Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Şoreşa Rojava di cîhanê de dengvedaye’

 Henîfe Mihemed Endama Komîteya Edaleta Jin a Kantona Qamişlo û Şaha Xelîl ku Endama Kongra Star a Kantona Qamişloye têkildarî êrişên dewleta Tirk a li ser Rojava axivîn û got: “Şoreşa Rojava ya ku bi şoreşa jinê tê pênasekirin û di cîhanê de dengvedaye, wê di heman xetê de heta azadkirina ax û destkeftiyên xwe berdewam bike.”

XURBET TALLÎ - ROJEV

Ji destpêka Şoreşa Rojava heta niha êrîşên dewleta Tirk a dagirker bê navber berdewame. Girêdayî vê mijarê Endama Komîteya Edaleta Jinan a Kantona Qamişlo, Henîfe Mihemed û Şaha Xelîl ku Endama Kongra Star a Kantona Qamişlo ji rojnama me re axivî.

‘Bawerî û îradeya me ya heyî hişt ku em bibin xwedî evqas destkeftî’

Henîfe Mihemed di despêka axaftina xwe de balkişand li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa Rojava heta roja îro bê navber êriş dike, lê herî zêde êrişên xwe li aliyê Bakurê Suriyê dijwartir kirine. Şoreşa Rojava bi şoreşa jinê tê pênasekirin, em jî bi awayek xweser wekî jinên Rojava me di aliyê bi rêxistinkirina civak û jinan de, her wiha ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatî bi destxistin ji bo xwe weke erkekê dît. Em dibînin dewleta Tirk di bin navên cuda de êrîşî Rojava dike, dixwaze Mîsaqê Milî vegerîne. Lê em wekî Kurd ku xwediyê vî cihî û erdnîgariyê ne, divê em li heberî vê bi amadekarîbin. Dibe ku di aliyê tank û topan de tiştek me wek yên dijmin nebin, lê bawerî û îradeya me ya heyî hişt ku em bibin xwedî evqas destkeftî. Her wiha ew projeya ku ji aliyê Rêbertî ve hatî pêşkêşkirin, me kariye em di Şoreşa Rojava de xwe li ser lingan bigrin. Mirov dikare bêje şerê ku dibin navê Bihara Gela de hatî kirin û heta roja îro yê ku bêhtir karibû komî serhev bike, xwe rêkxistin bike û xwe li ser lingan bigre, şoreşa me bû. Dibe ku li gorî tê xwestin me pergala Netewa Demokratîk bi cih ne anibe, lê me wek gelê Kurd kêm jî be pêşengtî jêre kir. Li kêleka wêya jî mirov dikare bêje dibin pêşengtiya jina Kurd de li Rojava weke YPJ hêzekî leşkerî hat avakirin, her wiha di aliyê siyasî û rêxistinî de jî îradeyek hat çêkirin.”

‘Mirina bi erzanî ewe ku tû bi revî’

Henîfe wiha bi dawî kir: “Ev zêdeyî du mehane dewleta Tirk bi rêya ragihandinên xwe propagandeyê dike, lê li ruxmê wê jî gel dest ji mal û cihê xwe bernade. Ji ber ku mirina bi erzanî ewe ku tû bi revî, encex berxwedan bikaribe te rizgar bike.  Şoreşa Rojava ku Şoreşa jinê ye bi berxwedanî û qehremaniya jinên wek Arîn Mîrkan, Barîn û hwd hat pêşxistin. Rêxistinbûnên ku îro di sazî û desgehên li Rojava hatîn avakirin de jin her tim li pêşin. Eger em wekî Kurd şoreşa xwe ne parêzin emê nikaribin rûmet û kerameta xwe jî biparêzin. Wekî Kurd ev sedsala ku em têde ne, ji me re wekî firsendekê ye, ji bo wê jî divê em ne tenê wek gelê Kurd, weke tevahî gelên cîhanê bi projeya Netewa Demokratîk a ku li ser bingehê bi hevre jiyankirinê hatî pêşkêşkirin ji bo avakirina jiyanek hevbeş xwe bi rêxistin bikin. Şoreşa Rojava ku bi şoreşa jinê tê pênasekirin û di cîhanê de dengvedaye, wê di heman xetê de berdewam bike heta azadkirina ax û destkeftiyên xwe.”

‘Em dest ji şervanên xwe bernadin’

Her wiha Şaha Xelîl ku Endama Kongra Star a Kantona Qamişlo ye wiha peyîvî û got: “Şoreşa Rojava di demek hesas re derbaz dibe, em dikarin bêjin zêdeyî deh salin gef û êrîşên dewleta Tirk ti carî li ser me qut nebûye. Me weke gelê Rojava li hemberî tevahî cîhanê şer kir. Jixwe ji 2011’an heta niha dewleta Tirk bê navber êriş dike, gund û bajarên me hemû talan kirin, komkujiyên pir mezin jî pêkanîn. Ev êrişên wan jî, destpêkê qirkirina gelê Kurde û neqebûlkirina fikir û felsefeya Rêbertî ye. Di dema şerê Rojava de hatina Emerîka û Rusya ne ji bo alikariyê bide gelê Kurd bû, ji bo berjewendiyên xwe bû. Dema li Rojava êrîşên dewleta Tirk zêde dibin, em dizanin ku li Herêmên Parastina Medaya têk çûne. Ji bo wê gelê Rojava her tim amadeye, mînaka herî berbiçav berxwedan û têkoşîna gel ya li van herêman bixwe şikandina dewleta Tirke. Li herêmên din rûxmê ku êrîş li ser tên kirin jî, dibêjin em ti carî dest ji şervanên xwe, zarokên xwe, gund û erdê xwe naberdin. Di her alî de amadekarî hatiye kirin, em wek gelê Rojava ji şerê gel ê şoreşgerî re amadene.”   

Yorum Gönder

0 Yorumlar