Wezareta Derve ya Îranê komkujiya li Zaxo şermezar kir û destnîşan kir ku Îran bi temamî piştgiriya aramî û ewlehiya Iraqê dike.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenaanî bi
daxuyanbiyekê komkujiya dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anî û têde 9 kesan jiyana
xwe ji dest dayîn û 23 kes birîndar bûyî şermezar kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê hevxemiya Komara Îslamiya
Îranê li gel malbatên qurbaniyan, hikûmet û gelê Iraqê aniye ziman û destnîşan
kir ku Îran bi temamî piştgiriya aramî û ewlehiya Iraqê dike.
Nasir Kenaaî diyar kir ku Komara Îslamiya Îranê ewlehiya
Iraqê wek ewlehiya xwe dibîne û di vî warî de xwe ji ti alîkariyekê nade paş.
0 Yorumlar