QSD`ê ragihand ku duh li Kobanê di êrîşa balefira bêmirov a bi çek de ya ku artêşa Tirk pêk aniye de, 2 şervanên wan şehîd bûne.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)
têkildarî êrîşa duh a li Kobanê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 20’ê Tîrmehê de, êvarê di saet derdora 21:00`an
de, li Kobanê dema 2 hevalên me diçûn serdana malbatekê, artêşa Tirk a dagirker
bi balefireke bêmirov a bi çek li wesayîta hevalên me daye.
Di encama vê êrişê de hevalên me Kendal Rojava û Berxwedan
Kobanê şehîd bûn.
Piştê bûyerê û heta niha li ser herêmê balefir digerin.”
0 Yorumlar