Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Bêrîtan Hêvî bi nîşandana sînevîzyonê hat bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê bi boneya 32’emîn salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan Hêvî sînevîzyonek hat nîşandan.


Li Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê, bi boneya 32’emîn salvegera şehadeta Şehîd Bêrîtan Hêvî sînevîzyonek hat nîşandan.

Video Player
00:00
00:00

Beriya ku bername destpê bike, di kesayera şehîd Bêrîtan de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Hevseroka Dîwana Meclisa Gel a Mexmûrê Nûdem Yaman têkildarî hevdîtina ku li gel Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya li gel malbatê hatî kirin axivî.

Nûdem Yaman di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta Şehîd Bêrîtan de hamû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Xeta Şehîd Bêrîtan, xeta azadiya jinan û tevahî gelên bindeste. Emê çawa li Rêber Apo xwedî derbikevin û fêhm bikin ev ji bo me girînge. Silava Rêbertî di her alî de wekî fermanekê ye, em vê silavê di aliyê li xwe zivirînê de, di aliyê xwedîderketina li vê xetê û di azadiyê de israrkirinê de digirin dest. Em wek Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî jî silavên pir germ ji vir heta Îmraliyê ji Rêber Apo re dişînin.”

Piştî axaftina Nûdem Yeman, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Bêrîtan Hêvî hatibû amadekirin, hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê dirûşmeyên ‘Bijî Sero Apo’, ‘Şehîd Namirin’ hatin qêrîn. Herî dawî jî helwa hat belavkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar