Ticker

10/recent/ticker-posts

Sibe Hewlêr dijî faşîstên Tirk diherikin qadan

 Wê sibe li Hewlêrê bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê were şermezarkirin.


Li Iraq û Herêma Kurdistanê bertekên li dijî komkujiya duh li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî û têde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn berdewam dikin.

Li gorî Komîteya Amadekar a Çalakiyê parve kiriye, wê sibe di saet 17.00’an de li Hewlêrê li qada Parka Şanedar a li hewlêrê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek were lidarxistin.

Komîteya Amadekar a Çalakiyê bang li hemû partî, rêxistin û welatiyan kir ku tevlî çalakiya ji bo şeremzarkirina êrişên dewleta Tirk ên li Iraq û Herêma Kurdistanê bibin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar