Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ku ji destê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derbên giran dixwin, çeperên şer 7 caran bi çekên kîmyawî, bombeyên fosfor û teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 caran jî bi helîkopter û bi dehan car jî bi hewan û obusan bombe kirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên
gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku di
çalakiyên gerîla 7 dagirker hatin cezakirin û dronek hate îmhakirin.
HPG’ê ev agahî parve kir:
“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li gorî taktîkên dema nû ya
gerîla bi hev re bikar tîne û bi domdar derbên giran li artêşa TC’ê didin.
Hêzên me yên bi ruhê fedayî şer dikin, di çalakiyên xurt ên bi bandor de 7
dagirker hatin cezakirin, 1 dagirker hate birîndarkirin, dronek û sîstemek ya
kamereya termal jî hate îmhakirin.
Artêşa Tirk a li ber hêzên me nikarin bi pêş ve bên, çeperên
şer ên li Qadên Berxwedanê 7 caran bi çeka kîmyawî, bombeyên fosfor û
teqemeniyan, 5 caran bi balafirên şer, 20 carî bi helîkopter û bi dehan car jî
bi hewan û obusan bombe kirin.
Agahiyên li ser çalakî û êrîşan wiha ne:
Di çarçoveya Berxwedana Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li
herêma Avaşîn;
19’ê Tîrmehê saet 22:30’î tîmên me yên bi tevger çeperên
dagirkeran ên li Girê Biyê ya li Mervanos kirin hedef. Ev çalakiya ku ji aliyê
hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin, sîstema kamereyê ya termalê hate
îmhakirin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li
herêma Zapê;
21’ê Tîrmehê saet 06:00’an drona bi teqemeniyê barkirî ya ji
aliyê dagirkeran ve ji bo li çeperên şer ên li Şehîd Adil bombe bike hatibû
şandin, ji aliyê hêzên me ve hate hedefkirin û xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya Şehîd
Savaş Maraş;
20’ê Tîrmehê saet 14:40’î û 17:172an dagikerên ku xwestin
ber bi çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bi pêş ve bên, hêzên
me du caran bi taktîka sabotajê li wan da, 6 dagirker hatin cezakirin û 1 jî
birîndar bû.
20’ê Tîrmehê saet 06:30’î dagirkerên li Qada Berxwedanê ya
Girê Cûdî bûn hedefa tîmên me yên bi tevger û bi sûîkastê li wan hate dayîn,
dagirkerek hate cezakirin.
20’ê Tîrmehê saet 22:00’an helîkopterên Skorskî ku xwestin
leşkeran danin Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiya bi çekên giran hate lêdan. Piştî
lêdana xurt a hêzên me helîkopterên Skorskî bê ku leşkeran danin, ji herêmê
neçar ma dûr bikeve.
20’ê Tîrmehê sat 19:30’î dema dagirker li Qada Berxwedanê ya
Girê Amêdiyê di nava liv û tevgerê de bû, hêzên me bi çekên giran li wan da. Li
ser lêdana hêzên me dagirker qedemeyek paş ve vekişiyan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî û
teqemeniyan;
Di 20’ê Tîrmehê de çeperên şer ên Girê Amediyê, Girê
Hekkarî, Çemço û Herêmên Berxwedanê yên Şikefta Birîndara 6 caran bi çekên
kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.
Di 20’ê Tîrmehê de çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya
Şikefta Birîndara bi bombeyên fosforê hatin bombekirin.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi obus, tank, helîkopter û
balafirên şer;
Di 20 û 21’ê Tîrmehê de li Herêmên Berxwedanê yên Girê
Hekkarî û Çemço tevgera balafirên bêmirov hatin dîtin.
Di 20’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Bihar, Girê
Amediyê, Sîda û Saca 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di 20’ê Tîrmehê de Herêmên Berxwedanê yên Girê Amediye, Girê
Hakkarî, Kurojahro, Werxelê û Karker 20 caran bi helîkopterên êrîşê hatin
bombekirin.
Di 20’ê Tîrmehê de berwarê Girê Şehîd Hakî yên
Xakurkê, Herêma Girê Şehîd Kamuran û herêma Berxwedanê ya Girê Amediyê bi
dehan caran ji qereqolên sînor bi obus û hawanan hatine bombekirin.”
0 Yorumlar