Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bicoş hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi boneya salvegera 10’emîn ya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî şahiyek ya pîrozbahiyê hat lidarxistin.



Xelkê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê), salvegera 10’emîn ya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî bi şahiyekê pîroz kir.

Şahî li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amadebûna gel bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser girîngî û wateya rojê Hevserokê Şaredariya Mexmûrê Edban Yilmaz axivî.

Yilmaz di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên berxwedana Kobanê û tevayî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Ez destpêkê 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî li mîmarê azadiyê Rêber Apo, gelê Kurdê azadîxwaz û xelkê berxwedêr yê Kobanê pîroz dikim. Berxwedana ku li Kobanê hatî kirin bû sembola cîhanê. Hêzên veşartî yên ku li pişt DAIŞ’ê bi dagirkirina Lîbya û welatên din çekên ku bidestxistîn, xwestin ku îradeya gelê Kurd li Kobanê bidin şikandin. Lê li Kobanê li rastî berxwedana gelê Kurd ya sedsalê hat. Gelê Kurd û zarokên gelê Kurd derbeyên ku li DAIŞ’ê û dijminê gelê Kurd xistîn, bû zemînê naskirina gelê Kurd ya li cîhanê. Weke îradeya gelê Kurd û fikrên Rêber Apo esas bigirin. 1’ê Mijdarê ne rojeke ku dewletên cîhanê bikin diyarî ji bo gelê Kurd. Gelê Kobanê bi ked û xwîna xwe 1’ê Mijdarê ji bo xwe hilbijartin. Pêwîste her çar aliyên Kurdistanê li ked û têkoşîna Kobanê xwedî derbikevin.”

Piştî axaftina Edban Yilmaz, li ber stranên gelêrî govenda azadiyê hat gerandin.


Yorum Gönder

0 Yorumlar