Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo dawîlêanîna şehîdkirina welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîste welatiyên Başûrê Kurdistanê mil bi milê xelkê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk rawestin.
Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî têkildarî êrişên dewleta
Tirk li ser hesabê xwe yê Facebookê ev peyam parve kir: “Pêwîste dawî li
şehîdkirina 138 şehîdên welatiyên di nava çend salên borî yên li Herêma
Kurdistanê û herwiha şehîdkirina 9 welatiyên duh ên li Zaxo bînin.”
Siyasetmedarê Kurd Edhem Barzanî ragihand ku ji bo
dawîlêanîna şehîdkirina welatiyên Herêma Kurdistanê pêwîste welatiyên Başûrê
Kurdistanê mil bi milê hemû bajarên din ên Iraqê li dijî êrişên dewleta Tirk
rawestin.
Li Iraq û Herêma Kurdistanê bertekên li dijî komkujiya duh
li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî û têde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
û 23 kes birîndar bûn berdewam dikin.
0 Yorumlar