çarenûsa xwe diyar bikin, weke rêbaza herî bingehîn a azadiyê rol lîst. Gelan bi gerîla re şêwazê şer ê ku bandor li hemû mirovahiyê kir û hêviya azadiyê ya bindestan û gelan afirand. Di dîroka azadiyê de bi berxwedana gerîla re rûpelek nû hat vekirin. Pêkanîna gerîla li welatên wekî Çîn, Kuba û Vîetnamê bû lûtkeyên têkoşîna gerîla. Pişt re çîna karker û hemû gelên bindest di têkoşîna xwe ya azadiyê de şerê gerîla bi awayekî bi bandor bi kar anîn. Bê şik di dîroka şerê gelê Kurdistanê de ku di dîrokê de li dijî dagirkerî û mêtîngerî li ber xwe daye, mirov dikare rastî şêweyên gerîlatiyê bê. Lê dema ku li Kurdistanê bi PKK’ê re xeta gerîlatiyê ya teorîk û siyasî ava bû, şerê gel û gerîlatî weke taktîka sereke ya şoreşa rizgariya neteweyî hate destnîşankirin û di têkoşîna pratîk de jî ev bû bingeh. Ji destpêkê ve hewl hat dayîn ku gerîla li Kurdistanê bijîn, gel bi şêwazê gerîla li dijî mêtîngeriyê têbikoşin û rastiya gel a têkoşînê bê afirandin.”

PIRATÎKA GERÎLA YA LI KURDISTANÊ

Bawer Dêrsim destnîşan kir ku pratîka gerîla ya li Kurdistanê bi pratîka gerîlatiya ti welatekî re nayê muqayesekirin û wiha dom kir, “Digel ku ev rastiyek e ku şêwazên gerîla dişibihin hev, an ji tecrûbeyên şoreşa cîhanê sûd hatiye girtin jî, xweseriya wê pir zêde ye. Li erdnîgariya Kurdistanê mêtîngeriyak ku li ti deverê cîhanê ne hatî dîtin tê pêk anîn. Hebûna kurdan tenê ne ji aliyê T.C’yê, ji aliyê gelek hêzên cîhanê ve jî hat înkarkirin. Înkara hebûna xwe û koletî bi giranî li ser gelê me ferz kirin. Şerê gerîla yê ku bi 15’ê Tebaxê re bi awayekî berfireh hate meşandin, pratîka şer a gelê ku hatiye vê rewşê ye.

PROTOTÎPA MIROVÊ AZAD E

Li erdnîgariyeke wisa ku mirov ji bo gel hînê têkoşîna azadiyê bike, bêy guman zehmetiyên mezin hebûn. Pratîka me ya şer a ku nêzî 40 sal in berdewam dike, ligel zehmetî û êş, kelecan û coşê ku hema hema her roj ber bi serketinê ve dibir hebû. Gerîlayê azadiya Kurdistanê bi xwîn, ked û lehengiya bi deh hezaran şehîdan bû xeta rizgariyê. Hewldana Rêbertiya me ya ji bo derbaskirina zehmetiyên mezin û avakirina gerîla, hewldaneke bêhempa bû. Têkoşîna ku ji bo gerîla di xeta rast de bigire, bû xwedî girîngiyeke dîrokî û encam da. Helbet ev têkoşîn ne têkoşîneke wisa xweş û rehet bû. Li aliyekê li hemberî dijmin têkoşîneke dijwar hate meşandin, li aliyê din jî li hemberî astengiyên çînî, netewî û herêmî yên rastiya milîtaniya vê têkoşînê, têkoşîneke dijwar hate meşandin. Xeta gerîla bi vî awayî hat avakirin. Xeta 15’ê Tebaxê bingeha xeta gerîla ava kir. Xeta gerîlla ne tenê xeteke çek hilgirtin û çalakiyên gerîla yan jî şerê leşkerî ye. Gerîla rêgeza jiyanê ye. Rêya têkoşîna azadiyê ye. Li Kurdistanê gerîla prototîpa mirovê azad e. Jiyana gerîla jî prototîpa jiyana azad e. Di sedsala 20’an de tiştê ku jin û mêrê kurd anî ba hev ne azadî, dîlketin û koletî ew nêzî hev kir. Di wateyekê de 15’ê Tebaxê qonaxek e ku çarenûsa jin û mêrên Kurd tîne cem hev. Esareta heyî ya civakî, derûnî û bedenî ya jin û mêrên Kurd di lêgerîna azadiyê de anîn cem hev. Çalakiya pêngava pîroz a 15'ê Tebaxê ji nû ve di şexsê kurdan de bi zimanê çiya nirxandin û têgihîştina têkiliya şer - koletî, şer - azadî, şer - siyaset, şer - aborî, şer - jin, şer - mêr, şer - têkilî, şer - welatparêzî, şer - qehremanî girîng bû. Şerê Kurdan a bidestxistina nasname û kesayeta azad e. Şoreşa zihniyeta Kurdan bingeha tevgera Ronesansê ye. Jin û mêrên Kurd dil û çalakiyên xwe bi girêdana azadî, ax, welat, xweza û welatparêziyê re pirek avakirine. Ew fêrbûna şer a dijware ku kurd tê de aliyên xwe yên paşverû û xweşik dibînin. Ev îfadeya hemdem a afirandina gelê Kurd e ku ji şivanekî fermandar, ji rewşenbîrek şervanek û ji jinê fermandarek pêşeng e. Dema ku em dikevin sala 39’an de, divê dîroka me ya şer û şêwaza fermandariya me, bi aliyên xwe yên qels bûyî re, bi qasî van afirandin û destkeftiyan, li pêşberî rastiya Egîd bê nîqaşkirin.

DERBASÎ PÊVAJOYA ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ BÛ

Stratejiya sereke ya ku ev 38 sal in taktîka me ya şer bi rê ve bir, stratejiya şerê gel ê demdirêj bû. Ev stratejiya ku weke rêgezeke çareserkirin û çareser kirina nakokiyên sedsala 20'an derket holê, bû stratejiyek li ser bingeha tevgera me ya ku di destpêka salên 1970'yî de dest pê kir. Bi şerê gerîla yê di vî warî de hat pêk anîn, şerê hebûnê hat meşandin û gelê ku dixwastin bi polîtîkayên înkar û tine kirinê re têk bibin, bû gelê xwedî nasname. Di salên 1990'î de guherîna hevsengiyên cîhanê, hem di encama têkoşîna bindestan û hem jî di encama pêşketinên zanistî de ku bi pêşketina têgehên demokrasi, wekhevî û azadî derketî holê, pêwîstî bi guhertina stratejiya têkoşînê ya ku divê di têkoşîna azadiya gelan de bê pêşxistin hebû. Her çend qonaxên têkoşînê awayê meşandina şer guhert jî, di serkeftina têkoşîna azadiyê ya gerîla de bû hêza bingehîn. Di vî warî de rêgezên bingehîn ên gerîlatiyê û pêkanîna wê ya bi şêwazên herî îdeal, bingeha têgihiştina me ya şerê di serdema nû de pêk tîne. Gerîlaya modernîteya demokratîk li gorî stratejiya şerê gel ê şoreşgerî li gorî hedefa çareseriya siyasî ya ku danîbû pêşiya xwe, pozîsyon, hedefên taktîk, qada çalakiyê û rêça xwe ya nû diyar kir.

JI BI SERKETINÊ ZEHMETÎ

Li hember rastiya siyaseta sedsaliya înkar û îmhayê ya li Kurdistanê û rastiya sedsala 21’emîn ku em dikarin weke serdema teknolojî, agahî û telekomunîkasyonê bi nav bikin, şerê gel ê şoreşgerî û ji nû ve avakirina gerîla ji bo serketinê pêwîstiyek e. Ji bo têkbirina vê zîhniyeta faşîst rêyeke din nîne. Weke Tevgera Azadiyê, di vê serdema ku me derbas kir de, ji bo ku Gerîlaya Modernîteya Demokratîk bi awayekî serketî pêk bînin, me gerîlatiyê ji nû ve pênase kir. Me pergala wê ya rêxistinî, tevger, çalaki û şêwaya jiyanê ji nû ve girt dest û bi rêxistin kir.

BAWERÎ, CESARET, AQIL Û XWILIQKARÎ

Gerîlatiya ku em ê li gorî paradîgmaya neteweya demokratîk pêk bînin, bûye xwedî naverokeke nû. Şerê gel ê şoreşgerî, ji ber ku pêvajoyeke ku gerîlatî bi parastina hebûna xwe û bidestxistina azadiya xwe ve girêdayî pêş dikeve, xwedî taybetmendiya stratejiyeke ku her qonax bi gel, partî û gerîla re tê pêşxistin e. Ji ber van sedeman HPG û YJA STAR di warên felsefî, sosyolojîk, siyasî û leşkerî de di warê hêzên me de pêwîstî bi avabûneke xurtir heye. Di warê taktîkan de, tevgereke nerm, afirîner û dînamîk ku teknîkê dixe xizmeta taktîkan, ne tenê li ser bawerî û cesaretê, di heman demê de li ser aqil jî radixe ber çavan.

Fermandar û şervanên HPG û YJA STAR’ê di demeke ku, ji rastgiran bigirin heta şoreşgeran ku digotin êdî dawiya gerîlatiyê hatiye, di çerçoveya gerîlatiya modernîteya demokratîk de li dijî hêzên faşist çalakiyên bi bandor pêk anîne û ev yek ji nû ve bû rastiyek a îlhamê. Di pratîka me ya şer a 38 salan de, bi taybetî di van deh salên dawî de, em dibînin ku şêwazên şerê klasîk hatî derbaskirin û bi şêwaza şerê gel ê şoreşger dikare dijmin û teknolojiyên herî bilind jî têk bibe.

GERÎLA BÊ TIRS DIMEŞE

Li welatê me ev deh sal in şerekî pir dijwar û hovîtir diqewime. Ger em sala ku em tê de ne jî binirxînin, tevger, çalakî û şêwazê şer ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di êrîşên dagirkeriyê yên 14’ê Nîsanê de li dijî qadên parastina medyayê li navenda Zapê pêş xistin, gelekî balkêş û hînker e. Di vî şerê ku 4 meh li paş xwe hişt de, faşîzm ji ber şêwazên ku gerîla pêş xistine derbeyên mezin xwarin. Îro li Kurdistanê şerekî ku mînaka wê li cîhanê tinebe, tê meşandin. Li dijî hêzên me çekên kîmyewî jî di nav de her cure çek tên bikaranîn.Li her bejahiya axa me bi balafirên şer û keşfê, tank û obusan tê bombekirin. Tevî van hemûyan jî gerîlayên me bi taktîkên afirîner ên ku pêş xistine, bê tirs li ser dijmin dimeşin û derbeyên giran li wan didin. Bê guman dilsoziya bi coş a hevrêyên me ya ji bo Rêbertî, şehîd û azadiyê ye ku vê helwesta lehengiyê derdixe holê. Baweriya wan a bi serketinê, dilsoziya wan a di asta hezkirinê de ji serketin û şoreşê re ye. Îro di encama pêkanîna taktîkên gerîla yên bi van dilsoziyên bi wate û kûr de, li Zap, Avaşîn, Metîna û Amediyê mînakeke kêm a gerîlatiyê derketiye holê. Gerîllatiya sedsala 21’an gerîlatiya li Zapê tê kirin. Şerê gerîla yê sedsala 21’an li Girê Cehennemê, israra li Şikefta Birîndara, biryardariya li Girê Cûdî, dilsoziya li Mamreşo û li Girê Amediyê encamgirtin. Helbet ev pratîkên şer û heta kirinên ferdî jî divê hîn bêhtir bên lêkolînkirin, lêkolandin û nirxa ku heq dike bê dayîn.

NE PÊVAJOYEK JI RÊZÊ YE

Di vê serdema ku em li Kurdistanê şerê hebûn-nebûnê didin meşandin de pêwîste gelê me, welatparêz û ciwanên me li gorî vî şerî jiyan û têkoşîna xwe bi rêxistin bikin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, divê tu carî wek pêvajoyek asayî neyê dîtin. Divê hemû gelê me, welatparêz û rêxistinên çep ên şoreşger bi vê hişmendiyê têkoşîna azadiyê bilind bikin.

Di van rojan de ku em sala 38’an a 15’ê Tebaxê li pey xwe dihêlin û dikevin sala 39’an de, hêzên me yên gerîla li ser xeta Egîd û Zîlan şer dimeşînin. Bi rihê Egîdan û Zîlanan li ber xwe didin û şer dikin. Bi çalakiyên ku bi taktîkên afirîner pêk tînin hema hema her roj serkeftinên nû bi dest dixin. Gerîlayê azadiya Kurdistanê rê nade mêtîngerî û dagirkeriyê. Li Kurdistanê dîroka azadiyê tê nivîsandin.  Em di sala 39’an a dîroka xwe ya azadiyê de, em cejna gerîla di serî de li Rêbertiya xwe, gelê xwe û hemû hêzên ku ji bo azadiyê têdikoşin pîroz dikin û dibêjin serkeftin wê ya gerîlayên ku li ser xeta Egîd û Zîlan şer dikin be.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar