Ticker

10/recent/ticker-posts

Tevî bê derfetiyan jî fêr dibin û çanda xwe diparêzin

Zarokên Mexmûrê di nava bê derfetiyên penabertiyê de li hemberî hemû êrişên ji bo tinekirina çand û hunera Kurdî, çanda xwe di parêzin û di nava hewldanên pêşxistina çand û hunera Kurdî de ne.

Dema em temaşe dikin di demê dawî de ji bo tinekirina çanda gelê Kurd, dewletên dagirker hemû rê û rêbazan bi kartîne. Li hemberî van êrişan parastina çanda gelê Kurd û pêşxistina wê, erkê her ferdek yê civaka Kurde bi taybetî jî erkê sereke yê ciwanên Kurde. Li ser vî bingehî li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ev 30 salin têkoşînek çandî û siyasî tê meşandin.

Di heman demê de jî ev sê salin di werza havînê de Stêra Zêrîn a Mexmûrê zarok û ciwanên wargehê di aliyê amûrên mûzîkê de perwerde dikin. Têkildarî vê perwerdeyê Mamosta û xwendevanên Stêra Zêrîn ji ajansa me re axivîn.

‘Rista bingehîn ya civakê çande’

Mamoste Zenûra Babat di destpêka axaftina xwe de daxuya kirin ku xwenedevanên wan bi derfetên xwe û alîkariya wan fêrî amûrên mûzîkê dibin û wiha got: “Em ji 1’ê Hezîranê ve perwerdeyên amûrên mûzîkê didin zarok û ciwanên wargehê. Em niha jî amadekariyên girtina dewreyê dikin. Derfetên me yên anîna amûran ya ji bo xwendevanan tine ye. Gelek xwenedevanên me bi pênûs û toqeyên xwe ji bo tembûrên xwe kelepçe çêdikin. Wek Rêber Apo jî dibêje; ‘Em ji bêderfetiyê derfet didin avakirin.’ Di van demên dawî de êrişek pir dijwar li ser civaka Kurd bi taybet li ser çanda Kurdî heye. Yek ji rista bingehîn ya ku civakê li ser lingan dihêle çande, bi vê dixwazin çanda gelê Kurd bixin da ku civaka Kurd têkbiçe. Di vir de ya ku dikeve li ser milên me, bi estroman û helbestên xwe berdewamkirina çanda Kurdewarî ye. Emê çanda xwe ya berê, bi estromanên xwe bi cîhanê bidin naskirin.”

‘Çand û hebûna xwe biparêzin’

Zenûra Babat di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku niha amadekariyên qedandina dewreya perwerdeya Stêra Zêrîn dikin û wiha got: “Di encama keda me ya sê mehan de xwendevan gihiştine vê astê. Em gelek kêfxweşin ku xwendevanên me di wextek ewqas kurt de pêşketinên ewqas mezin bi xwe re çêkirine. Banga min ji bo tevahî gelê Kurd ewe ku çi bi estromanekê be yan bi helbestekê be bikaribin hestên xwe bînin ser ziman, çand û hebûna xwe biparêzin.”

‘Bi pênûs û toqeyên porê kelepçeyan çêdikin’

Xwendevana bi navê Duygu Benek di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ev demek dirêje di perwerdeyê de kedek mezin didin û wiha got: “Di werza havînê de li wargehê di pêşengtiya Stêra Zêrîn de perwerdeya gîtar, erbane û tembûr tê dayîn. Niha jî perwerdeya me ber bi dawiyê ve diçe û em amadekariyên girtina dewreya perwerdê dikin. Ji ber ku derfetên di destê me de gelek kêmin, em hewl didin bi derfetên xwe karê xwe yên hunerî pêkbînin. Gelek ji me ji ber ku kelepçeyên tembûran yên ku notayan diyar dikin tine ne, bi pênûs û toqeyên porê kelepçeyan çêdikin. Em li hemberî êrişên li ser çand û hunera Kurdî em li Mexmûrê di aliyê çand û hunera Kurdî de xwe pêşdixin. Ez bang li tevahî ciwanên Kurd dikim ku li hemberê êrişên li ser çanda Kurdî xwedî li çanda xwe derbikevin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar