Ticker

10/recent/ticker-posts

Ji MÎT-PDK-Iraqê Planên Komplo Yên Bê Exleqî Li Ser Maxmûrê

Bi taybet du salên dawî bi perspektîfên MÎT’ê ji aliyê navenda Iraq û PDK’ê vê planên qirêj ên li ser Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Maxmûrê dihatin meşandin encam negirtin, niha dixwazin bi avakirina Navenda Narkotîkê re planên xwe yên bê exleqî pêk bînin.

Milîtan Rêhat/Lêkolîn.org


Bi taybet du salên dawî ji 20’ê Gulan 2023’an şûnve ku bi perspektîvên MÎT’ê ji aliyê navenda Iraq û PDK’ê ve planên qirêj a bi armanca dorpêçkirina Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Maxmûrê dihatin meşandin encam negirtin, hat hînbûn ku di serê meha Tîrmehê de planekê komplo ya bê exleqî xistine meriyetê.

Artêşa Iraq li ser daxwaz û perspektîfa dewleta Tirk a dagirker-MÎT’ê di sibeha roja 20’ê Gulanê de bi dehan seyareyên zirhî û leşkerî Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî Maxmurê dorpêç kiribûn. Hikumeta Iraqê ku dora kampê bi têlên sînorî dorpêç kir xwest bixe bin serweriya xwe, xwest konseptekê qirêj a dişibe Hevpeymana Şengal a di 9’ê Cotmehê de li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker bi PDK’ê re îmze kiribû  li ser Kampa Maxmûrê jî bixe meriyetê. Lê ji ber berxwedaniya gelê Maxmûrê ya li dijî vê konsepta qirêj PDK û hêzên Iraqê paşde gav avêtibûn, niha jî dixwazin bi hevkariya MÎT’ê re planeke bê exleqî ya hevkarî pêk bînin.

GAVA YEKEMÎN A PLANA BÊ EXLEQ AVAKIRINA NOQTEYA NARKOTÎKÊ 

Tê zanîn MÎT û Parastin çawa li Başûrê Kurdistanê bûyerên şewitandina kargehên bazar û sûkê pêk tanî ji aliyê malpera Lekolin.org ve hatibû deşifrekirin. Planeke qirêj û bê exleqî ya dişibe yê dîsa ji aliyê MÎT û Parastin ve hatiye amadekirin û hikumeta Iraqê rasterast tevlî kiriye di dîroka 7’ê tîrmeha 2024’an de xistiye meriyetê.

Li gor agahiyan, çerçoveya vê planî ya ku dewleta Tirk a dagirker, PDK û hikumeta Iraqê bi hevkar tê meşandin ew e ku dixwazin di bin navê tîryak-hişbir, fuhuş û hwd de bidin nîşandan ku di kampê de pirsgirêkên civakî hene û di ser vê de jî gelê Maxmûrê ya ku bi nirxên Konfederalîzma Demokratîk jiyan dikin tawanbar bikin û zemîna êrîşên ser gelê Maxmûrê amade bikin.

Li ser vê esasî di rojên 24-25 tîrmeha 2024’an de bi destê hêzên Iraqê di navbêra seytera deriyê Maxmûrê û bajaroka Maxmûr (Maxmûra Jêr) de Navenda Narkotîk-Asayîş hatiye avakirin. Li gor agahiyan qonaxa yekemîn a vê plana qirêj ji bo di bin navê kaçaxçitî û bikaranîna hişbir-tiryak û fuhuşê heye de hinceta lêgerîn û kontrolê bikin ser kampê serweriyê çêbikin. Tê gotin ku ji bo zemîna vê jî ava bikin wek ekîbeke ku çawa bûyerên şewitandina kargehên Başûrê Kurdistanê de pêk bînin hatibû avakirin, ji bo tiryak û fuhuşê belav bikin ekîbek taybet hatiye amadekirin.

Bi avakirina vê navendî re kiryarên ku hemû seyareyên ku ketin û derketina ji Kampa Maxmûrê bi kite kit tên lêgerînkirin û nasname tên kontrolkirin.

DIXWAZIN KAMPÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN  

Hikumeta Iraqê ku bi avakirina seytereyan (noqteyên kontrolê) dixwaze Kampa Maxmûrê gav bi gav dorpêç bike, di ser sîxûr û şaneyên ji aliyê MÎT û PDK’ê ve hatine amadekirin de madeyên hişbir-tiryak bixe kampê. Bi vê awayî dixwazin di bin navê lêgerînê de hikumeta Iraqê karibe bikeve kampê û pêşiya mudaxeleya kampê were vekirin.  Bi vê plana bê exleqî dixwazin Kampa Maxmûrê di raya giştî ya cîhanê de krîmînalîze bike û wek e ciheke bê ewleh û xeter nîşan bidin. Bi vê awayî bi salane ku di kampê de sîstema konfederala demokratîk tê jiyîn hedef bigirin.

Dewleta Tirk a dagirker, Iraq û PDK ji hebûna Konfederalîzma Demokratîk û sîstema jiyana civakî ya kampê acizin, bi senaryoyên cur bi cur û lîstîkên qirêj provokasyonan derdixînin holê. Me mînaka vê ya herî dawî di dîroka 20’ê gulan a 2023’an de ku hikumeta Iraqê bi têlên sînorî kampê dorpêç kiribû de dît. Piştî ev plana wan tam neçû ser, ambargoya ku ji aliyê PDK’ê ve li ser Maxmûrê pêk tîne zêdetir kir û hewildana serweriya hikumeta Iraqê jî ser hat zêdekirin. Şêniyên kampê ku ji bo bixebitin, pirsgirêkên tenduristiyê û hwd in diçin Misûl, Hewlêr, Duhok û Kerkûkê li ser wan zexteke mezin tê meşandin.

DI SER NASNAMEYAN DE PEYMANA HEVPAR 

Li gor agahiyên hatin destxistin, şêniyên kampê yên ku ji bo tenduristiyê û xebatê derdikevin derveyê kampê, rûxmê dîroka nasnameya wan xilas bûye jî ji aliyê hikumeta Iraqê ve nayê nûkirin. Di vê komploya ku MÎT-PDK û Navenda Iraqê hevkarî dimeşînin de PDK, di heremên bin serweriya wê de şêniyên kampê tehdît dike û diyar dike ku an hûnê nasnameya xwe radestê me bikin an jî hûnê ji heremê werin derxistin.

Di vir de jî tê fêmkirin ku dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraqê û PDK, ji bo statuya siyasî ya Kampa Maxmûrê û cihê wê yê di Neteweyên Yekbûyî (NY) de ji holê rabike, li ser nenûkirina nasnameyan û şêniyên derkevin derveyê kampê dest danin ser nasnameya wan lihev kirine.

MAXMÛR HER TIM BÛYE MÎNAKA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK

Kampa Penaberan a Maxmûrê ku wek e Kampa Şehîd Rustem Cûdî tê naskirin, di hêla erdnigarî de xwedî cihek stratejîk û bingehîn e. Her wiha di têkoşîna gelê Botan a berxwedêr de xwedî rolek bêhempa ye. Di salên 1993 û 1994’an de nêzî 4 hezar gundên Kurd hatin şewitandin û gel bi zorê hatin koçberkirin. Gelê Botan ê polîtîkayên zext û zordariya dewleta Tirk a dagirker qebul nekirin berê xwe dan Başûrê Kurdistanê. Ev rêwîtiya koçberiyê bêguman hêsan nebû. Gelê Botan ê ku di vê pêvajoyî de jî her tim rastî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê xiyanet PDK dihat, destpêkê kampa Bihêr, piştre bi dorê Şeraniş, Bêrsivê, Geliyê Qiyametê, Etrûş, Nînova, Nehdaran û herî dawî jî li Maxmûrê bi cih bûn. Kampa Penaberan a Maxmurê ku di sala 1998’an de ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin, piraniya wan ku zarok û jinin nêzî 12 hezar kes lê dijîn.

Nêzî 12 hezar gelê Kurd ku ji ber rastî nêzîkatiyên xayîn û hevkar a PDK’ê dihatin gelek kampan guherandin ev 26 salin berxwedana xwe didomînin. Ev gel ê ku rûxmê şert û mercên herî dijwar yekîtî û bihevrebûna xwe parastin, bi felsefeya Rêber APO re li ser piyan man, sîstema xwe ya rêveberiya cewherî pêş xistin û li dijî êrîşên siyasî, leşkerî, aborî û şerê taybet meydan xwendin. Rûxmê bê xwestek û mecbûrî be jî di encama hin hewildanan de NY wek e statuya siyasî qebul kirin be jî lê li pêşiya her cure êrîşên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê nikariye bibe asteng. Li dijî vê gelê kampê ku li ser esasê paradîgmaya civaka exlaqî-polîtîk a Rêber Apo de rêxistiniya xwe ava kir, berxwederiyekê li ser esasê têkoşîna şoreşgerî de hemû êrîşan vala derxist.

Yorum Gönder

0 Yorumlar