Ticker

10/recent/ticker-posts

Ala Tirkiyeyê û wêneyê Erdogan tên şewitandin

Li navçeya Xaneqîn a Diyale li dijî komkujiya dewleta Tirk a li Zaxo wêneyê Erdogan û ala Tirkiyeyê hate şewitandin.

Li Iraq û Herêma Kurdistanê bertekên li dijî komkujiya duh li Zaxo ji aliyê dewleta Tirk ve pêk hatî û têde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes birîndar bûn berdewam dikin.

Li navçeya Xaneqîn a Diyale Şaxê Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) li dijî komkujiyê çalakiyek lidarxist û êriş şermezar kir.

Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) ragihand ku dewleta Tirk dixwaze aramî û jiyana bi hev re ya neteweyên li Kurdistanê têk bide.

Di çalakiyê de wêneyê Erdogan û ala Tirkiyeyê hate şewitandin.

 


Yorum Gönder

0 Yorumlar