Meşa Dusseldorfê ya li dijî dagirkerî û êrîşên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk destpê kir. Di meşê de bê navbir diruşmên “Bijî Serok Apo’’ û “Bijî Berxwedana Gerîlayan’’ tên berzkirin.
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi diruşma ‘’Li dijî dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyawî ya dewleta Tirk, parastina Kurdistanê bike’’ meşa li Dusseldorfê destpê kir.
Kurdistaniyên serê sibehê li Kirscheplatzê civiyan, bi diruşmên ‘’ Bijî Serok Apo’’, ‘’Bijî Berxwedana Gerîla’’, ‘’Bijî PKK’’ û ‘’Bimirê Îxanet’’ ber bi qada civînê ya Dusseldorf Graf-Adolf-Platzê ve meşiyan. Heta bi seata ku wê meş dest pê bibe jin û ciwanan silav li berxwedana gerîlayan kir û govend gerandin.
Qerebalixiya bi hezaran kesan, bi sirûda ‘Ey Reqîb’ dest bi meşê kir. Tê payîn ku meş li Rheinparkê bibe mîtîng. Nûnerên partiyên siyasî û yên mafê mirovan ên ji çar parên Kurdistanê û ji welatên cihê bi cihê yên cîhanê, ekolojîst, nûnerên tevgerên jinan û li ser navê Êzîdî, Tamîl û Zapatîstayan jî kes wê kes di mîtîngê de biaxivin.

0 Yorumlar