Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo şikandina tecrîda girankirî û mîsoger kirina azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 93’an di roja 472’an de bi biryardariyek xurt û vînek mezin didin domandin.
Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi amadebûna gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Doza Azadiyê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 92’an Mamosta Abdulah Mijînî axivî.
Abdulah Mijînî di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser tecrîda û înkara li ser gelê Kurd û wiha got: “Hêviyê azadiya gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka gelê Kurd gihiştiye wê astê ku cîhan bi neçarî qala pirgirêka Kurd bike. Îro di meclîsa Tirkiyê de qala pirgirêka Kurd tê kirin. Bêguman wek gelê Kurd bi salane ji bo vê em têkoşînê dikin. Pêwîstiya me gelê Rojhilata Navîn û tevahî mirovahiyê bi tecrîdê tine ye. Ya ku mirovatî li bendêye çareseriyek demokratîke. Em wek gelê Kurd heta dawî bi vê têkoşînê re bimeşîn. Qedexe kirina hevdîtin malbatên ya li gel Rêber Apo hişmendiya dewletê ya înkar û bişaftinê cardin raxist ber çavan. Em vê yekê şermezar dikin û bi ti awayî qebûl jî nakin. Ev wê ti sudek xwe ji bo gelê Kurd û mirovahiyê tine be, dijberê wê, wê neçareseriyê û êşîn mezin bi xwe re bîne.”
Merasîm bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî kirin.
0 Yorumlar