Ticker

10/recent/ticker-posts

Şehîdê kedê Reşîd Roboskî li Mexmûrê hat bîranîn

Şehîdê kedê Reşîd Roboskî ku di 3’yê Çileya 2024’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.

Reşîd Roboskî ku xebatkarek yê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê bû, di 3’yê Çileya 2024’an de di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest dabû, di yekemîn salvegera şahadeta xwe de hat bîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehînên Kurdistanê destpêkir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbatê hevjîna Şehîd Reşîd, Eyşê Roboskî axivî û xêrhatina xelkê wargehê kir. Piştî Eyşê Roboskî hevalê wî yê kar Qedrî Şirîşeyî jî axivî û di kesayeta şehîd Reşîd Roboskî de hemû şehîdên Kurdistanê bibîranî û wiha behsa kesayeta Şehîd Reşîd dike: “Heval Reşîd di her alî de mînak, welatparêz û civaknas bû. Em ji nêzîk ve heval Reşîd nas dikin û me bi hevre jiyankiriye, kesayetek bê qusur bû, mirovek wisa ji destdayîn windahiyek mezine ji bo civakê. Helbet di her serdemekê de pêwîstî bi kesayetên wisa heye, lê ji her serdemê zêdetir di vê demê de pêwîstî bi kesayetên wisa heye. Di roja ku em niha têde jiyan dikin ji bo ev xiyanetkar, talanker û bêpîvan divê kesayetên wisa derbikevin ser dikê û erk bigirin. Ji bo vê jî kesayetên wisa ji destdayîn di nava civaka me de jî windahiyên mezinin. Li ser vê yekê em dibêjin di serî de serê Rêbertiya me, tevgera me, tevahî gel û malbata hêja saxbe.”

Piştî axaftinan, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Reşîd Roboskî hatibû amadekirin hat nîşandan.

Bîranîn bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar