Jinên Wargeha Mexmûrê berxwedana Rojavayê Kurdistanê silav kirin û diyarkirin ku ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê çi bikeve ser milê wan, amadene pêkbînin û gotin: “Banga me ji bo NY, kesên ku mafên mirovan diparêzin, gelê Kurd û Kurdistanî û dostên Rêber Apo, destê alîkariyê dirêjî penaberên Rojava bikin.”
Xûrbet Tallî
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ku ew jî xelkê Bakûrê Kurdistanê ne, zêdeyî 30 salin ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rû bi rûyê penaberiyê hatine û hîn jî penaberin. Têkildarî van êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê û xelkê wê derê yên ku penaber bûne, ji Rojnews re axivîn.
‘Şerma NY ye’
Hevberdevka Komîteya Tendûristî Nûran Sezgîn diyar kir ku gelên li Rojavayê Kurdistanê bi komkujî û penaberbûnê re rû bi rû ne û wiha got: “Di sedsala 21’an de eger civakek yan jî gelek di welatê xwe de bi êrişekî bi vî awayî re rû bi rû bimîne, ev şerma tevahî cîhanê bi taybet şerma NY ye. Komên çete yên weke El Nusra, DAIŞ û hwd ku hêzên hegemon ew bi destê xwe avakirine, dema dibînin destkeftiyên gelan çêdibin û xwedî li çand, ziman, netew û welatê xwe derdikevin, ji bo xwe wekî xeteriyekî dibînin. Bi salan gelê Kurd bûye leşkerên kesên biyanî. Piştî avabûna tevgera PKK’ê gotin me jî welatek heye, emê ji bo welatê xwe şerbikin û sîstema xwe bixwe avabikin.”
‘Mafê jiyanê nedan wan’
Nûran Sezgîn dibêje: “Gelên Rojava ku ji 2012’ê û şûnde li hemberî DAIŞ û dagirkeran şerkiribûn, şoreşek ya jinan avakirin û ev şoreş ji bo tevahî gelan bû hêvî. Dewleta Tirk vê carê dixwaze bi rêya çeteyên weke EL Nusra re hemû destkeftiyên gelan ji holê rakin. Di sala 2018’an de dewleta Tirk bi 72 balefiran êrişî Efrînê kir, ev tenê ne besbû vê carê destdirêjî li bax, bîstan û darên wan jî kirin. Darên zeytûnan ku xelkê Efrînê wekî zarokên xwe diparast hemû birîn, ji ber ku êrişên wan ewqas dijwar bûn ji neçarî koçberî Şehbayê bûn, li wir jî mafê jiyanê nedan wan. Çawan ku gelên Efrînê bedelên ewqas giran di Êfrînê de dan û koçberbûn, niha dîsa li Şehbayê dest bi penaberiyê kirine. Pêwîste mirov di vî alî de hezar caran minetdariya xwe ji bo gelên Efrînê bîne ziman. Ji ber ku gelên Efrînê ewqas girêdayî welatê xwe û paradîkmaya Rêber Apo ya ku ji tevahî gelan re bûyî hêvî ye, ji ber wê dest ji axa xwe bernedane. Eger hêzên Koalisyon û NY di vî şerê qirêj de ne şirîk bûya, wê xwedî li wî gelî derbiketiba. Bangawaziya me ji bo NY, kesên ku mafên mirovan diparêzin, gelên Kurd û Kurdistanî û dostên Rêber Apo, destê alîkariyê dirêjî penaberên Rojava bikin.”
‘Dewletên NATO naxwazin Kurd hebin’
Jina bi navê Gulê Guzereşî jî têkildarî heman mijarê axivî û destpêkê êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezarkir û wiha peyîvî: “Dewletên NATO naxwazin Kurd hebin. Ne tenê êrişî Kurdên Rojava dikin, êrişî tevahî Kurdistanê û Kurdên li her cihî dikin. Ez dayîkên ku zarokên wan şehîdketine û yên ku di kozik û çeberan de li hemberî van êrişan li ber xwedidin silav dikim. Her wiha em heta dawiyê piştgiriya wan dikin û tişta ku bikeve ser milê me, em amadene. Bila heta dawiyê li ber xwe bidin, bila welatê xwe û xwîna ewladên xwe bi dest dijmin ve bernedin. Gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo heta vê astê hatiye. Kurd ne Kurdê berêye, Kurd rêxistinkiriye, zanabûye û di her hêlê de xwe naskiriye. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ewe ku li her derî rabin ser piyan û van dewletan rûreş û şermezar bikin.”
0 Yorumlar