Min ji bo vê got manîfestoya jiyanê. Ji vir û pê ve di vî welatî de, di nava vî gelî de jiyana di navbera jin û zilam de dê li gor vê manîfestoyê çêbibe. Ez dixwazim milîtanên jin ên hîn xwedî nirx derbixim holê û vê hindekî din bipeyitînim. Min jinên egîd xiste çavên zilaman, dema pêwîst kir min ji wan zêdetir kire şervan û ger gengaz be min ew rakirin, hindekî min xwest ku hindekî wijdan û şer nîşanî wan bidim. Dîsa ji bo ku bi azweriyeke mezin ve bi jiyanê ve werin girêdan min xwest wate û girîngiya jinê deynim holê. Pêşketin bi sînorin, lê belê li gor min balkêşin. Weke gelek bawer dikin, ev jiyan bêyî ku kûrbûneke zanebûnê û giyaneke mezin çêbibe, nehatiye afirandin. Şehîdên jin ên PKK’ê li gor vê manîfestoyê bi pêş dikevin û dîsa zilamên mêrxas jî li gor vê manîfestoyê derdikevine holê. Min dixwest ku serkeftina van a tam pêk bînin. Ji bo ku hêza min têra vê bike ez kar dikim ku her tiştî bi dînîtî bînim cih. Lê belê dibe ku ev yek têr neke, her kesekî ku soza girêdaniya bi şehîdan re daye, ger gengaz be, bila jiyana xwe ya rojane bi îdîa û çalakiyeke mezin ava bikin. Li gor min yekî ji rêzê be jî ger bi îdîa û çalakiya mezin be, dikare him bibe nûnerê jiyanê him jî bi qasî hewce dike bibe şervanê wê, dikare serkeftinê jî mîsoger bike. Bi wesîleya yekemîn salvegera şehadeta wê û çalakiya wê ya mezin a vejînê ez van tînim ziman.
Rêhevala
me Zîlan di gotinên xwe de heta dawiyê mafdar e. Îdîa û azweriya wê ya jiyanê
heta dawiyê pîroz e. Me ji bo ku ji vê re rê vekir li gel ku kêfxweşin, ji bo
ku me nekarî serkeftina wê ya tam pêk bînin jî em hîn di nava perçiqandin û
metirsiyê de ne. Lê belê ji bo derbaskirina vê jî em mîsoger hewldanên xwe yên
dijwar berdewam dikin. Weke ku wê bi xwe jî diyar kiriye, evê bibe serkeftinê.
Di vê wateyê de bi tenê xeta serkeftinê ya şer ne, kesayeta serkeftinê ya
jiyanê jî mîsogere ku di manîfestoya Zîlanê de wateya xwe dîtiye. Ji vir û pê
ve jiyan di bin vê manîfesto û sondê de dê wateyê bibîne. Rexmî hemû qisûr,
kêmasî û şaşitiyên xwe ve me xwest em hindekî pêwîstiyên vê bi cih bînin. Ez
bawer dikim ku ji vir û pê ve weke mirovên wêrektir û hîn nêzîkî rastiyan,
zanetir him jî gelekî şiyar û hestyar em ê pêwîstiyên jiyanê jî bi cih bînin û
bi qasî ya şer em ê serkeftina jiyanê jî mîsoger bikin.
DAWÎ
RÊBER APO
0 Yorumlar