Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê şoreşgerên pêşeng ên Kurdistanê Berwar, Tekîn û Orhan hatin bîranîn

Li Wargeha Mexmûrê fermandar û şoreşgerên pêşeng yên Kurdistanê Şehîd Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Cîhad Bîngol ku di cih û dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.


Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) fermandarên HPG û YJA Starê û şoreşgerên pêşeng yên Kurdistanê Şehîd Berwar Dêrsim (Seyran Çomak), Tekîn Goyî (Îsmet Unver) û Orhan Cîhad Bîngol ku di cih û dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê, bi merasîmekî girseyî hatin bîranîn.

Beriya ku merasim destpê bike, di kesayeta şehîd Berwar, Tekîn û Orhan de ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Ehmed Şehbaz axivî.

Ehmed Şehbaz di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji bo malbatên şehîdan, hevrêyên wan û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz xwest û wiha axivî: “Wek tevgera Kurd ya Apoyî, ev 40 salin bê navber em li hemberî xwînxwar û dijminan, lehengan feda didin da ku em bikaribin di welatek azad û jiyanek azad de jiyan bikin. Lê dema mirov çar welatan tîne gel hev, helbet êş û zehmetiyên wê gelekin, ji ber ku welatê me ne parçeyeke, di nava xwe de deh parçeye. Ji ber vê yekê qehremanên me têkoşîna yekbûna Kurdbûnê dikin, yekbûna welatekî serbixwe dikin. Dijminê xwînmij dixwazin pêşengên me yek bi yek ji nava me derbixin û bêjin me gelê Kurd tevizand, lê bila bizanibin ew nikarin me ji doz û rastiya me dûr bixin. Lê Rêbertî kedekî wisa daye ku em çiqas fermandarên xwe ji dest didin jî helbet dil pê di êşe û em xemgîn dibîn lê kîn û nefreta ciwanan, dayîk-bav, xwişk û birayên şehîdan li beramberî van zilmkaran hîn zêdetir dibe hêz û pola. Dubare serê lehengên me yên ku îro di çeperan de saxbe, serê Rêbertiya me, serê malbatên hêja û gelê Kurd yê welatparêz saxbe.”

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar