Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: EGÎD CÛDÎ

Kelecanek heye ku xwe li rûyê mirovan dide, wek mizgîniyek ji çiya û zozanên dûr hatibe û tevahî şaneyên laş dorpeç dike. Bi wê mizgîniya evîndaran awirên çavan, lêdana qefesa dilê mirovan û zimanê pênaseyan dihat guhertin. Keç û lawên Kurd bê ku bendewariyên takekesî bifikire, xwe dibexşînin nava evîna welatê xwedawendan. Bi hêvî û asoyên xwe yê zelal ve diharikîn nava çiya û zozanên Zagrosan. Xwîna ku di şaneyên wan de tî û birçiyê azadiyê bûn. Bi rengê sirûşta çavên wan xweza xwe dixemiland. Yek ji wan lehengan jî bi navê tevgerî rêheval Egîd Cûdî ango bi nasnav Serbest Oren bû. Di nava hevokên ku peyvên wêrektî û mêrxwasiyê de emê qala jiyana Şehîd Egîd bikin û her wiha emê lehengê Şoreşa Kurdistanê ji birayê wî, Hemît Oren nasbikin.

 Heval Serbest di sala 1986’an de, li gundê Bileh ji dayîk dibe. Rêheval Serbest hîn di temenê xwe yê pir biçûk de bi hêrsa xwe ya tolhildêr û enerjiya ku her tim di nava jiyanê de herikbar dihat naskirin. Civaka gundê Bileh beramberî şarezabûna wî û tevgera wî di pir aliyan de matmayî diman. Ji bo heval Serbest hevaltî her tim li ser pîvan û rêgezan bû. Têgihiştina wî ya dibistan û jiyanê dihişt ku ew ji salên temenê xwe mezintir jiyan bike. Di nava gund û dibistanê de danustandina wî ya bi keçên di temenê xwe de her tim bi rêzdarî û pîvan bû. Hevala wî ya zaroktî dema ku bîranînên xwe yên bi hevdû re li ser perwerdeyên xwe ya dibistanê wiha qal dikir: “rûxmê ku em li ber ronahiya fanosê diman jî heta derengiya şevê jî em bi keyfxweşî dixebitîn” digot. Dibejin dar dema şil be ditewê, rastî jî ev peşgotin di kesayeta heval Serbest de mirov hîn zêlaltir fêm dike. Rêheeval Serbest tekiliya xwe ya ji malbata teng derbas dike, her tim civaka ku di nav de jiyan dike wek malbata xwe dibîne. Ev yek jî herî zêde dema ku penaber dibin ew ne bi malbata xwe re, bi cîran ango civaka gundê xwe re tevdigere. Armanca xwe ya jiyanê di zaroktî de diyar dike û dibejê: “ez ti car ji bîr nakim ku dema dijmin erişî gundê me dikir, ez ji bîr nakim ku dema dijmin em bê pêlav Zivistanê li ser berfê dihiştin.” Xwedî li gotinên xwe derdikeve û wek bi dehan keç û xortên penaber, yê berxwedana Botanê ango yên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî ew jî di 27’ê Adara 1999’an de li ser dîka ku şahidiya zarokên serfiraziyê kirî soz dide. Heval Serbest di dîroka tevlîbûna xwe de jî dide diyar kirin ew wê bibe rêhevalek bi pîvan û têgihiştî di nava felsefeya Serok Apo’de. Di salvegera Fermandarê mezin Egît de soz dide û navê wî radike. Piştî tevlîbûna xwe pir zû pêş dikeve. Qadên çiya de jî hevaltiya xwe ya teybetî bi hevalê jin re jî pir balkêş û rêgeze. Heval Egît Cûdî di nava ramanên Reber Apo’de xwe kûr dike û girîngiya jin û jiyanê, jin û têkoşînê fêm dike. Hîn di salên xwe yê despekê de dewreyek perwerda endamê PAJK’ê dibînê. Malbata wî her sal diçûn serdana wî û her sala derbasbûyî de didîtin ku heval Serbest ango Egîd êdî pêşengek û tekoşerek dildarê dozê ye. Têkoşîna hevrê Egîd a di nava jiyan û bîrdoziya têkoşînê de meş, dildariya bi doz û xwe gîhandina heqîqetê ve zelal xuyadikir. Heval Egîd piştî çend salan derbasî cihê hest û ramanên ku li hemberî dijmin qefesa singa xwe tejî kîn kirî dibe ango xwedî armanc û soza xwe ya zaroktî derdikeve û berê xwe dide Botanê. Gabar, Besta, Kato tevahî çiyayên Botanê şoreşgerê xwe hembêz dike û bi bêhna wî keyfxweş dibe. Lê mixabin ew keyfxweşî piştî demekê li şûna xwe cihê şînê ava dike. Ji ber ku heval Egîd û dû hevalên xwe piştî şerê giran yê sê rojan bi lehengî şerdikin û di 12’ê Adara 2007’an de di navbera Gabar û Besta de tevlê kervanên şehîda dibe.


Yorum Gönder

0 Yorumlar