Yek ji taybetmendiyên ku nîşan dide mirovek ji zaroktî derbasî ciwantî dibe, ewe ku êdî xwe berpirsiyar dibîne, li hember neheqî û çewtî sekin avadike û di civaka xwe de rolek çalak digire. Berovajî vê yekê, desthilatdar û kedxwar dixwazin ciwanan bikişînin xemsartiyê. Ji ber ku ciwan di ferqa vîna xwe de ne. Ciwanên ku ji pêlîstokan, reklam û hwd hatibe gêj û lal kirin, piştgiriya herî mezin ji dagirkeriyê digire. Ji ber ku civaka bê keleh, bê pişte. Dema em li vir dibêjin berpirsiyartî, em behsa xwe mecbûr hîskirin û xwe di bin bar de hîskirinê nakin. Berpirsiyartî bi îknabûnê tê rakirin.
Zanebûna dîrokî,
exlaqê civakî hewandin û civak wek nan û av girîng dîtin, di mirovan de
hişmendiya berpirsyartiyê avadike. Ger em bi rastbûna erkek bi bawerbin, em
dikarin berpirsiyartî rabikin. Yê ku hestê berpirsiyartiyê dizivirîne çalakî û
jiyankirina serkeftî, bi cewherbûna me ye. Dema şert û mercên ku mirov pirsa ‘ez
kî me?’ derdikvin holê, wê demê pêvajoya bersivdayîna pirsa ‘çawa
bijîn?’ jî despêdike. Di vê pêvajoyê de êdî ciwan bi çalak dibin û bi erka
pêşengtî radibin û bi vî rengî berpirsiyariyên xwe pêktînin. Civakbûyîn eve,
her yek rol û berpirsiyariya xwe di nava civakê de hîs dike û li gorî vê jiyan
dike. Bê gûman ev berpirsiyarî ji bo ciwanek di nava civakê de, di bin êrişên
tinekirinê de berpirsiyariyek mezine.
Lê belê,
gelek mînakên me hene ku rêya rast nîşanî me dikin. Gelek nimûne hene ku nîşan
dikin ka ew berpirsiyarî çawa tê rakirin. Bi awayekî herî zelal Şehîd Rojger û
Şehîd Asya di mehên dawî de vê yekê nîşanî me kirin. Yê ku êşa civaka xwe hîs
dike û biryara neqebûlkirina vê yeke dide, dikare gavên herî mezin bavêje. Yê
ku li ser jiyanek azad israr dike, li hember êrişên herî mezin dikare bibe
mertal. Yê ku fêm dike ku berjewendiyên ferd û civakê yekin, dikare bê dudilî cihên
herî zehmet de jî serkeftinê mîsoger bike. Yê ku vê bike bingeha jiyana xwe,
ciwane û wê her ciwan bimîne jî. Di wan rojên dawî de dijminê Kurdan êrişên nû
li ser Sûriye û Rojavayê Kurdistane dane destpêkirin. Dîsa dewleta Tirk çeteyên
giredayî xwe dişîne şer û bi awayê herî hov û dûrî mirovahî êriş dike. Tişta ku
dewleta Tirk bi DAIŞ’ê nekarî serbixe, niha dixwaze temam bike. Civaka me
dikare pêşî li vê hovîtiya bê sînor bigire, pêwiste ciwanên her derî
berpirsyariya xwe bînin cîh. Ji gelek milan ve seferberî hat îlankirin û ciwan li
her derî dikevin tevgerê. Di vê rewşa awarte de hezar bar hene ku pêwîste werin
rakirin. Hezar rê hene ku em berpirsyariya xwe bi cîh tînin, em li kûderê dibin
bila bibin. Bê gûman ya ku ji me tê xwestin ewe ku em di her pêvajoyê de
berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Hindek rewş hene ku pêwîste em hîn zêdetir
hêza xwe bikin yek, derdora xwe bixin tevgerê û bersivên xurt pêşbixin. Şert û
merc di holê de ne, em li gor vê tevbigerin. Ger em niha berpirsiyarî ranekin,
kengî emê rabikin? Eger ne em civaka xwe biparêzin, wê kî bike?
Ezîz
Mahîr
0 Yorumlar