Li Çiyayê Qereçox a navçeya Mexmûrê dijî çeteyên DAIŞ’ê operasyonek leşkerî hate destpê kirin.
Liv û tevgera çeteyên DAIŞ ya li Iraq û Herêma Kurdistanê dewam dike, bi
taybet çeteyên DAIŞ’ê rojane li çiyayê Qereçox ya ser bi navçeya Mexmûr ya ser
bi Musilê tên dîtin. Gelek caran êriş kirin, welatiyan revandin û qetilkirin.
Gorî agahiyan danê siharê di saet 04:00’an de bi pêşengiya Hevpeyamana
Navnetewî, bi tevlîbûna hêzên Dijî Terorê ya Iraqê, Artêşa Iraq û Pêşmergeyan,
dijî DAIŞ’ê li çiyayê Qereçox operasyonek hate destpê kirin.
Armanca operasyonê bi temamî Qereçox ji çeteyan paqijkirine, di operasyonê
balafirên bê mirov û şer jî têne bikaranîn.
Operasyona dijî çeteyan di van kêliyan de dewam dike.
0 Yorumlar