Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di pêşengtiya Meclisa Îştar de bi dirûşmeya ‘Li Hemberî Modernîteya Kapîtalîst ku bi Aqilê Mêr Avabûyî, bi Aqlê Jinê bi Dil û Rêbazê Wê Têkoşîn Kirin Bingeha Avakirina Serdema Jina Azade’ di 32’emîn salvegera şahadeta Bêrîtan Hêvî de 9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku duh bi pêşengehekî çandî destpê kiribû, îro bi şahiyek girseyî bi dawî bû.
Qada Şahiyê bi posterên şehîdên pêşeng yên Doza Azadiyê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK-KJK’ê hatin xemiladin. Şahî li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê bi amadebûna gel û xwendevanên wargehê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêveber Meclisa Îştar Nûran Sezgîn axaftina vekirina kir.
Nûran Sezgîn di destpêka axaftina xwe de xêrhatina gelê wargehê kir û wiha got: “Em bi boneya mîhrîcana Şehîd Bêrîtan îro li vir kom bûne. Ev 9’emîn mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan ku li wargehê tê li darxistin. Heval Bêrîtan di sala 1992’an de di têkoşîna Azadiya Kurdistanê de çalakiyek gelek binirx pêkanî û li hemberî xiyaneta malbata Barzanî bû xetek ya berxwedanê. Piştî şehadeta Hevala Bêrîtan artêş bûna jin hat ava kirin. Bêgûman Hevala Bêrîtan li ser çanda Besê, Zarîfe û Sarayan bû. Her roj her kêlî têkoşîna azadiyê bi dayîna şehîdan di nava guhertin û veguhertinê de ye. Hûn jî dizanin duh mizginiyek xwe ku ev 44 meh bû hevdîtin bê Rêbertî re pêknehat bû, hat pêkanîn. Rêbertî ji bo gelên azadîxwaz silav şand, em silavên Rêbertiya xwe pêşwazî dikin û em jî Rêbertiya xwe silav dikin.”
Piştî axaftinê Koma govendê ya Slavên Rojê ya Tev Çandê derket ser dikê û hunera xwe pêşkêş gelê wargehê kirin. Her wiha hunermendê Kurd Zahir Loran derket ser dikê û bi stranên xwe reng da mihrîcanê.
9’emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Şehîd Bêrîtan bi gerandina govendeke mezin ya azadiyê bi dawî bû.
0 Yorumlar