Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya li Wargeha Mexmûrê ji bo ciwanên wargehê bûye çavkaniya pêşketin û pêşxistinê. Endamên peymangehê dibêjin; “Alternatîfa zanîngehên pergala heyî, Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ye.”
Armanc Herekol
Peymangeha
Şehîd Kerîm Kato ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ev bi
salane di xizmeta xwendekaran de ye, ji bo ciwanên wargehê bûye çavkaniya xwe
pêşxistin û bûye alternatîfa zanîngehên pergala heyî.
Peymangeha
Şehîd Kerîm Kato îsal jî bi rêjeyek zêde ya bi tevlîbûna xwendekaran re, dest
bi perwerdeya xwe ya sala nû kir. Di peymangehê de rêjeya zêde ya jinan bala
mirovan dikêşe û bi vê yekî re carekdin pêşengtiya jinan ya di civakê de xuya
dike.
Têkildarî
perwerdeya sala nû û girîngiya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato ya di wargehê de, endamên
peymangehê ji rojnama me re axivîn.
‘Çavkniya
pêşketinê ye’
Yek ji mamosteyên
peymangehê Zekiye Kaçan di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku peymangeh
alternatîfa zanîngehane û got: “Peymangeh wek du salan tê destgirtin. Sala
destpêkê beşa îdeolojîk di hêla fikir û xwe rêxistinkirinê de tê dayîn. Sala
duyem jî weke biranş tê destgirtin. Li vir jî li gor derfetan sê beş tê destgirtin
mamostayî, tenduristî û ragihandine. Beşên tenduristî û ragihandin ji ber
nebûna derfetan em nikarin bibin bersiv. Lê beşa mamostayî tê destgirtin. Ji
ber ku hem xwendevan, mamostayî dixwazin û hem jî pêwsitî pê heye, em wê esas
digirin. Kesên tên peymangehê ne tenê ji bo mamostayî tên, em ji bo tevahî sazî
û komîteyên wargehê endaman perwerde dikin. Peymangeh jî ji bo pêşketin û
pêşxistinê bingehek esase.”
Kesayetên
zana avadikin
Zekiye
Kaçan di nav axaftinên xwe de anî ziman ku belgeya zanîngehên pergala heyî, ji
civakê re nabin bersiv û wiha pêde çû: “Min jî zanîngeh xwendiye, lê feydeya ku
min ji peymangehê girtî, min jî wan zanîngehan negirt. Peymangeh çavkaniya
çareseriya pirsgirêkên civakê ye. Kesê ku bixwaze ji civaka xwe re bibe alîkar
û sûdekî bide civaka xwe, divê di peymangehan de bixwînin û xwe pêşbixin. Em li
vir kesayetên zana û pêşketî avadikin. Îsal rêjeyek zêde serlêdana peymangehê
kirin. Em ji vê rewşê gelek kêfxweş û şanazin.”
Jin
zêdetir berê xwe didin perwerdê
Herî dawî
Mamoste Zekiye Kaçan qala girîngiya jinan ya ku didin perwerdeyê kir û bi van
gotinan dawî li axaftinên xwe anîn: “Em dibînin ku jin pitir dixwazin xwe
pêşbixin. Ev yek jî nîşaneya pêşengiya jinan ya di civakê de îfade dike. Jinên
wargehê timî ji bo malbat û civaka xwe dibin bersiv û di kar û xebatan de cih
digirin. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye rûniştkandin.”
‘Em ji civakê re dibin bersiv’
Her wiha
xwendevana bi navê Çîmen Babat jî qala girîngiya peymangehê kir û wiha axivî: “Armanca
peymangehê, kesayetên zana û jîr avakirine. Em di peymangehê de zanista civaka
xwezayî dibînin. Her wiha tevahî ziraviyên pergala Modernîteya Demokratîk tê destgirtin.
Ji bo me peymangeh ne bûyîna xwendevane, bûyîna endamê civakê ye. Em bi van
perwerdeyan têdigihin ku rol û mîsyona me ya di civakê de çiye. Ji bo civakê çi
pêwîste û çi kêm û kurtiyên wê hene, em lêkolîn dikin û çareser dikin.”
Çîmen
Babat pirsa me ya ‘çima rêjeya jinan zêde ye’ bi gotina Rêber Apo ya ‘Dema jin
azad be, civak jî azad dibe’, bersiv dide û wiha dawî li axaftinên xwe tîne: “Yên
ku civakê ser lingan dihêle jinin. Ji bo wê jî jin timî dixwaze xwe pêşbixe. Em
jî wek jin bang li herkesî dikin da ku xwe perwerde bikin û ji bo civaka xwe
bibin bersiv.”
0 Yorumlar