Ticker

10/recent/ticker-posts

Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan a li Mexmûrê di roja 2. de berdewame

Mîhrîcana Şehîd Bêrîtan Hêvî ya ku li Wargeha Mexmûrê duh bi pêşangehekê hatibû destpêkirin, îro di roja dûyemîn de bi pêşkêşkirina xwarinên Kurdewarî û şahiyekê berdedewam dike.

Her du salan carekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) mîhrîcanek bi pêşengtiya Meclîsa Îştar tê lidarxistin. Îsal jî Şehîd Bêrîtan di 32’emîn salvegera şehadeta xwe de bi mîhrîcanê hat bîranîn. Mîhrîcan îro di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina xwarinên Kurdewarî û şahiyê didome.

Di danê nîvro de di çarçoveya mîhrîcanê de li Saziya Ciwanan bi tevlîbûna xelkê xwarinên Kurdewarî hatin pêşkêşkirin.

Yek ji dayîkên ku bi çêkirina xwarinên xwe yên Kurdewarî beşdarî Mîhrîcanê bûyî, Fadîle Yilmaz wiha qala mîhrîcanê kir: “Em ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan hatine vêderê. Her du salan carekê em ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan festîvalekê lidardixin. Di vê festîvalê de me xwarinên Kurdewarî yên cûr be cûr çêkirine û di festîvalê de pêşkêş dikin. Em di serî de vê festîvalê li rêberê rêberan Rêber Apo, qehremanên serê çiyan têkoşîna azadiyê bilind dikin, girtiyên zindanan û tevahî gelên welatparêz pîroz dikin. Em di wê baweriyê dene ku wê ev sal bibe sala serkeftin û azadiya fîzîkî ya Serokatiya me.”

Her wiha Hewa Geverî jî di destpêka axaftina xwe de şehîd Bêrîtan bi bîranî û wiha hestên xwe anî ziman: “Her du sal carekê ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan ev festîval tê çêkirin. Îsal jî ji bo bîranîna Şehîd Bêrîtan jinan xwarinên Kurdewarî çêkirine, her kesekê li gorî derfetên xwe xwarinekî çêkiriye. Min jî li gorî çanda herêma me keledoş çêkiriye.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar