Ticker

10/recent/ticker-posts

‘Divê yekgirtinek ya rojnamevanan hebe’

 Rojnamevanên jin yên Mexmûrê: “Ji bo ku em weke rojnamevan li himberî van kiryarên dewletên desthilatdar têkoşînekî bidin meşandin, divê yekgirtinek ya rojnamevanên azad hebe. Ev êriş ne li ser kesekî ye, li ser heqîqetê hatiye kirin.”


Di 23’yê Tebaxê de dû rojnamevanên jin yên bi navê Gulistan Tara û Hêro Behadîn, di encama êrişa balefirên bê mirov û bi çek ya dewleta Tirk de gihiştin şahadetê. Têkildarî vê êrişê, rojnamevanên jin yên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ajansa me re axivîn û banga yekîtiyê li rojnamevanên cîhanê kirin.

‘Bi dijmintiya PDK’ê tê pêkanîn’

Nûşegihana Nûjinha Nûpelda Denîz diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li Rojhilata Navîn polîtîkayek ya qirkirinê li ser gelê Kurd daye destpêkirin û wiha dibêje: “Dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya qetilkirina li ser Kurdan roj bi roj dijwartir dike. Her wiha li Bakurê Kurdistanê kesên siyasetmedar û jinên pêşengtî ji civaka Kurd re dikin her tim li rastî girtin û binçavkirinê tên. Dewleta Tirk ne tenê li Bakur, li Başûrê Kurdistanê jî polîtîkayek ya qirkirinê daye destpêkirin. Mirov dikare bêje ev qirkirinên ku li Başûr, bi dijmintiya PDK’ê tê pêkanîn. PDK ya ku xeta xiyanetê hilbijartiye hewil dide bi piştgiriya dewleta Tirkiye li Başûrê Kurdistanê gelê Kurd qetil bike. Mînaka herî dawî di 23’yê Tebaxê de êrişek hovane li dijî kedkarên çapemeniya azad pêkanîn, di vê êrişê de hevpîşeya me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn gihiştin şahadetê.”

‘Berpirsyartiya herî mezin dikeve li ser milê ragihandinê’

Nûpelda Denîz di dawiya axaftinên xwe de bilêv kir ku dewleta Tirk û PDK jî dizanin qirkirina ku li ser gelê Kurd tê pêkanîn, rojnamevanên çapemeniya azad ji raya giştî re radigihîne û got: “Ev êriş, ne êrişa yekeme ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li Başûrê Kurdistanê pêkaniye, mînaka herî şênber jî di 2022’an de Nagîhan Akarsel ku di encama êrişa dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê re li Silêmaniyê hatî qetilkirine. Armanca pêkanîna van êrişan veşartina heqîqeta ku gelê Kurd jiyan dike û êrişên ku pêre rû bi rû dimîne ye. Di pêvajoya ku em têdene erka herî mezin dikeve li ser milê ragihandinê. Mirov dikare bi ragihandinê rastî û êşên ku gelê Kurd jiyan dike bibîne, ji ber wê jî berpirsyartiya herî mezin dikeve li ser milê ragihandinê.”

 ‘Rojnamevanan dike hedef’

Nûçegihana Jin Tv Bêrîvan Tûnç jî da zanîn ku êrişek pir dijwar li Başûrê Kurdistanê heye û wiha peyîvî: “Dewleta Tirk ji bo van kiryarên xwe yên qirêj ku li Başûrê Kurdistanê didin pêkanîn veşêre, rojnamevanan dike hedef. Dema em li Xeza, Afganistan, Ukrayna temaşe dikin, herî zêde rojnamevan bi van êrişan re rû bi rû dimînin. Dema em li Rojavayê Kurdistnê temaşe dikin, em dibînin ji ber ku rojnamevanên ragihandina azad êriş û hovîtiya dewleta Tirk ya li ser gelên Kurd û hevkariya wan ya bi DAIŞ’ê re bi raya giştî re radigihînin, rasterast dibin hedefa êrişan. Ev êrişên dewleta Tirk, dide diyarkirin ku çiqas ji hêza rojnamevanan bi taybet ji hêza jinan ditirse. Di roja îro de jin gihiştiye astek wisa ku êdî dikare di qada ragihandinê de bi awayek azad deng û rengê jinê bide teyîsandin. Dewletên desthilatdar jî ji bo tolê ji vî fikirê ku belavbûyî bigire, êrişî jinên ku pêşengtî ji serhildanên jinan re dikin, dike. Ev jinên pêşeng jî weke jinên rojnamevan ên wek Hêro Bahadîn, Gulistan Tara, Rosîda Mardîn û bi dehan jinên rojnamevan yên hem li Herêmên Medya êrişên dewleta Tirk bi raya cîhanê re parvedikin û hem jî yên di nava civakê de, civakê ronî dikin têne hedefgirtin.”

‘Li hemberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng nemînin’

Bêrîvan Tûnç herî dawî ev bang li hemû rojnamevanên cîhanê yên ku li pey heqîqetê digerin kir ku li himberî qetilkirina rojnamevanan bêdeng neminin û wiha got: Ji bo ku em weke rojnamevan li himberî van kiryarên dewletên desthilatdar têkoşînekî bidin meşandin, divê yekgirtinek ya rojnamevanên azad hebe. Ev êriş ne li dijî kesekî, li dijî heqîqetê hatiye kirin, ji bo heqîqet di tarîtiyê de nemîne em jî weke hevrêyên xwe yên ku di vê oxirê de şehîd ketine heta dawiyê li ser erka xwe bin.”

Yorum Gönder

0 Yorumlar