Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Em di nava çembera hêzên çekdar de ne’

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak destnîşan kir ku metirsiya çeteyên DAIŞ’ê li ser Wargeha Mexmûrê heye û wiha got: “Di vê jin û ciwanên wargehê di aliyê parastina cewherî û xwe rêxistinkirinê de pêşengtî ji civakê re bike.”

Jiyan Pîran

Bi destwerdana hêzên desthilatdar re şerê navxweyî yê Sûryê bû bingehê xwe rêxistinkirina çeteyên DAIŞ’ê. Ev çete di serî de li Sûriye, Iraq, Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê dest bi êrişan kirin. Piştî berxwedanek bê hempa ya şervanê azadiya gelê Kurd û gelên Bakur û Rojahilatê Sûriyyeê ev hêza dirinde hat şikandin. Lê em dibînin îro di bin rêveberiya dewleta Tirk de cardin ev çete êrişî xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Dibe ku li Başûrê Kurdistanê jî ev çete cardin dest bi êrişan bikin.

Têkildarî vê mijarê û metirsiya çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Bûdak ji ajansa me re axivî.

‘Di hemû aliyan de fînanse dikin’

Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Filîz Budak di destpêka axaftina xwe de êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2014’an li ser Rojava, Şengal û Mexmûr bibîrxist û wiha got: “Di dîroka 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê bi pêkanîna komkujiyan re mohra xwe li dîrokê dan. Taybet jî hovîtiya li hemberî jinan û xirabkirina cihên dîrokî li ber çav bû. Hêzên desthilatdar heta niha jî wekîl ango çeteyên xwe yên li Rojhilata Navîn di hemû aliyan de fînanse dikin. Ev çete di Rojhilata Navîn de pêwîstiyên hêzên desthilatdar pêşwazî dikin û dikevin qada şer. Armanca wan girtina Rojava, Şengal û Mexmûrê ye. Herî dawî bi xistina rejîmê re êrişên Rojavayê Kurdistanê kirin. Em dibînin hêzên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûryê li wir şerê parastina mirovahiyê dikin û berxwedana gelan diyar dibe. Dema em li Rojava temaşe dikin em nikarin rewşa Mexmûrê û Şengalê ji vê cûda binirxînin. Metirsiya êrişên çeteyan a li ser Mexmûr û Şengalê jî heye. Ji ber ku di salên 2018-2020 û 2022 de jî êrişên DAIŞ’ê li ser wargehê pêkhatin. Wan deman ji bo heyîna hêzên HPG û YJA-Star ya li herêmê, çeteyan zêde cesaret nedikirin êrişan pêkbînin. Piştî vekişîna hêzên HPG û YJA-Starê, tevgera çeteyên DAIŞ’ê li herêmê zêdetir bûye.”

‘Firset bibînin wê êrişî Mexmûrê bikin’

Bûdak di berdewama axaftina xwe de diyar dike ku cihê Penaberên Mexmûrê lê nîştecihbûne, di aliyê rêveberiya Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de nakokî li ser jiyan dikin û wiha dibêje: “Cihê em têde jiyandikin, yek ji xalên binakok yên Iraqê ye. Em di nava çemperek ya leşkerî de ne, aliyek yê me Heşdî Şebî, aliyek pêşmergeyên PDK’ê, aliyek pêşmergeyên YNK û aliyek jî çeteyê DAIŞ’ê ye. Ev hêzane metirsiyê li ser gelê wargehê didin çêkirin. Bi taybet jî bi destpêkirina şerê li ser Rojavayê Kurdistanê re liv û tevgera DAIŞ’ê li herêmê zêdetir bûye. Ev çeteyane kengê firsend bibînin wê êrişî Mexmûrê bikin. Ji ber ku çeteyan şikestina xwe ya destpêkê li Mexmûrê jiyankirine. Di heman demê de li herêmê PDK hevkariya DAIŞ’ê dike. Her roj pêşketinên cûda rûdidin, rojane rewşa heyî tê guhertin. Ev guhertinên ku çêdibin, jiyana gelê Mexmûrê dixe metirsiyê.”

‘Divê hêzên Iraqê şiyartir bin’

Filîz Bûdak di dawiya gotinên xwe de da xuya kirin ku wê gelê wargehê xwe li hemberî hemû êrişên heyî xwe biparêze û wiha got: “Gelê Mexmûrê çawa di sala 2014’an de bi rêxistina xwe, xwe li hemberî êrişê DAIŞ’ê parast, wê îro jî xwe biparêzin. Parastina cewherî civakê di parêze. Em dibînin civakên bê parastina cewherî, çawa bi hilweşîna dewletê re têkdiçe. Pêwîste her ferdek yê civakê di hemû aliyên jiyanê de hişyar tevbigerin û ji rewşa siyasî ya heyî haydar be. Divê liv û tevgera derdora wargehê di hemû kêliyan de bişopînin. Taybet pêwîste hêzên Iraqê di vê pêvajoyê de şiyartir be. Ji ber ku di aliyê parastinê de wargeh girêdayî wanin. Taybet di aliyê agahiyên rast girtinê de berpirsin. Di demên dawî de agahiyên vala yên şerê taybet tê meşadin, pêwîste gelê me li hemberî agahiyên şaş yê tê belav kirin jî şiyarbin. Di vê jin û ciwanên wargehê di aliyê parastina cewherî û xwe rêxistinkirinê de pêşengtî ji civakê re bike. Ji ber ku em civakek sivîlin, encex bi van rêbazan em bikaribin xwe biparêzîn. Ger wek ferdên vê civakê ji 7 salî heta 70 salî em li hemberî tevgerên derdor xwe berpirsyar bibînin, emê bikaribin xwe li dijî hemû êrişan jî bi parêzîn.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar