Berdevkê Hizbullaha Iraqê ragihand, grubên ku peywendiya wan bi MÎT’a Tirk re hene ji naçveya Xurmato bi mûşekan êrişê bîrên gazê yên Herêma Kurdistanê dikin.
Berdevkê Ketîbeya Hizbullaha Iraqê Cehfer Hisênî li ser hesabê xwe yê Twitter ragihand: “Li gor zanyariyên îstixbaratî û hêzên ewlehiyê, grubên ne pak ên ser bi îstixbarata Tirkiyeyê yên li Xurmato, berpirsin ji êrişên li ser bîrên neft û gazê yên Herêma Kurdistanê.”
Hêjayî bibîrxistinê ye di nava 72 saetên derbazbûyî de sê caran bi mûşekan bîrên gazê yên Kormor ên li bajaroka Qadir Kerem a li Çemçemal hatin hedef girtin.
Duh derbarê êrişan de Rêveberê bajaroka Qadir Kerem, Sediq Mihemed di daxuyaniyek ji Rojnews re gotibû, êriş ji deverên ku dikevin navbera hêzên Iraq û Herêma Kurdistanê de ku valatiya ewlehiyê lê hene tên kirin.


0 Yorumlar