Dewleta Tirk a dagirker-qirker bi pêvajoya şerê li Îsraîl û Fîlîstînê re ket hewldanekî kiret. Bê gûman ku di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de şer derxistî û bûyî sedema qirkirinan, dewleta Tirk a dagirkere. Lewre dixwaze li Rojhilata Navîn bi aloziyan re hebûn û desthilatdariya xwe bidomîne. Hêzên navnetewî ji bo Rojhilata Navîn gelek plan û bernameyên domandina qeyranê çêkiribûn û bi van planan dixwastin hegemonyaya xwe belav bikin. Bi vê ve girêdayî xwestin hebûn û bandora Îran û Rûsyayê li Rojhilat qels bikin û bi demê re jî ji holê rakin. Lewma di bernameya ku çêkirîn de alozî hebûn, lê ne ewqasî zû. Dewleta Tirk a dagirker bi vê pêngavê re bernameya hezên navnetewî kêmek xerab kir. Lewre di bernameya hêzên navnetewî de bisînorkirina dewleta Tirk jî hebû.
Dewleta
Tirk a dagirker bi pêvajoya bihara Ereban re xwest li herêmê bibe hêzekî
hegemon û ket nav xeyalên Osmaniya nûjen. Heta îro jî hewldana vê dide û li ser
gelek herêman hewldana dagirkeriyê dimeşîne. Yê ku li pêşiya vê daxwaza dewleta
Tirk dibe asteng jî hebûn û hêza gelê Kurde. Lewma di her şert û mercî de êrişî
destkeftiyê Kurdan dike.
Di
pêvajoya dawî de êrişên Îsraîlê li hemberî Suriyê zêdetir bûn. Dewleta Tirk jî
bi metirsiya ku wê şer bigihîje wî, xewin û xeyalên wî zirarê bibînin ket nav
hewla dagirkeriyê. Jixwe li Başûrê Kurdistanê binketinê jiyan dikir û bernameya
xwe ya di îlhaqa Başûr de ser neketibû. Ji bo vê telafi bike û pêşiya gihîştina
şer a xwe bigire bi awayekê hovane bi çeteyên xwe re êrişî Haleb, Til
Rifat-Şehbayê kir. Rejîma Suriyê li hemberî êrişên dewleta Tirk û çeteyan dest
ji Helebê berda û paşde vekişiya. Mirov dibîne ku pêvajoyekî wek ya 2014’an tê
jiyankirin. Rejîma Suriye wê çaxê jî li pişt xwe mêze nekiribû û reviyabû. Niha
jî herêmên ku di bin kontrola xwe de carekî din teslîmî dewleta Tirk û çeteyên
wî dike. Ev di serê mirovan de gûmanan çêdike. Gelo Rejîma Suriyê û dewleta
Tirk li hev kirine?
Li Helebê
du tax û hin deverên din di destê Kurdan de ye. Dîsa li Til Rifat û Şehbayê jî
gelê Efrînê yên ku di pêvajoya dagirkirina Efrînê de koç kiribûn jiyan dike.
Dewleta Tirk ewqas hove ku tehemûla wî li hemberî Kurdên koçber jî nîne. Xeta
ku dewleta Tirk dixwaze bigire, ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyê pir
girîngin. Ji ber ku gelek rêyên stratejîk di wir re derbas dibin. Lewma dixwaze
wê herêmê giştî bixe bin denetîma xwe û Heleb jî têde heta Hama, Hûmûs, Reqa û
Dêrazor xetekê çêke. Mijar tenê Şehba, Heleb û Til Rifat nîne. Dewleta Tirk a
dagirker dixwaze bi vê ceribandinê gelek deverên din dagir bike û aloziyên
herêmê kûrtir bike. Bi vê yekê re dixwaze xeyala xwe ya Mîsak-î Mîlî pêk bîne û
îlhaqa ku dixwaze serbixe.
Mixabin li
pêş çavê hemû cîhanê li hemberî Kurdan komkujiyê çêdike. Wekî pêvajoya Kobanê
dixwazin Kurdan bi qirkirinê re derbas bikin. Kurd wê çaxê jî berxwedanekê
dîrokî meşandin îro jî bi heman helwest û seknê di parastina destkeftiyên xwe
de bi israrin. Ji ber vê em dîsa ji berxwedanekî dîrokî re şahidî dikin. Ji bo
ev berxwedan bigihîje serkeftinê û hewldana dewleta Tirk a dagirkirinê
sernekeve, wekî pêvajoya Kobanê pêwîste her çar perçeya Kurdistanê gelê Kurd û
dostên wê tevlî vê berxwedanê bibin. Îro gelê Helebê, Şehba û Til Rifatê di bin
metirsiya qirkirinê de ne û pêwîstî bi alîkariyê ne, pêwîstî bi tevlîbûna vê
berxwedanê heye.
Li her
derê cîhanê hemû hêzên navnetewî şirîkê vê dagirkeriyê ne û ji ber vê bi
temaşekirinê re bi sînordar dimînin. Lewma Kurd alîkarî ji dewletan naxwazin û
bi hêza xwe ya cewherî dixwazin xwe biparêzin. Ji bo ev hêz ser bikeve dem dema
tevlîbûna vê berxwedanê ye.
Mihemed
Seydo
0 Yorumlar