Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb di sêyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora wî ya li Binarê Qendîlê bi merasîmek girseyî hat bîranîn. Di merasîmê de soza berdewamkirina têkoşîn û rêbaza Şehîd Diyar Xerîb û hemû şehîdên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd hat dayîn.


Di saetên êvarê de bi boneya sêyemîn salvegera şehadeta Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Diyar Xerîb, li Goristana Şehîd Mehmed Karasungur a li Binarê Qendîlê bi amadebûna malbata şehîd, rêhevalên wî û gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Di merasîmê de wêneyên Şehîd Diyar Xerîb û her du gerîlayên pêre şehîdbûn, Şahîn Dîcle û Dewran Canfeda hat hildan, deste gulek li ser gora şehîd Diyar Xerîb hat danîn û dirûşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir, li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûr, Endama Komîteya Malbatên Şehîdan Sara Kerîm daxuyaniyek xwend.