Li Wargeha Mexmûrê çalakiya nobetê ya ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, di roja 533’an de bi biryardariyek xurt didome.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ji bo mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpê kirin, di roja 533’an de bi biryardariyek xurt didome.
Merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 104’an Mamoste Hisên Kara axivî.
Mamoste Hiseyîn Kara di destpêka axaftinên xwe de tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û wiha peyîvî: “ Wek tê zanîn Rêbertiya me di bin esaretekê de ye, em dixwazin Serokatiya xwe ji bin vê esareta giran derbixin. Beriya du rojan şandeyek a DEM Partî bi Rêbertî re hevdîtinek pêkanîn, wek hatî gotin moral û tendûristiya Rêbetiya me başbû em weke Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî û her wiha hemû gelê Kurd yê welatparêz pê kêfxweş bûn, lê ev nebese. Pêwîste Rêbertiya me bi fîzîkî azad bibe û em di nava xwe de bibînin. Gotegotek van rojan heye ku behsa çareseriya pirsgirêka Kurd dike, lê dewleta faşîst a dagirker heta niha hîn jî helwesta xwe zelal nekiriye, tecrîd berdewame. Dîsa li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê êrişên wan berdewamin, li ser şervanên azadiyê êrişên wan yên bi çekên qedexekirî berdewamin. Dewleta Tirk bixwe neçarî çareseriyê ne, bixwe dibêjin em bi felaketekî re rûbirû ne û hewara xwe gihandine Rêber Apo yanî fêmkirin ku Rêber Apo dikare vê pirsgirêkê çareser bike. Em wek gelê Kurd li hemberî dek û dolabên dewleta Tirk şiyarin. Kurd ne Kurdên berê ye, eger bixwazin vê pirsgirêkê çareser bikin, dibe ku em mexdûr bin, em heqin û dewleta Tirk gunehbare, li hemberî civaka Kurd sûç kiriye, lê em dikarin wan efû bikin. Lê şertê yekemîn ev tecrîd li ser Rêber Apo rabe û Rêbertî ji bin vê esaretê derbikeve. Bi vê boneyê em hemû çalakiyên ku ji bo Rêber Apo hem li welat û hem jî ji derveyî welat tên kirin, bi tayebet yên li serê çiyan û di zindanan de silav dikin.”
Merasima dewrgirtin bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Apo Jiyan nabe’ çalakî dewrî koma 105 hat kirin.
0 Yorumlar